Rûspiyên bajarê Dêrikê û Kongra Star der barê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyên cuda dan û piştgiriya xwe ji bo QSD`ê nîşan da.
Daxuyaniya rûspiyan li ber baregeha Meclîsa Rûspiyan a li Dêrikê ji aliyê şêx Sînan Sîdoş ê serokê Komeleya Ehl El Beyt ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi navê Meclîsa Rûspiyên Eşîrên Dêrikê, em bi tundî êrîşên berdewam ên artêşa Sûriyeyê li dijî herêmên me yên ewle, şermezar dikin. Ev êrîş binpêkirina eşkere ya hemû peyman û têgihîştinan e.”
Di daxuyaniyê de banga rawestandina bê şert û merc a hemû operasyon û êrîşên leşkerî li ser deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û hat xwestin ku em peymanên îmzekirî, bêyî paşguhkirin an binpêkirina bi zanebûn, werin pêkanîn.
Daxuyaniyê der barê encamên berdewama vê nêzîkatiyê de hişyarî da: “Em piştgiriya xwe ya bêdawî ji bo hêzên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, yên ku ev ax parastine û bi hezaran şehîd dane, dubare dikin.”
Der barê heman mijarê de Kongra Star li bajarê Dêrikê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla rêvebera kongreyê Wefaa Elî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em li vir piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihînin. Divê hemû hêzên Kurdan li dora berxwedana gelê Kurd li Rojava bicivin û rê nedin ku tu alî rûmeta gel binpê bikin.”

