Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re çend roj man û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) lez da çalakiyên xwe. Konferansa ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve hat organîzekirin û gelek jin û mêr jî tevlî bûn, bi şîara “Zayendperestî dikuje, têkoşîn dide jiyîn” pêk hat.
Konferansa ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hate lidarxistin, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Siyasetmedar Yurdusev Ozsokmenler, rojnamevan û aktîvîstên jin Denîz Bîlgîn û Songul Omurcan weke axevêr beşdarî konferansê bûn. Li eywana konferansê pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê hatin daliqandin. Moderatora rûniştina berî nîvro endama YJK-S’ê Dîlan Çetînkaya
RÊZANIYA RÊBER APO GIRÎNG E
Yurdusev Ozsokmenler têkiliya jin û mêr a di pêvajoya dîrokî de nirxand û diyar kir ku kapîtalîzm li ser keda jinê hatiye avakirin û got: “Jin qada herî mezin a îstîsmarê tê dîtin. Qirkirina zayendî ya yekem û duyemîn bû sedem ku serdestiya li ser civakê çêbibe û kûr bibe. Ez îdia dikim ku herî zêde keda jinan tê xwarin. Ji sedî 80’î jinan xizan û bê milk in. Mal û milk li ser mêran e. Jin her dem neçar in ku li hemû cîhanê di karên duyemîn de bixebitin.”
Yurdusev Ozsokmenler gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîrxist û got: “Rêzaniya Rêbertî ji bo me ji her tiştî girîngtir e.”
DIVÊ TÊKOŞÎN HER DEM BE
Denîz Bîlgîn jî anî ziman ku di sala 2023’an de li cîhanê 45 hezar jin hatin qetilkirin û kujer piranî endamên malbatê ne û gotÇ “Mixabin ji aliyê ‘hezkiriyên xwe’ ve hatin qetilkirin. Ev wêneyek pir xemgîn e. Li Swîsreyê di sala 1991’an de nîv milyon jin ji bo xebateke wekhev dest bi grevê kirin. Par jî bi heman daxwazê grev hatibû lidarxistin. Di vê demê de her çend geşedan hebin jî rewş zêde neguheriye. Zayendperestî her dem xwe hildiberîne, lewma divê têkoşîn berdewam be, ne tesaduf e ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di civaka Kurd de derketiye holê.”
DIVÊ MÊR JI GUHERÎNERÊ VEKIRÎ BIN
Di beşa sêyemîn û dawî ya konferansê de rojnamevana jin Songul Omurcan bi sernavê “Li dijî zayendperestiyê avakirina hevjiyana azad û di têkoşîna li dijî zayendperestiyê de rê û rêbaz” pêşkêşî kir.
Songul Omûrcan diyar kir ku pirsgirêka azadiyê ne tenê pirsgirêka jinê ye û got: “Pirsgirêka azadiyê bi piranî pirsgirêka mêran e. Divê hevkarên me xwe ji guherînê re vekirî bihêlin. Di derdorên partiyê de kesayetek demokratîk lê li malê kesayetek cûda nayê qebûlkirin. Şehîd Mahîr Atakan di perwerdeyan de ev yek pir zelal anî ziman. Divê em ji bîr nekin ku her mêr xwedî potansiyela kuştina jinê ye.”
Piştî axaftinan beşdaran nêrîn û pirsên xwe anîn ziman.
BIRYARÊN BEYANNAMEYÊ
Piştre jî daxuyaniya dawî ya konferansê bi beşdaran re hate parvekirin. Di deklerasyona ku bi yekdengî hat qebûlkirin ev biryar hatin girtin:
- Em ê bi perspektîfa ‘Hevjiyana Azad’ ya ku Rêber APO derxistiye holê, bi biryardarî bigihêjin armanca xwe ya rêxistinbûyîna li ser paradîgmaya ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê’. Di vê mijarê de hemû pêkhateyên me di warê stendina berpirsiyariyan bi biryar e.
