Pêncşem, 26 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serdar Şîtîlay 33 sal şûnde hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo berdana Mehmet Emîn Çam bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin hate wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê roja Înê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên enternasyonalîst serdana Amarayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Milazgirê de banga ji bo ‘mafê hêviyê’ û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ruhê Hefteya Lehengiyê hêza afirandinê ya berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Konferansa Yekhelwestiya Hevpar bal kişand ser avakirina Sûriyeya demokratîk
Rojava

Konferansa Yekhelwestiya Hevpar bal kişand ser avakirina Sûriyeya demokratîk

Di encamnameya Konferansa Helwesta Hevpar a Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate diyarkirin ku konferans “îradeya azad, hişmendiya giştî ya hevpar, israra avakirina Sûriyeyeke azad, yekgirtî, demokratîk, pirrengî, nenavendî” nîşan da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi beşdariya 500 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çandê ya Hesekê ya kantona Cizîrê hate lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.

 

Serokê meclisa Êla El Teyî ya Ereb Hesen Ferhan encamnameya konferansê xwend.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke nîştimanî ya hestiyar de û bi berpirsyariyeke hevbeş li hember rewşa heyî û siberoja welat hat lidarxistin. Di konferansê de vîna nûnerên ji tevahî pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Ermen û Çerkes amade bûn. Pêkhateyan pabendbûna xwe ya hevbeş li hember rêveçûna nîştimanî ya demokratîk a berfireh a li ser bingeha pirrengî, şirîkatî û hemwelatîbûna wekhev anî ziman.

SÛCÊN SÎSTEMATÎK Û DERMIROVÎ

Di daxuyaniyê de hat gotin ku beşdarên konferansê behsa kûrahiya dîrokî, dewlemendiya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, paşguhkirin û dûrxistina ku ji hêla pergalên navendî ya li Sûriyeyê ve, kir. Ev yek bi taybet di serdema rejîma hilweşyayî de hat kirin. Rejîmê li dijî pêkhateyên herêmê siyasetên sîstematîk ên çewisandina nasnameyan, lawazkirina binesaziya civakî û aborî, ferzkirina projeyên guhertina demokratîk, mehrûmkirina şêniyan ji mafên xwe yên bingehîn ên temsîlkirin û beşdarî û geşepêdana adilane, pêk anîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Tiştê îro di vê qonaxa dîrokî ya werçerxê de ji reftar û kiryarên rojane yên li dijî xelkê Sûriyeyê nexasim li dijî xelkê peravê, Siwêdayê û xiristiyan pêk tên, dikevin xana sûcên dermirovî. Pêdiviya wan bi lêpirsîneke yekalî û xebateke zelal û şefaf heye, ji bo ku sûcdar kî dibin bila bibin werin diyarkirin. Ev sûc li dijî tevahî mozaîka neteweyî ye.”

RÊVEBERIYA XWESER MODELEKE HEVPAR E

Di konferansê de hat aşkerakirin ku pirrengiya neteweyî, olî û çandî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jêdera dewlemenedî û hêzê ye. Divê ev pirrengî di binyada siyasî û rêveberî de were xurtkirin û temsîla tevahî pêkhateyan were kirin. Modela Rêveberiya Xweser modeleke hevparî ye dikare were pêşxistin û xurtkirin û ji bo birêvebirina civakî ya demokratîk modeleke zindî ye.

QSD JI BO ARTÊŞA SÛRIYEYÊ DENDIKA PÊWÎST E

Beşdaran fedakariyên ku QSDˊê di parastina herêmê û rûmeta gelên wê de dane, silav kirin û got QSD ji bo avakirina artêşeke nîştimanî ya Sûriyeyê ya nû, pîşeyî û dilxwazî dendika pêwîst e. Ji ber ku temsîla rast a civaka Sûriyeyê dike, welat û xaka wê diparêze.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Ji ber baweriya me bi yekitiya Sûriyeyê û serweriya wê, em diyar dikin ku çareseriya maydîne bi destûreke demokratîk pêkan e. Ji ber ku ew destûr dewleteke nenavendî ava dike ku beşdariya rastîn a hemû pêkhateyan di pêvajoya siyasî û îdarî de, li gorî azadiya baweriyê, edaleta civakî û rêveberiyeke baş, garantî dike.”

