Şemî, 7 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Dumlu ava vexwarinê nayê dabînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê Berxwedana Koçgiriyê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê piştî êrîşê, girtiyên siyasî hatin veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê rojnamevana ku talankirina daran kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê partiyên Rojhilat 4 car hatin bombebaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Saziyên Jinan yên Rojhilatê Kurdistanê peyama 8’ê Adarê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji tevgera jinan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ev 8’ê Adar divê veguhere referandûmê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji bo 8’ê Adarê danezan amade kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Sibatê de 4 rojnamevan hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Parastina destketiyên jin erka me ya sereke ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir
Jin

Kongra Star salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir

Kongra Star salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û got, “Bedelên wê çi dibin bila bibin dawiyê serkeftin wê ya azadîxwaz û demokrasîxwazan be.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Kongra Star bi boneya salvegera 13’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“19’ê Tîrmeha 2012’an, roja ku gelê me bi îradeya diyarkirina çarenûsa xwe rabû ser piyan û dest bi pêvajoyek veguherîna civakî ya radîkal kir. Îro, em salvegera 13’emîn a vê şoreşê pîroz dikin.

Pêvajoya ku bi avakirina meclîsên gel li Kobanê dest pê kir, veguherî pêvajoyek avakirinê li ser bingeha prensîbên azadiya civakî, wekheviyê û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Şoreşa Rojava bi xebata kolektîf û îradeya gel, bêyî ku xwe bispêre destwerdana derve, pêş ket. Armanca van gavan ne tenê guhertina şêweyekî hikûmetê, tevahiya jiyanê bû.

Jinan hêza pêşeng a vê pêvajoyê pêk anîn. Jinan di her warî de însiyatîf girtin, rêxistina xwe afirandin, beşdarî mekanîzmayên biryardanê bûn û parastina xwe pêş xistin. Wekî Kongra Star, me jî xeta azadiya jinan a ku bi şoreşê re geş bû, berfireh kir û ew gihand roja îro. Ev têkoşîn, ku ji hêla jinên Kurd ve hatiye destpêkirin, niha bi jinên Ereb, Asûrî, Ermenî, Durzî, Elewî û Êzîdî re bûye hêviyeke mezin. Li ser baweriya ku jin dikare sedsala 21. da pêşengtiya aşitiyê bike mohra xwe li guhertin û veguhertinê da û dide. Em bidestxistina azadiyê ji bo hemû jinan, bêyî ku nasname, bawerî, çand û zimanê wan çi dibe bila bibe, wekî armanca xwe ya bingehîn dibînin.

Îro li Sûriyeyê avahiyên ku dixwazin dengê jinan bitepisînin, ji nû ve tên vejandin. Yên ku navendîbûnê didin pêş, rêziknameya Şerîetê diparêzin û hişmendiya zayendperest, Olperest ji nû ve hilberînin, gefê li ramana jiyana hevpar a di navbera gelan de dixwin. Ev nêzîkatî, ku di bin navê destûreke nû û pêvajoya veguhêz de îradeya jinan di danûstandinan de înkar dike, ne çareserî berovajî krîzeke kûrtir temsîl dike.

Peymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser beşdariya wekhev a nasname û baweriyên cihêreng hatiye damezrandin. Cihê jinan di sîstema hevserokatiyê de, xwerêxistinkirina wan di sektora parastinê de û modela jiyana komunal a ku di her aliyê civakê de misoger dike, nîşanên berbiçav ên vê hevpeymanê ne. Şoreşa Rojava bi saya vê peymanê, ku bi keda jinan hatiye hunandin, kariye bijî. Divê Sûriyeyeke nû li dora prensîbên naskirina îradeya gelan, hêza biryardanê ya jinan garantî dike were ava kirin ku hemû rengên civakê bi awayeke aştiyane û hevbeş bi hev re bijîn.

Di demeke ku gelê Kurd û gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi germahî li benda pîrozbahiya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ne, gelên Sûriyê ên xwedî baweriyên cuda îro di bin qirkirina hêzên tundrew û hevkarên wan de ne. Komkujiyên li ser gelê me Elewî, Durzî pêktên, daristanên wan tên şewitandin, kuştin, revandin, tecavuz û firotina jinan weke şermeke mezin li ber çavê hemû cihanê pêk tê. Di van demên dawî de ev hêzên tundrew ev êrîşên hovane birine ser gelê me yê Suweydayê. Heman senaryoya li beravê pêkhatî îro li Suweydayê li ser gelê Durzî pêk tê. Me di nava vî şer û qeyranê de helwesta Jinên birûmet dîtin ku jin çawa dikare bibe hêza çareseriya pirsgirekên civaka xwe ku li hemberî hovitiya pêk tê, berxwedaniya wê dide nîşan. Jin hêvî û baweriya xwe, di pêşerojê de ji bo Sûriyeyek demokratîk, nenavendî û mafê jin têde parastî be dengê xwe bilind dikin. Jinên Durzî û Elewî îro baweriya xwe bi têkoşîna jinên Kurd û rêveberiya wê ya demokratîk de dibînin. Ji bo wê weke Rêxistina Kongra Star em dibêjin ku dengê jinan ên li heremên Sûriyê, bilind dibe wê bê bersiv nemîne, destê ku tê hildan wê li hewa nemîne.

Pêvajoya ku îro tê jiyan kirin li ser hemû jinên di Sûriyê de jiyan dikin, ferz dike ku em di rojên pêşiya me de mekanîzmayên xwe yên parastinê û rêxistinê xurt bikin. Weke Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dora hêzên xwe yên parastinê YPJ û QSD bisekinin. Ji bo wê jî pêwîste her jinek di vê pêvajoyê de parastina xwe ya cewherî xurt bike. Ev weke erkek li ser milê me hemûyan e û serkeftina me wê bi hevre be. Bedelên wê çi dibin bila bibin dawiyê serkeftin wê ya azadîxwaz û demokrasîxwazan be.

Îro, em soza xwe ya ji bo şehîdên xwe, hemû jin, gel û rêhevalên ku Şoreşa Rojava pêk anîn dubare dikin. Bi biryardariya berdewamiya têkoşîna xwe bê navber, em ê parastina ronahiya azadiyê ya ku li van axan şîn dibe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa Ronakbîrî: Bersivek ji Bo Aştî û Avakirina Civakeke Demokratîk
Nûçeya Pişt re KJK: Têkoşîna jinan wê bibe garantiya Sûriyeya demokratîk!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serokê YNK’ê peyam da kongreya PYD’ê

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo 10. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Atakan Mahîr weke dengê çiyê û axê bû

Hîndekar û xwendekarê Akademiya Çiyê bû. Têkiliya wî ya bi çiyê re hîndekar bû. Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Beşdara 14 salî ya Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinê: Dixwazim bibim pisporê karê xwe

Êlîn Osman beşdara herî biçûk a Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinê diyar kir ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sekreterê Giştî yê NYˊyê banga agirbest û dîplomasiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kongra Star: Heya destkeftiyên jinan mîsoger nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?