Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna 6’an a koma nivîsandinê bi dawî bû: ‘Xebat dewam dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokeşîrên Şengalê: Her cûre leşkerîkirin û ferzkirina şer a li ser Şengalê red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranye li ser Roja Zimanê Dayikê semîner hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran kongreya xwe lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA-GEL: Sala 41’ê wê bibe sala têkçûna faşîzm û xiyanetê
Kurdistan

KONGRA-GEL: Sala 41’ê wê bibe sala têkçûna faşîzm û xiyanetê

KONGRA-GEL diyar kir ku pêvajoya heyî ji bo gerîla û gelê Kurd pêvajoya têkbirina faşîzm û xiyanetê ye û got, "Li ser vî esasî jî pêvajoya azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka gelê Kurd e. Êdî dem hatiye, dagirkerî û xiyanet yê bi hev re têk biçin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi sernavê “Sala 41’ê wê bibe sala têkçûna faşîzm û xiyanetê” salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi peyamekê pîroz kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Em salvegera 40. a Cejna Gerîla di serî de li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, girtiyên zindanan, gelên Kurdistanê û mirovahiya pêşketî pîroz dikin. Bi wesîleya vê cejnê em bi taybetî hemû gerîlayên azadiyê bi hezkirin û bi rêzgirtin silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. 

Di şexsiyeta fermanderê mezin heval Egîd de hemû şehîdên şoreşê bi rêzgirtin û bi minnet bi bîr tînin. Bi vê wesîleyê cejna malbatên şehîdan pîroz dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.”

‘BERIYA 15’Ê TEBAXÊ BÊHÊVÎTÎ Û NEÇARÎ BÛBÛ QEDERA GELÊ KURD’

KONGRA-GEL diyar kir ku beriya pêngava 15’ê Tebaxê li çar parçeyên Kurdistanê bêhêvîtî û neçarî bûbû qedera gelê Kurd û got, “Piştî têkçûna serhildana Agiriyê, dagirkerê Tirk li çiyayê Agirî bi wêneyeke li ser merzelekî bi dirûşma ‘Kurdistana xeyalî li vê derê hate definkirin’ serketina xwe îlan kiribûn.

Hem serhildanên Kurdistanê serneketin hem jî siyaseta komkujiyê ya ku dagirkeran li ser gelê me dane meşandinê, di nav gel de bêbawerî, tirs û ruhê teslîmiyetê çêdike. Li Kurdistanê siyaseta ji hêza gelê xwe ne bawer û li ser esasê nokeriya dijmin xwe dide jiyîn, li ser vê bingehê çêbû. Li Kurdistanê malbata Barzaniyan temsîla vê xeta xiyanetê dike.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê li hemberî dagirkeriyê pêngava baweriya ji hêza xwe û ya gelê xwe ye û got, “Pêngava 15’ê Tebaxê agirê ku li Newrozê Mazlum Dogan vêxist, bi agirên Çar’an gur bû, bi berxwedana 14’ê Tîrmehê bû temsîla ruhê Apogeriyê, bi 15’ê Tebaxê jî ew ruhê fedayiyên Apogeriyê bi çekê gerîla gihîşt çiyayên Kurdistanê. 40 sal e bênavber dewam dike û li ser vê bingehê jî şoreşeke bê emsal e. 

‘BI PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ RE XWELIYA MIRINÊ JI SER GELÊ KURDISTANÊ HATE AVÊTIN’

Bi pêngava 15’ê Tebaxê ew xweliya mirinê ya ku dagirkeran li ser gelê Kurdistanê raxistibûn, hat paqijkirin. Ew merzelê ku dagirker li ser çiyayê Agirî temsîlî çêkiribû, bi pêngava 15’ê Tebaxê ew bû merzelê hevbeş ê dagirkerî û xiyanetê. Pêngava 15’ê Tebaxê diyar kir ku êdî dîroka Kurdistanê li ser bingeha serketina dagirkerî û xiyanetê dubare nake.

