Berdevkê Kremlinê Dmitri Peskov, di dema pêşketina artêşa Rûsyayê de diyar kir ku qada Zelenskiy ya manewrayê teng bûye.
Dmitri Peskov ev yek anîn ziman: ‘’A niha ji bo muzakerekirinê demeke baş e. Dibe ku piştre pêk neyê. Qada Zelenskiy ya biryarstandinê li gel windakirina xakan teng dibe.’’ Peskov, diyar kir ku hûrgiliyên plansaziya ku Washingtonê pêşkêş kiriye, ‘’bi awayekî fermî ji wan re nehatiye şandin.’’
DI ÊRÎŞA TERNOPİLÊ DE 13 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Her wiha di encama êrîşa Rûsyayê ya roja Çarşemê ya li dijî bînayeke li bajarê Ternopil ê Ûkraynayê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane. Êrîş bi moşekekê hate kirin û di encamê de qatên jor ên bînayê bi temamî hilweşiyan.
Zelenskiy,di daxuyaniya xwe ya duh de da zanîn ku di encama êrîşa berbehs de 26 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 90 kes birîndar bûne û 22 kes jî winda ne. Ev êrîş, weke yek ji mezintirîn êrîşa Rûsyayê ya di sê salên dawîn ên şerê li gel Ûkraynayê de hate tomarkirin.

