Konferansa 3’yemîn a Jinên Iraqî ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Weqfa Jinên Iraqî ve bi şîara ‘Bi tekoşîna hevpar li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparstinê’ li paytexta Iraq Bexdayê hat lidarxistin û bi eşkerekirina encamnameyê bidawî bû.
Encamnameya konferansê ji aliyê Berdevka Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sûham Şengalî ve hate xwendin.Encamnameya konferansê wiha ye:
“Di dîroka mirovahiyê de bi hezaran salan ji ber zihniyeta baviksalarî li ser tevahî, çandan, ol bawariya civakan û netewan Êzidî, Kurdên Feylî, Kakayî, Ereb, Mesîhî hwd komkûjî ango ferman hatine jiyan kirin.
Em jî wekî jin û civaka Êzidî sala 2014 an rastî fermana herî tarî, bi êş û metirsîdar hatin. Li ser fermana 74’an re deh sal derbas bûn. Fermana 74’ê ya 3’yê meha 8 a 2014’an di şexsê jin û civaka me de li dijî hemû gelan, li dijî çand, bawerî û kêm netewên li ser axa Iraqê dijiyan pêk hat. Fermana 74’an li hemberî wijdanê mirovahiyê û nirxên dîrokî ya bi hezarî salan hate kirin.
Em qurbaniyên 74 fermanan bi hûrmet û rêzdarî bibîrtîn in. Di şexsê şehîdên fermana 74’an de tevahî şehîdên ku ji bona parastina hebûn, çand û baweriya Êzidayetiyê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê sekinîn û li ber xwe dan bibîrtîn in. Em vê konferansa sêyemîn a 10’emîn salvegera fermanê ya bi dirûşmeya ‘Bi tekoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jinê, bibe dengê xweparastinê’ diyarî şehîdên 74 fermanan dikin, diyarî tevahî mirovahî û jinên ku di oxira tekoşîn û azadiyê de li ber xwe didin, dikin.
Em êşa wan jinên ku di vê fermanê de dîl ketin destê hovên DAIŞ’ê, li bazaran hatin firotin, penaber bûn û bi qêrîna xwe wîjdanê mirovahiyê hejandin parve dikin. Em dibêjin ku, em ê tu carî dengê qêrîna wan jinên li hemberî tarîtiyê qêriyan ji bîr nekin.
HETA KU NETEW DEWLET HEBE WÊ TALÛKEYA QIRKIRINÊ BIDOME
Em wekî civak bi taybet weke jin bi giştî ji roja fermanê û heta niha di pêvajoyekî pir giran û zehmet re derbas bûn. Hîna birînên fermanê nehatine derman kirin, bi sedên cara Şingal ji milê dewleta tirk ve rastî êrîşan hatiye. Siyaseta qirkirinê li dijî civaka me, li dijî, ciwan û bi taybetî li dijî jinên Êzidî berdewam dike. Me wekî civaka Êzidî ji vê siyaseta tine hesibandina îradeya me re got, ‘Fermana Spî’. Em êrîşên dewleta tirk li ser Şengal û li ser tevahî Iraqê şermezar dikin.
Siyaseta şerê qirkirinê, bi avakirina hêzên milîtarîst û kûrkirina zihniyeta nijadperest, olperest û zayendperest bi hemû dijwariya xwe li hemberî jinên azadîxwaz û gelan berdewam e. DAIŞ berhema zihniyeta netew dewletê ye, dijminê gelan, taybet dijminê jinan e. Heta ku netew dewlet li ser îradeya gelan serdestiya xwe bidomîne wê hêzên wekî DAIŞ’ê û metirsiya komkujiyan berdewam bike. Her wiha di derbarî welatan de, di serî de dewleta Tirk ye, ku piştgirî dan rêxistina terorê a DAIŞ ê , lê heya niha lêpirsîn an jî darizandinek pêk nehatiye. Ev yek rê li ber komkojî û dagirkeriya axa Iraqê vedike. Pêve girêdayî jenosîda 2014’an heya niha ji milê 13 welatan ve bi fermî hatiye nas kirin. Em vê yekê gelek girîng dibînin.
Wekî jinên ji hemû pêkhate, ol, bawerî û neteweyên cuda yên li ser xaka Iraqê jiyan dikin, rewşa jinan bi giştî di Iraqê de çi ye, zagonên di derbarê jinan de hatine ava kirin, bandorên zihniyeta serdest ya mêr, pergala netew-dewletê li ser jinê di kijan astê de tê jiyan kirin û encamên wê hatin dest girtin. Jin ne xwedî hebûn, nasname û îradeya azad in. Bi awayekî pergalî jin di her kêliya jiyanê de rastî tûndî, destdirêjî û bê mafiyê tên. Li hemberî viya pêwîstî bi tekoşînekî hevbeş ya tevahî jinên li ser xaka Iraqê dijîn heye.
Heta ku em weke jin, weke gelên bê parastin mane, nebin xwedî zanebûna xweparastinê, wê metirsiya komkujî, ferman û êrîşên netew dewlet û zihniyeta mêr bi berdewamî li ser me bidomin. Li hemberî qikirina civakê qirkirina jin mafê xweparstinê, xwe rêxistinkirinê yê hemû civak gelên bindest heya û heya dawî rewa ye.