- Taybetmendiya herî girîng a pergala me ya Konfederalîzma Demokratîk pergala ‘nûnertiya wekhev û hevserokatiyê’ ye. Divê pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev li ser esasê ‘Azadiya jinê azadiya civakê ye’ bê meşandin. Nêzîkatiyên ku bi awayekî fermî nêzî hevserokatiya me û pergala nûnertiya wekhev dibe, tenê weke xebatkar nêzî jinê dibe, jinê dide kêleka xwe, têkoşîna jinê dike hêsan dike, hemû neyînîyên bi jinan re vedibêje, di konferansa me de hatin şermezarkirin. Li dijî nêzîkatiyên bi vî rengî yên li dijî Îdeolojiya Azadiya Jinê û zayendperestiya ku li qadan derdikeve pêş, biryardariya têkoşîna zayendî ya bi radîkalkirina wê, weke plansazkirina perwerde, hişyarkirin, pirskirin, meşandina mekanîzmaya rexne û xwerexnekirinê tê meşandin. Biryara kesên di vê nêzîkatiyê de israr dikin hate dîtin ku ne tenê li pêşiya rêxistina me ya jinan, li pêşiya rêxistina me ya giştî jî astengiya herî mezin in.
- Her çend di rêzikname û bernameya me de helwesta me ya li hember ‘yên ku her cure tundiyê li jinan dikin’ diyar be jî, lê dem bi dem di nava rêxistina me de rewşeke ku bi helwestên lihevanînê dirêj dibe, derdikeve holê. Di konferansa me de careke din hate bibîrxistin ku di der barê pêkanîna bername û rêziknameya me de tu helwest nayê qebûlkirin û erka hemû xebatkarên me ye, tenê jin e ku di vê mijarê de rêziknameya xwe bi cih bînin.
- Çalakiyên bilindkirina hişyariyê, bi hişmendiya ku zayendperestiya ku ji hêla kapîtalîzmê ve bi reklamên jinan, medyaya civakî, pornografî û hwd ve tê geşkirin, çavkaniya nexweşî û xemgîniyê ye û ji bilî vê, westandinek û mirina zû, biryardariya redkirina van yekan e. Li dijî êrîşên bi vî rengî yên zayendperest derketine û bi awayekî aktîf têdikoşe. Li ser nêzîkatiyên radîkalkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, nepejirandina nêzîkatiyên ku êrîşên zayendîparêz vedişêrin û nêzîkatiyên pêşdebirinê qebûl nakin û bi taybetî jî têgihiştina avahiya me ya giştî ku xwe ji van êrîşan berpirsyar nabîne şermezar dikin.
- Konferansa me li hemberî diyardeya mêrtiyê hatiye avakirin, pêwîstiya ‘kuştina mêran’ û di xeta azadiya jinan de ji nû ve hevgirtin û xurtkirina jinan destnîşan kir.
- Êrîşên îdeolojîk ên weke tundiya mêr, olperestî û zayendperestiyê ku bi koçberiyê, wêrankirina ekolojîk û krîza civakî kûrtir dibin, di nava civakê de bi xurtî nîqaş li ser xisara ku diqewimin û çareseriyan çêdibin, biryar hate girtin.
- Kirina xebatên çand û hunerê yên ku di têkoşîna li dijî zayendperestiyê de xwedî roleke diyarker in, bi armanca afirandina estetîka jinan, veguhertina têkilî û şêwazên jiyanê yên jin-mêr, û derbirîna exlaqê azad û xebatên lêkolînê.
- Di hemû meclîsan de li dijî zayendperestiyê perwerde, panel, kargeh û hwd. biryar hat dayîn ku lêkolîn di salê de herî kêm 4 caran bên kirin. Biryar hat dayîn ku li ser esasê guhertin û veguhertina mêran têkoşîna zayendî bi awayekî aktîf bê meşandin û li ser vê bingehê ji bo mêran perwerdeyên taybet bên kirin. Di plansazkirina van xebatan de bi koordînasyona perwerdehiya jinan û rêveberiyên meclîsê re û her wiha di perwerdehiyên tevlîhev ên li qadan de ku her sal tên lidarxistin mijarên Hevjiyana Azad, Jineolojî, Hevserokatî û nûnertiya wekhev weke mijarên bingehîn lihevkirinek pêk hatiye.