DANEZANA DESTÛRÎ YA DEMOKRATÎK

Girêdayî mijarê beşdaran diyar kir ku Danezana Destûrî ya heyî daxwazên gelê Sûriyeyê yên azadî û rûmeta mirovahiyê pêk nayne. Ji lew re divê ji nû ve lêvegereke çêbe ku misogeriya beşdariya berfireh û temsîlirina edilane di vê qonaxa veguhêz de, pêk bê.

Konferansê destnîşan kir ku pêdiviya pêkanîna lihevhatina nîştimanî bi destpêkirina rêveçûna aktîv ji bo edaleta pêvajoya veguhêz heye. Da ku rastî were eşkerekirin, lêpirsîn bêyî tu cudahiya çêbe û were misogerkirin sûc dubare nebin. Ev jî jîngeheke guncaw ji bo vegera ewle û rûmet û dilxwazî ji koçberan re ava dike.

ROLA JIN Û CIWANAN 

Beşdaran girîngî da rola aktîf a jinan, ciwan û civaka sivîl di pêşengiya proseya jinûve avakirinê, xurtkirina nirxên aştiya navxweyî, diyalogê, redkirina kîndariyê de.

Di konferansê de hat gotin ku divê jinûve dabeşbûnên îdarî yên niha di ber çavan re werin derbaskirin ku li gorî rewşa demografî û geşepêdanî ya Sûriyeyê be û taybetmendiyên erdnîgarî, dîrokî û çandî ya civakên xwecih nîşan dide.

LIHEVKIRINA BERFIREH A NETEWEYΠ

Di konferansê de Peymana 10ˊê Adarê ya di navbera QSDˊê û hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin, encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku ew li gorî wê tev digerin ku weke gavên avaker ên ber bi lihevkirineke nîştimanî ya berfireh in, baweriya sûriyeyiyan bi welat û siberoja hevbeş vedigerîne.”

Ji bo avakirina projeyeke nîştimanî ya berfireh ku Sûriyeyê ji krîza wê ya niha derdixe, di konferansê de banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh hat kirin ku tê de tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk beşdar bin. Ji ber ku ev kongre dê di xêzkirina nasnameya nîştimanî ya rastîn a berfireh de ji bo tevahî Sûriyeyiyan bibe alîkar.

Di dawiyê de hat gotin ku belgenameya ji Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye û naveroka wê; îradeya azad, hişmendiya giştî ya hevpar, israra avakirina Sûriyeyeke azad, yekgirtî, demokratîk, pirrengî, nenavendî nîşan dide.

Wê di çend rojên bê de belgenameya ku beşdaran di konferansê de erê kiriye, were eşkerekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ‘Sûriyeyek nû’ bûn yek deng
Nûçeya Pişt re Ji bo ‘Meşa Aştî û Civaka Demokratîk’ bang
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karayilan: Gelekî ku lehengên xwe hebin, wê teqez bi ser bikeve

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî û anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star û rûspiyên Dêrikê piştgirî dan QSD’ê

Kongra Star û Rûspiyên bajarê Dêrikê, diyar kirin ku ew tevlî banga seferberiya giştî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Hate qedexekirin ku Zeynep Celaliyan malbata xwe bibîne

Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku 17 sal in li Îranê girtî ye, lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Rêber Apo bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Egîd Cemal ê li Reqayê şehîd bû hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Ehmed û berpirsa UNICEF’ê li ser perwerdehiyê axivîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Yekta Herekol li Dêrikê hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?