Şemî, 28 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Em li gel gelên Îranê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz wê bi şîara ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ were pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arakçi-Huseyîn civiyan: Îran wê baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Iraqê hedef bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Holloway: ‘Azadiya Ocalan wê deriyê demokrasiyeke kûr veke’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Demir: Avêtina gavên zagonî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    12 salan de 5 hezar û 659 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya TAJÊ eşkere bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Humsê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kobanê dest bi amadekariya 8 Adarê kirin: ‘Em ê li ser xeta Sakîneyan bin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star bernameya 8’ê Adarê eşkere kir
Jin

Kongra Star bernameya 8’ê Adarê eşkere kir

Kongra Star bernameya çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li 6 bajaran bên lidarxistin, eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Kongra Star têkildarî çalakiyên bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla berdevka Kongra Star a Qamişloyê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankrin ku bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ew ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û hate gotin: “Di serî de, di bîranîna giyan û xeyalê sembola berxwedana demê şehîd Denîz Çiya, Feraşîn, Rojbîn û tevahî şehîdan de, bi dilsoziya ku em ê bibin şopdarê rêya Sekînayan, Arînan, Evêsteyan, Salîha, Jiyan û Zeyneban 8`ê Adarê li Rêber Apo û li tevahî jinan û kedkaran pîroz dikin. Em 8`ê Adarê pêşwazî dikin û diyar dikin ku ev roj ne roja şahiyeke ji rêzê ye, lê belê ji bo me roja tekezkirina têkoşin, serhildan û bilindkirina asta rêxistin û berxwedana li hember tevahî hişmendiyên desthilatdar yên ku dijminatiya nasnameya jin a azad dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin bi dehan salan e bi fedekarî û bedelên giran civak ber bi azadiyê ve bir û bûn pir ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê, lê “rejîma demkî bi wehşiyeteke pir mezin a li dijî pîvan û exlaqê mirovahiyê, rêbaz û zîhniyeta DAÎŞ`ê temsîl dike; êrişî rol, misyon, nasname, çand û hebûna jinan dike, dixwazin vîna wan bi avêtina giyanê Denîzan û birîna keziya şervana Kurd a ku bi canê xwe yê ciwan rûmeta tevahî gel û jinên azad parast” bişkînin, wan qir bikin û wan ji rêya azadiyê jî dûr bixin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku lê bi ruhê Şoreşa Jin û bi baweriyek pir mezin bi serkeftina aştiyê û gihştina demokrasiyê, ew tekez dikin ku ew ê bi hûnandina keziyên keçên Kurd şerê qirkirin û tunekirinê yê li dijî gelê Kurd tê meşandin, vala derxin û destkeftiyê şoreşa xwe bi hûnandina keziya azadiyê xeyal, hêvî û baweriya jinên cîhanê yên ku bi şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bawerkirin vala nederxin û neşkînin. Li hember tevahî kujerên jinan û civakê ew ê bibin mertalên berxwedêr û ax, ziman, nasname, çand û rûmeta xwe biparêzin û bibin mîmarê jiyanek azad û wekhev.

Di daxuyaniyê de Kongra Star çalakiyên xwe yên ku dê li ser asta bajarên Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê li dar bixe, eşkere kir:

Di 1`ê Adarê de bi destê jinan tevahî bajar, rê û derî bên xemilandin, keziyeke 100 metre were hûnandin.

1`ê Adarê bi pêşengiya Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya YPJ`ê dê çalakiyên hunerî li Navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Di 2`yê Adarê de li bajarê Tirbespiyê civîna jinan were lidarxistin.

Li bajarê Qamişlo bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan rêzesemîner û sinevîzyon werin lidarxistin.

Li bajarê Çilaxa dê jinên ciwan pankartên ku bi dest hatine xêzkirin bidaliqînin.

Di 3`yê Adarê de li piraniya bajaran semîner bên çêkirin û malbat werin ziyaretkirin.

Di 4`ê Adarê de li bajarê Amûdê civîna jinan were lidarxistin.

Jinên ciwan û Kongra Star bi hev re serdana gundê Jinwar bike.

Li Qamişloyê jinên ciwan dê li 2 cihan têkildarî parastinê semîneran çêkin.

Wê ziyareta malbatan bidome û bi şev serdana bendên parastinê bê kirin.

Jinên ciwan bi zarokan re dê balonên ku li ser wan “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye nivîsandin berdin ezmanan.

Di 5’ê Adarê de li Dêrik meşa meşeleyan bê lidarixistin û jinên ciwan jî filmekî li heman cihî bide pêşandan.

Li Girkê Legê dê ji bo kedkarên jin gul werin dayîn.

Li Tirbespiyê civînek were lidarxistin.

Li Qamişloyê meşa bi meşaleyan.

Li Amûdê dayîna semîneran.

Di 6`ê Adarê de li Dêrikê bi pêşengiya jinên ciwan çalakiyek were lidarxistin.

Li Dêrikê dê bi zarokan re balon werin berdan.

Di 7`ê Adarê de li tevahî pakrewangehên şehîdan dê bi malbatê şehîdan re mûm werin vêxistin.

Bi pêşengiya jinên ciwan dê li Çilaxayê gul li jinan werin belavkirin.

Li Girkê Legê meşa bi meşaleyan.

Li Amûdê daxuyanî were dayîn û kezî bê hûnandin. 

Di 8`ê Adarê de dê li bajarê Qamişlo û Dêrikê 2 şahî werin lidarxistin.

Piştî dayîna daxuyaniyê jinan ji bo bîranîna bûyera qutkirina keziyê şervaneke jin bi 100 metreyî qumaşên ku rengê biharê nîşan dide, kezî hûnandin. Dê ew kezî sibe bê daliqandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 12 salan de 5 hezar û 659 jin hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Hêzên dewleta Îranê birîndarên li nexweşxaneyan qetil dikin’

Li gorî agahiya şahidan, li gelek nexweşxaneyên Îranê birîndarên xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li cihê paradîgma Rêbertî hebe, serketin û azadî misoger e’

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Barîn Sorxwin diyar kir Rêber Apo ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî serdana şîna gerîla Avînar Merîvan kirin

Ji bo gerîlaya HPG’ê Rozan Vîldan Kizmaz (Avînar Merîvan) a ku 6’ê Nîsana 2018’an li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

12 salan de 5 hezar û 659 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroz wê bi şîara ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ were pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya TAJÊ eşkere bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?