Konferansa Sosyolojiya Azadiyê ya bi dirûşma “Hezkirina ji bo min, pêkanîna ramanên min a di jiyanê de ye” li bajarê Reqayê ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve hatiye organîzekirin bi nirxandina beşa duyemîn a bi sernavê “Azadî li paş dîwarên girtîgehê” dewam kir.
Endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Meryem Osman, beşa duyemîn a konferansê bi rê ve bir û bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got, “Li gorî nêrîna Rêber Abdullah Ocalan azadî, hêza belavbûna civakî ye. Rêber Abdullah Ocalan vê yekê weke tevgereke exlaqî binav dike. Exlaqên civakî bê azadî ne pêkan in. Ji ber ku azadî, kaniya exlaqê ne.”
Endama nivîsgeha perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ala El Ewad jî nêrîna xwe der barê mijarê de anî ziman û got, “Rêber Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de dîlgirtiye, lê bi fikrên xwe azad e. Ev fikr, di nava gelên xwedî li wî derdikevin, belav dibe û li ser şopa wî dimeşin.”
Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme Nasan, jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevrêyê jina ye û hewl daye jin azadiya xwe bi dset bixe û wiha got, “Divê em jî têkoşînê mezin bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”
Hevseroka Komîteya Hundirîn a kantona Reqayê Ayşe Şawîş, destnîşan kir ku bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin azad bûn.
Hevseroka Desteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îlham Mitlî got, “Rêber Abdullah Ocalan neteweyek tenê diyar nekir. Mînaka wê jî, ew e ku fikrên wî di nava gelan, olan û kêmneteweyan de belav bûn. Em jinên Suryan, xwedî li ramanên Rêber Abdullah Ocalan derdikevin. Rêgezên ronakbîrê me Mixaî Hadodo digere nav xwe. Em hewl didin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”
Piştî nîqaşên berfireh, jinan li ser girîngiya lidarxistina mîna van çalakiyan li hev kir, ji bo ku li ser asta cîhanê zext li dewleta Tirk bê kirin, da ku ew jî tecrîdê bi dawî bike û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidestxistin.
Her wiha konferansa bi encanmayekê bi dawî bû ku xalên wê wiha ne:
Ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê jin têkoşînê mezin bikin û çalakiyên cihereng li dar bixin.
Divê ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirtûkên wî werin wergerandin û bên belavkirin.
Ji bo nasandina têkoşîn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li girtîgehê, destpêkirina hemleyan di nava komîn û meclîsan de.
Domandina şêwirên xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dest bi xwendina pirtûka çaremîn (Rojhilata Navîn) bê kirin.
Lidar xistina mîhrîcana ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Xwe bigihînin tevahî rêxistinên mirovî ji bo ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere bibe û amadekariyên lidarxistina panelan bê kirin ji bo ku balê bikişînin ser tenduristiya Abdullah Ocalan.
Pêşxistina koordîneyê ji bo lidarxistina çalakiyên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser asta cîhanê û herêmî.
Praktîkkirin û belavkirina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Belavkirina aboriya civakî ji ber ku bingeha modernîteya demokratîk e.
Ji bo avakirina malbateke demokratîk praktîkkirina qanûna malbatê
Ji bo naskirina modela rastîn a civaka hevbeş û azad, pêşxistina zanista jinan.
Ji bo avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk, bi rêya perwerdeyê pêşxistina jinan.
Belavkirina têgeha ekolojiyê bi rêya lidarxistina hemleyên hişyariyê ji bo parastina hawîrdorê.
Ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteya terorê, avakirina komîteyeke hiqûqî.
Dûre komeke girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, berhemên xwe pêşkêş kirin.
Komîteya Amadekar, pirtûk û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek diyarî li beşdaran belav kirin.