Konferansa Ronakbirî ya Şengalê, piştî peyama Rêber Apo û peyama Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, bi peyamên mêvanên konferansê berdewam kir. Peyamên ku li ser navê çand, ol û baweriyên Iraqê û Rojhilata navîn hatin pêşkeşkirin, hêza pêkvejiyana gelan û her wiha piştgiriya gelên Rojhilata Navîn a ji bo civaka Êzidî û gelê Şengalê nîşan dan.
Konferansa Ronakbirî ya Şengalê, bi reng û dengên xwe yên dewlemend, li dijî olperestî û zayendperestiya ku li ser gelan tê meşandin, rêya çareserî û rizgariyê nîşan dide.
SUNNÎ, ŞÎA, KAKAYÎ, ZERDEŞTÎ Û CIHÛ BEŞDARÎ KONFERANSÊ BÛN
Di konferansê de li ser navê Kakayîyan çalakvana jin Semîra Mihemed Hiseyin, Rawêjkarê Parlemena Kurdistanê Ji Bo Jenosîdê Nasir Kirêt, zanayê olî û peyamnerê aşitiyê Mele Nadir Elî, rojnamevan û çalakvanê siyasî Sebhî Bedrî, Serokê Partiya Teqedûm Seîd Bedûş, Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Şengalê Dawid Cindî û Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Şîlan Denîz peyamên xwe pêşkeşî konferansê kirin. Di hemû peyaman de piştgiriya ji bo têkoşîna civaka Êzidî û îradeya pêkvejiyana gelan derket pêş.
Piştî peyaman, rojevên nîqaşê yên konferansê destpêkirin. Gotara yekemîn a konferansê ya bi navê ‘Di herîkîna dîrokê de hebûna civakî ya Êzidiyan’, ji aliyê Endama TAJÊ Riham Hesen ve hate pêşkeşkirin. Xalên esasî yên gotarê bi vî rengî ne;
“Civaka Êzidî di esas de, civaka jinê ye. Hebûna 73 fermanan ya rastî sembolik e, em dizanin ji vê hejmarê qat bi qat zêdetir êrÎşên mirinê hatine ser hebûn û azadiya civaka Êzidî. Dayîk nîştîmana Êzidiyan a ku dergûşî ji şaristaniyê re kiriye, bi serdestiya zilam re heta roja îro timî rastî êrÎşan hatiye. Erdnîgariya Kurdistanê ya bi heybet, ji bo vê civaka qedîm bide jiyandin, dayiktiyeke bê qisûr jê re kiriye.
Bi berfirehbûn û belavbûna împeratoriya Brîtanî re, ev kok û cewhera civakî zuha bûye. Heta salên 1792’an jî civaka Êzidî bi awayekî nîv azad û weke koçerên çol û çiya hebûna xwe dewam kiriye. Ji vê dîrokê û şûn de, dîroka serberjêr çûyîn û qirkirina fizîkî ye. Ango êrişa yekemîn li ser Mila, Şerqa û Dina destpê dike û bi êrişa 1892’an a Firîq Paş a li ser Şengalê bi dawî dibe. Ji wê dîrokê û şûnde ji aliyê Osmanî û Brîtanî ve Êzidî ji dîroka însaniyetê hatine jêbirin. Ew roj û ev roje êdî bi ti awayî civaka Êzidî nikariye xwe kom bike.
Roja îro pisgirêkeke cidî ya hebûn û azadiya Êzidiyan heye. Ya rastî civaka Êzidî ewqasî ji hêz û îrade ketiye, nikare tarîfek rast li vê rewşa xwe bike. Ji bo ku em weke civaka Êzidî bikaribin nasnameya xwe ji nû ve tarîf bikin û hebûn û azadiya xwe bixin bin ewlehiyê, divê em di nava herikîna çemê pîroz yê dîrokê de hebûna xwe ya civakî rast nas bikin.”
Piştî pêşkêşkirina gotarê, nivîskar Osman Çelîk jî bi rêya online beşdarî nîqaşan bû. Rojev, bi nirxandinên beşdarên konferansê bi encam bû.
Konferans bi pêşkeşkirina gotaran û nîqaşan berdewam dike.