Hejmara Pêncemîn a kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya du mehan derket.
Di hejmara pêncan a kovara bi Kurdî û Erebî de tehlîl û nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî şehîdan û komploya 9’ê Cotmehê cih digirin.
Derbarê fermandara jin a gerîla Bêrîtan (Gulnaz Karataş), 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û hwd rojên girîng de nivîs û nêrînên gaziyên şer di vê hejmarê de hatine weşandin.
Her wiha di kovarê de têkildarî gaziyên di vê pêvajoya dawî de di encama êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketine jî daxuyanî û nivîs cih digirin.
Kovara weke bultena leşkerî, bîrdozî û siyasî tê amadekirin, her du mehan carekê bi zimanê Kurdî û Erebî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê weşandin.
Di beşê ‘ji bo xwendevanan’ a kovarê de wiha tê gotin:
“Ji bo gaziyên şer ên xwe bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde kirine her tiştên têkildarî jiyanê berxwedan e û her tiştên li hember jiyana azad dibin sedema pêşxistina têkoşînê. Di vê pêvajoya çend mehan de jî ku êrîş û zext li ser herêma me kêm nebûn, hevalên me yên pir hêja tevlî karwanên nemiran bûn. Weke gaziyên şer li ser esasê em bibin layiqê şehîdên xwe me kar û xebatên xwe bênavber domandin.”