Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ev daxuyanî da: “Em di salvegera 10’emîn a Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de ne. Di 10’ê Cotmeha 2025’an de vê carê bi destê desthilatdariya AKP’ê sûcekî din li sûcên komkujiyê yên dewleta Tirk a faşîst zêde bû. Desthilatdariya AKP’ê ya faşîst bi îlana şer bersiv dida daxwaza aştiyê ya bi deh hezaran kesî ku ber bi Enqereyê ve herikî bûn. Berpirsyarên rastî yên komkujiyê ku 104 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes jî birîndar bûn, li gel ku deh sal di ser re derbas bûn hîn jî têne parastin. Weke bi sedan komkujiyên din ku dewlet jê berpirsyar bû.
Atmosfera civakî ya bi Serhildana Gezî (Hezîran) guherî, sala 2014 û 2015’an bi Serhildanên 6-8’ê Cotmehê, berxwedana xwerêveberiyê, têkoşîna karker, kedkar, jin û ciwanan, bi kurtasî bi têkoşîna bindestan dewam kir. Muxalefeta civakî zû mezin dibû. Di nava atmosfereke bi vî rengî de di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de desthilatdariya AKP’ê têk çû. Ji bo vê têkçûna xwe berevajî bike, li ser desthilatdariyê bimîne û pêşî li tevgera girseyî bigire, konsepta şer a topyekûn xist dewrê.
Êrîşa bi xwîn a beriya 7’ê Hezîranê li hemberî mîtînga HDP’ê ya li Amedê hate kirin, bi komkujiya Pirsûsê dewam kir. Û di 10’ê Cotmehê de li mîtînga aştiyê ya li Enqereyê ku bi hezaran kes tevlî bûn, bi destê çeteyên ku desthilatdariya faşîst ew xwedî dikir, komkujiyeke girseyî hate kirin.
Desthilatdariya AKP’ê xwest, bi rêya van komkujiyan dînamîkên şoreşger, destketiyên gelê Kurd û têkoşîna wan tasfiye bike, muxalefeta civakî bitepisîne, têkoşîna girseyî ya mezin dibû bifetisîne. Bi konsepta şer a topyekûn re piştî 10’ê Cotmehê jî bi destê dewletê komkujiyand ewam kirin; bi taybetî li Kurdistanê terora dewletê hate kirin.
Di nava deh salên dawî de zexteke giran li ser gelên bindest û kedkar ên cografya me hate meşandin. Îtirazeke biçûk jî bû hedefa êrîşa desthilatdariyê; girseyên ku dixwestin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin bi hêzên ewlekariyê yên dewletê rast hatin. Girtîgeh bi girtiyên siyasî hatin dagirtin; çîna karker û kedkar li xizanî û birçîbûnê hate mehkûmkirin. Tundî û komkujiya li hemberî jinan ji aliyê desthilatdariyê bi xwe ve weke rewşeke ji rêzê hate nîşandan. Zilma dewletê ya li ser gelê Kurd zilma salên 1990’î jî li pey xwe hişt; êrîşên dagirkeriyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin kirin, hate xwestin ku çeperên destketî yên gelê Kurd bêne tasfiyekirin. Ciwan mehkûmî bêhêvîtiya ji bo paşerojê hatin kirin; xweza pêşkêşî talana bêdawî ya yekdestiya sermayeyê hate kirin. Desthilatdariya faşîst ji bo mayindebûna xwe û berjewendiyên sermayeyê rejîmeke kêfî û bêpîvan ava kir.
Desthilatdariya faşîst di nava atmosfera tirsê de ku bi konsepta şerê topyekûn afirand, li ser desthilatdariyê ma; lê belê hêrsa bindestan a li hemberî desthilatdariyê jî mezin bû. Têkoşîn û berxwedan qet neqediya. Kedkaran, Kurdan, jin, ciwan û baweriyên bindest serî netewandin, teslîm nebûn, netepisîn. Di asta heyî de qad û kolan bi têkoşîna girseyan a li dijî desthilatdariya faşîst jinûve geş bûn. Li gel zextan jî hate dîtin ku têkoşîna bindestan dîrokê dinivîsîne.
Komkujî, zext, tundî û girtin, çawa ku doh li pêşiya hilweşîna kelehên serweran a li pêşberî serhildana şoreşger a girseyan nekarî bibe asteng, îro jî wê nikaribe bibe asteng. Ew keleh wê bi têkoşîna yekbûyî ya bindestan hilweşe.
Ji bo cîhaneke ku zext, mêtingerî û komkujî lê nîne em têkoşîna şoreşê ya yekbûyî mezin bikin, têkoşîna sosyalîzmê bilind bikin.
Hemû komkujiyên ku ji aliyê desthilatdarî û dewleta faşîst ve hatine kirin wê ne bi sîstema hiqûqê ay bûrjûva, lê ji aliyê gel ve bê darizandin. Ti sûcên li hemberî gel hatine kirin wê bê ceza nemîne.
Em kesên ku di komkujiyê de tevlî karwanê nemiran bûn bi hurmet bi bîr tînin û soza bicihanîna armancên wan dubare dikin.
Hesabê komkujiya 10’ê Cotmehê zû yan jî dereng wê teqez bê pirsîn.”