Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirehman Zal hate spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayek Azadiyê, Ruhê Şehîdekî, Mîrasek Nemir: Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Nurhak Çiya di 15’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 969’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê û Hezroyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê Çapemeniya Azad Osman Kiliç hate spartina axê: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi hezaran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Komuna Fîlman a Rojava bang li sînemageran kir: Piştgiriyê mezin bikin
Rojava

Komuna Fîlman a Rojava bang li sînemageran kir: Piştgiriyê mezin bikin

Komuna Fîlman a Rojava bang li sînemageran hemûyan kir ku piştgiriya bi Rojava re mezin bikin û got, "Di festîval, atolye û platformên xwe de cih bidin têkoşîna Şoreşa Rojava."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komuna Fîlman a Rojava, têkildarî êrişên ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û bang li hemû sînemageran kir ku piştevaniya bi Rojava re bikin. 

Daxuyanî wiha ye: 

“Hevalên hêja; 

Deh sal berê, axa Rojava, bi bedelên giran, hemû mirovahiyê ji tirsa DAIŞ’ê, yek ji rêxistinên terorîst ên herî tarî di dîroka mirovahiyê de, rizgar kir. Rojava bi bîr xist ku ev hovên ku dixwestin vê barbariya serdema navîn li ser hemû mirovahiyê bixin jî, dikarin werin têkbirin, û divê qencî ji xerabiyê netirse. Bi Rojava re, li Rojhilata Navîn, tovên rizgariya jinan, jiyana hevbeş a mirovan, jiyana ekolojîk û demokrasiya rasterast, her çend bi xwînê hatibin avdan jî, bi israrî dest bi şînbûnê kirine.

Mixabin, ji ber ku ev nirx dijî berjewendiyên modernîteya kapîtalîst û emperyalîzmê bû, niha bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê bermahiyên DAIŞ’ê, HTŞ, danîn ser rejîma Sûriyeyê ya hilweşiyayî. Bi vê yekê, Amerîka û hêzên din ên kolonyalîst bi eşkere ragihandin ku ew naxwazin Kurd an jî sîstemek demokratîk li Rojhilata Navîn hebin.

Wekî ku tê zanîn, yekem kiryara hikûmeta demkî ya Şamê ew bû ku li dijî nasnameyên cûda yên li Sûriyeyê dijîn, wek Elewî û Durzî, komkujiyan pêk bîne. Îro jî wan bala xwe dane herêma Rojava. Dijminatiya dewleta Tirk a li hember Kurdan û dijminatiya DAIŞ’ê ya li hember nirxên mirovahiyê bûne yek û ew dixwazin vê jiyana ku bi bedelên mezin hatiye avakirin tune bikin. Ne tenê qirkirina fîzîkî, lê di heman demê de qirkirina jiyan, çand û hêviyê jî armanc dikin.

Parastina van nirxan û Rojava berpirsiyarî û erkê hemû mirovên xwedî wijdan e. Û divê cîhan nîşan bide ku ew hêjayî bedelê mezin ên ku Kurd û şoreşgerên li Rojava ji bo parastina nirxên mirovahiyê û rizgarkirina cîhanê ji tirsa hovitiyê dane ye.

Em,  wek Komuna Fîlma Rojava, dizanin ku heta ku em rastiyên xwe nebêjin, derewên yên din dê bibin dîrok. Lê em ne bi tenê ne. Ev têkoşîn têkoşîna hevpar a hemû mirovahiyê ye. Û sînema zimanê herî gerdûnî yê vê têkoşînê ye.

Em bang li hemû çêkerên fîlm yê welatparêz, şoreşger û demokrat, hilberînerên fîlmên serbixwe, senarîst, derhênerên fîlman, edîtor û hunermendan dikin:

* Werin, em hevgirtina xwe xurt bikin.

* Zilma DAIŞ, HTŞ û dewleta Tirk û têkoşîna bi rûmet a li dijî wê di rojeva raya giştî ya cîhanê bihêlin.

* Di festîval, platform û atolyeyên xwe de cih ji bo têkoşîna Rojava vekin.

 * Zanîna xwe ya teknîkî, ezmûn û hêza xwe ya afirîner bikin beşek ji vê vegotina kolektîf.

 * Peyamên xwe yên vîdyoyê yên piştgiriyê li ser platformên civakî parve bikin.

 Em şervanên ku dixwazin bi hêza dîmenan haqîqetê bînin ziman. Çekê rastiyê ji yê derewan tûjtir e, û em vê taritiyê; tenê bi ronahiya ku em bi hev re biafirînin dikarin ji holê rakin. Hevgirtina me ronîkera (projeksiyona) herî bihêz e ku dê perdeya berxwedana me ronî bike…

 Bijî berxwedana Rojava!

 Jin, jiyan, azadî!

 Bijî sînemaya azad!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kobanê dorpêçkirî ye: Metirsî li ser jiyana bi hezaran sivîlî heye
Nûçeya Pişt re Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya bi koçberan re bang li ciwanan kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çete otobusên ku ji bo derxistina sivîlan hatine şandin, asteng dikin

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo derxistina sivîlan 50 otubus…

Ji aliyê Stêrk TV

Di encama êrîşa DAÎŞ’ê de 3 endamên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ragihand ku di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamegera dîlgirtî Eylem Babayigit: Em ê li hundir jî berdewam binivîsin

Rojnameger Eylem Babayigit ku ji dewleta Tirk ew dîl girt, diyar kir ku ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li bajarên Cizîrê agirê yekem ê Newrozê hat vêxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Nurhak Çiya di 15’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 969’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya Bakur: Em ê heta Salih Muslim bişopînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?