Li bajarê Kobanê yê Rojava zêdeyî 600 hezar mirov 16 roj in di bin dorpêçeke giran de ne. Kêmbûna dermanan rîska li ser jiyana nexweşên kanserê û nexweşên dil zêde dike. Her wiha ji ber sermayê û nebûna alavên pêwîstiyên sereke yê jiyanê, xeterî li ser jiyana zarok, extiyar û nexweşan çêdibe.
Ji bo qemyon bi barê derman û xurekê derbas bibe, dewleta Tirk deriyê sînor venake.
Berdevkê Platfoma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz li ser astengkirina alîkariyê ji ANF’ê re axivî û got, “Piştî rûdana rewşa li Kobanê, bi biryara hevpar a 123 rêxistinên civakî yên sivîl ên ser bi Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a li Amedê dest bi kampanya alîkariyê ji bo gelê me yê li wir kir. Kampanya me bi du şêwazan hate meşandin. Ya destpêkê, me bang li gelê xwe yê li vir kir; me xwest du deverên kombûnê diyar bikin ku dilxwaz lê bicivin.
Ya duyemîn jî me bang li dewletê kir. Me got, divê koliyên ji bo Kobanê yekser bigihêje gel. Yek ji şertên bingehîn ên ji bo bicihanîna vê banga me vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bû. Ya rast me zanîbû ku ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriyeyê Deriyê Murşîtpinarê zêdeyî deh sal in girtî ye. Lê belê pêvajoya heyî, bêçaretiya mirovên li wê derê ferz dike ku korîdoreke mirovî bê vekirin.
Lewma weke rêxistinên civakî yên sivîl ji bo bala raya giştî bikişînin ser mijarê û zexta civakî li ser dewletê bike, em ketin nava hewldaneke bi vî rengî.”
‘DESTÛR NAYÊ DAYIN KU QEMYON DERBAS BIBIN’
Korkmaz nerazîbûn nîşanî astengiya li pêşiya derbasbûna qemyonên alîkariyê da û got, “Li pêşiya Pirsûsê bi biryara walîtiyê 25 qemyonên ji barê alîkariyê hatin rawestandin. Barê piraniya qemyonan paçê ji bo pitikan, şîrê ji bo pitikan û betanî ye. Destûr nehate dayin ku qemyon xwe bigihînin Pirsûsê. Wesayit niha li cihekî nê navçeyê ne. Hevalên me piştî me wezîfe dewr wergirtin û li nêzî qemyonan nobedê digirin.
Pirsgirêk ne tenê girtîhiştina derî ye, her wiha mesele ew e ku li aliyê hember wê kî derî veke. Bi zanebûn tê astengkirin ku alîkarî yekser radestî Kurdan bê kirin. Li Deriyê Sînor ê Kîlîsê destûra derbasbûnê tê dayin, li Deriyê Sînor ê Pirsûsê tê astengkirin. Têkildarî deriyê Pirsûsê hîn gaveke şênber nîne, hevdîtin dewam dikin.”
‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ ZEXTÊ BIKE’
Mahsûm Çiya Korkmaz ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê û gihandina alîkariyê bang li dewletê kir û got, “Ji bo ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê alîkarî yekser bigihêje Kurdan divê raya giştî zextê bike. Banga me ji vê derê ev e: Divê Deriyê Murşîtpinarê bê vekirin. Rêyeke din nîne. Eger ji bo Kurdên li wê derê gotina ‘xwişk û birayên me’ tê bikaranîn, eger bi vî rengî dibîne wê demê divê tu bendekî danîne navbera xwe û xwişk û birayên xwe.”
Mahsûm Çiya Korkmaz her wiha bang li hemû derdoran kir ku yên xwe weke ‘parêzvanên mafên mirovan’ dibînin, ku li ser vê mijarê bisekine û ji bo Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin zexta raya giştî biafirîne.