Li ser vî esasî 15’ê Tebaxê li çar parçeyên Kurdistanê bandora xwe çêkir û bû bingeha şoreşeke civakî, bû bingeha arteşbûna jinê. ‘Jin Jiyan Azadî’ eger îro li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bûye armanca jiyanê, di bingeha wê de ev pêngav heye.”

‘GERÎLA HÊZA STRATEJÎK E, DIVÊ EM VÊ HÊZÊ TIMÎ MEZIN BIKIN’

KONGRA-GEL destnîşan kir ku artêşa gerîla di vê pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de li ser bingeha ‘Modernîteya Demokratîk’ bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê bûye hêzeke esasî û bi vî rengî dewam kir:

“Ji bo serketina pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hêza herî stratejik bêguman hêza gerîla ye. Ji ber vê yekê jî pêwîstî heye ku em wek gel vê hêza xwe her tim mezin bikin. Bi taybetî keç û xortên gelê me di vê dema pêvajoya têkçûna rejîma faşîst a Tirk û xiyaneta malbata Barzaniyan de pêwîste tevlêbûna gerîla ji bo xwe bikin esas.

Di vê pêvajoyê de ji bo ku têk neçin, li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk û malbata Barzaniyan li hemberî gerîla hemû derfetên xwe seferber kirine. Malbata Barzaniyan wek hêzeke dewleta Tirk, bi hemû derfetên xwe ji artêşa Tirk re xizmetê dike, yanî qedera xwe yek kirine. Malbata Barzaniyan êdî ji xiyanetê jî derbaskirine, bi her tiştên xwe teslîmî dewleta Tirk bûne.”

KONGRA-GEL destnîşan kir ku ji bo paşeroja azad a gelên Kurdistanê têkoşîna sala 41’ê ya gerîla gelekî girîng e û got, “Pêwîste gelê me û dostên me li gorî vê rastiyê di vê pêvajoyê de têkoşîna şerê şoreşgerî ya gel bilind bikin û li ser vî esasî jî bibin bersiva gerîlayên azadiyê.

Ji bo bersîvdayîna li vê pêvajoyê, bi taybetî jî li qada civakî li ser şaxên neteweya demokratîk pêwîste xebatên avakirina civakî bi aliyên hemû pêkhateyên pergalê ve esas bêne wergirtin.

‘EV PÊVAJO JI BO GERÎLA Û GELÊ ME PÊVAJOYA TÊKBIRINA FAŞÎZM Û XIYANETÊ YE’

Ev pêvajo ji bo gerîla û ji bo gelê me pêvajoya têkbirina faşîzma dewleta Tirka û xiyaneta malbata Barzaniyan e. Li ser vî esasî jî pêvajoya azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka gelê Kurd e. Êdî dem hatiye, dagirkerî û xiyanet yê bi hevre têk biçin. Bila sala 41 bibe sala têkçûna faşizm û xiyanetê.

Bi vê bîr û baweriyê em di têkoşîna sala 41. de ji bo gerîlayên azadiyê û ji bo şerê şoreşgerî ya gel re serketinê dixwazin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em agirê azadiyê yê fermandar Egîd her roj hîn mezin dikin’
Nûçeya Pişt re NPG: Di sala 41’ê de bi Egîdbûnê em ê di asta herî bilind de li ber xwe bidin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de 5 leşker mirin

Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê de ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê de 5 leşker…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlementoya Bangladeşê hate fesihkirin

Piştî prostestoyên ku bi heftayan e li Bangladeşê berdewam in, Serokwezîr Şex Hasîna ji welat…

Ji aliyê Stêrk TV

Klîba ji bo bîranîna Şehîd Mihemed û Zozan

Ji bo bîranîna Şehîd Mihemed Gabar û Zozan Omer klîbek hate weşandin. Strana klîbê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Rapora AOAV: Li seranserê cîhanê bikaranîna çekên teqemenî kêm bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê teqîn: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

11 malbatên DAÎŞˊî ji nû ve vegerîn kampa Roj

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?