Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala 19’ê Kanûnê li Tehranê di gereke xwe ya ji bo kar de hate girtin. Ev rewş bû sedem ku rêveberiya Romayê bang li sefîrê bilind ê Îranê bike û jê bixwaze ku tavilê serbest berde.
Rojnamevan Cecilia Sala ya 29 salî ku ji bo malpera înternetê ya Chora Media û rojnameya Il Foglio dixebite, bi vîseya rojnamevaniyê serdaneke profesyonel li Tehranê kir, lê hate binçavkirin. Li gorî rojnameyê Cecilia Sala ji hingî ve li girtîgeha Evînê ya Tehranê di hucreyê de tê hiştin.
Rayedarên Îranî piştrast kirin ku rojnamevan roja Duşemê hatiye binçavkirin û îdîa kirin ku “qanûnên welêt hatine binpêkirin.”
Li gorî çapemeniya Îtalyayê, şert û mercên Cecilia Sala lê tê ragirtin cihê metirsiyê ye. Hate ragihandin ku Cecilia Sala hi hucreyê tê hiştin, zor lê hatiye kirin ku li erdê razê û ji berçavkên xwe bêpar hatiye hiştin.
Îtalyayê girtina rojnamevan bi gotina ‘nayê qebûlkirin’ şermezar kir û xwest, tavilê bê berdan.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalylayê Antonioa Tajani roja Pêncşemê bang li Sefîrê Bilind ê Îranê Muhammed Reza Saburi kir. Sekreterê Giştî yê Wezaretê Riccardo Guarglia anî ziman ku meqamên Îtalyayê her wiha ji bo rojnamevan xwestine ‘hurmet ji mafên mirovan û şert û mercên binçavkirinê yên bi rûmet re’ bê nîşandan.
Tajani got, “Em dixwazin hurmet ji hemû mafên Cecilia re bê nîşandan. Heta ku bê berdan em ê Cecilia û malbata wê ti carî bi tenê nehêlin.”