‘NETEWEYA DEMOKRATÎK Û FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ RÊYA ÇERASERIYÊ NE’
Em weke jin û bi giştî civak bi pirsgirêkên cidî û pir giran re rû bi rû ne. Pergala kapîtalîst di her alî de di nava xetimandinekî cidî de jiyan dike. Lê ji bona ku xwe ji viya rizgar bike û pergala xwe ya desthilatdar bidomîne bi hemû rê û rêbazên kirêt siyaseta qirkirinê, şer û kuştinê li hemberî îradeya gelan, li hemberî tekoşîna jinê dimeşîne. Em rêya çareseriya hemû pirsgirêkên mirovahî jiyan dike di pêkanîna paradîgma netewa demokratîk û felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ de dibînin. Ji bona tevahî pirsgirêkên ku gelên Iraqê di aliyê siyasî, civakî, aborî û çandî de jiyan dikin bên derbas kirin, jiyanekî wekhev, azad û demokratîk pêşbikeve, netewa demokratîk yekane rêya çareseriyê ye. Heta ku îradeya gelan neyê nas kirin, qirkirina li dijî jinan neyê bi dawî kirin, hişmendiya serdest a mêr li ser jinê dimeşîne ji holê ranebê, ne şer bi dawî dibe ne jî çareseriyekî mayînde wê pêş bikeve. Ji bona pêşxistina çareseriyekî demokratîk, jiyanekî wekhev û azad ava bibe, me di konferansê de rol û pêşengiya jinê di çarserkirina hemû pirsgirêkên civakên li ser xaka Iraqê jiyan dike nîqaş kir.
Li ser vê bingehî em carekî din dest nîşan dikin heta ku li hemberî pergala kapîtalîst tekoşîna azadiyê li ser esasî hevbeşî û hevgirtina jinan û gelan pêş nekeve wê xeteriya komkujiyan berdewam bike. Li ser esasê ku em hêza xwe ya tekoşînê mezin bikin, rêxistiniya xwe bi hêz bikin û tola fermanan hilînin em carekî din di konferansê de biryardariya xwe ya tekoşînê bi bîr dixin. Emê bi rêxistin û tekoşîna xwe ya hevbeş pêşiya her cure şideta li ser jin û qirkina jinan bigirin.
Biryarên konferansê bi vî rengî ne:
*Ferman li ser civaka Êzidî li ser ax û welatiyên Iraqê hat jiyan kirin. Ji ber vê yekê em ji hukmeta Iraqê daxwaz dikin ku fermana 3/8/ 2014 an ser civaka Êzidî wek jenosayîd bi fermî were nas kirin.
*Em bang li welatên ku jenosad bi fermî nas kirina, her wiha saziyên navnetewî dikin. Ji bo darizndina çeteyên DAIŞ û hevkarên wan ku berpirsyarên jenosadê ne, bikevin nav liv û tevgerê. Di dadgehek navnetewî de werin darizandin.
*Di fermana 3/08/2014 an de, 3 hezar û 504 jin, 869 mêr û hejmarek mezin zarok, bi giştî nêzî 7000 mirovên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ ê. Hîna bi hezaran keç, jin, zarok û mirovên Êzidî di destê DAIŞ,ê de ne û çaranusa wan ne diyara. Ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan em bang li cihên peywendîdar, bi teybet bang li jin û civaka Iraqê dikin ku bikevin nava liv û tegerê.
*Ji sala 2017 heya roja îro dewleta Tirk bi balafirên şer û balafirên bê mirov bi sedan caran Şingal bomba baran kiya û komkujî pêk anîne. Êrîşên dewleta Tirk berdewamiya fermanê ye. Em daxwaz ji hikemeta Iraqê hêzên navnetewî dikin ku qada hewayî ya Şingalê demil dest ji dewleta tirk re bê girtin.
*Mirov li ser warê xwe dikare parstina ax, çand bawarî û hebûna xwe bike. Bi hezara mirovên Êzidî di fermanê de neçarî koçberiyê bûn û hîna li kampan de jiyan dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku vegerin Şingal û tu hêzek vegera wan astangî neke.
*Em bang jin, civak û hemî aliyê alîgir demokrasî û mafê mirovan dikin ku piştgirî bidin rêveberiya xweser a Şingalê. Her wiha em bang li hikumeta Iraqê dikin. Li gorî destûra Iraqê rêveberiya xweser a Şingalê bi fermî nas bike.
*Pêwîste jin bi xurtî tevlî xebatên siyasî, îdarî û civakî bibin. Mafê jinan bi rengek wekhev di hemû milan de bê misoger kirin, cihê kar zêdetir bê ava kirin di hemû beşê jiyanê de jin rastî destdirêjî, û şidetê neyên. Em girîng dibînin ku zagon bên nû kirin û zagona parastina mafê jin bikeve meriyetê.
*Ji bo pêşî her cure şidetê a ser jin taybet şideta nav malê, zewaca temen biçk bê girtin, pêwistî bi derwreyên perwerdê heye, wek hemlên ragihandinê, tendirustî û hemlên zane kirinê bêne pêşxistin.
*Mafê parstina nasnama çandî û olî ya jina Êzidî heye û pêwîste ev bê parstin û rêzgirtin jêre bê raber kirin. Her wiha jinên Êzidî yên ku ji destê DAÎŞ ê hatine rizgar kirin pêwîstiya wan zêdetir bi piştgirya pisqilojî, tendirustî heye daku bikaribe carek din xurt beşdarî nav civaka xwe bibe.
*Di roja îro de ji bo jin bikaribin jiyana xwe milê aborî baştir bi rêve bibin pêwîstî pê heye ku derfetên madî a kar û xebat bêne zêde kirin.
Di dawî de em fermana 3’ê meha 8 a 2014 an bi tundî şermezar dikin. Em bang li jinên cîhanê taybet jinên Iraqê dikin ku werin em bi hev re hesabê qirkirina jinên Şingalê ji sucdaran bipiersin. Em têkoşîna xwe a hevbeş mezin û xurt bikin, li bermberî hemû êrîş, şidet û qirkirina li ser jin bibin dengê xwe parastinê.”