Serokomar tevî ku rewşa wî bi beşdarbûna artêşê ya li rex muxalefetê di dawiya hefteyê de lawaz bû jî, red kir ku erka xwe berde.
Rajoelina, roja sêşemê parlamentoyê jî fesix kir û bi vî awayî rê li ber dengdana “devjêberdana wezîfeyê” ya ku li dijî wî hatibû plankirin girt.
Di axaftina xwe ya roja Duşemê de, gotibû “Divê rêz li Destûra Bingehîn were girtin” û ragihandibû ku ew ê îstifa neke. Lê tê gotin ku Rajoelina niha li cihekî nenas xwe veşartiye.
ARTÊŞ DAKETE KOLANAN
Aloziya li Madagaskarê, di dawiya hefteyê de bi beşdarbûna yekîneyeke leşkerî ya bi navê Capsat li gel protestokaran, bi banga “guleyan li ser gel de bernedin”, zêde bû. Ev yekîne di derbeya sala 2009’an de jî rola sereke lîstibû ku Rajoelina anîbû ser desthilatê.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanan ve herî kêm 22 kes mirin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
Beşeke girîng a artêşê, piştgiriya xwe ya ji bo hikûmetê bi nûkirina zincîra fermandariyê vekişand.
Di biryarnameya ku li ser rûpela Facebookê ya Serokomariyê hat weşandin û ji aliyê tîma wî ve hat piştrastkirin, Rajoelina ev gotin anî ziman: “Li gorî xala 60’an a Destûra Bingehîn, Parlamentoya Neteweyî hatiye fesixkirin. Ev biryar ji bo xurtkirina serûberiya neteweyî û demokrasiyê pêwîst e.”
Parlamenterên opozîsyonê plan dikirin ku di rûniştina awarte ya roja sêşemê de, li ser hinceta ku Rajoelina “welat terikandiye”, dengdanek ji bo demkî rakirina wî ji wezîfeyê pêk bînin.
Li gorî radyoya Fransî RFI, Rajoelina roja Yekşemê bi balafireke leşkerî ya Fransî ji welat derketiye.
LI KOLANAN HÊRSA LI DIJÎ FRANSAYÊ
Roja Sêşemê jî li paytext Antananarivo bi hezaran kes li kolanan bûn. Bi taybetî tevgera “nifşê Z” a ku ji ciwanan pêk tê, bi hefteyan e pêşengiya protestoyan dike. Di rojên dawî de karmend û sendîka jî tevlî wan bûn.
Di xwepêşandanan de pankartên “Fransa biceheme” û “Rajoelina û Macron îstifa” hatin hilgirtin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, derbarê angaştên ku Rajoelina ji aliyê artêşa Fransî ve ji welat hatiye derxistin de, got: “Îro ez tiştekî piştrast nakim.”
HILWEŞÎNA ABORÎ Û NEDIYARIYA SIYASÎ
Li gorî Destûra Bingehîn, piştî fesixkirina parlamentoyê, divê di nava 60 heta 90 rojan de hilbijartinên giştî yên pêşwext bên lidarxistin. Lê belê, di nava vê rewşa krîzê de, nayê zanîn ka ev pêvajo dê çawa bimeşe.
Madagaskar, bi hejmara xwe ya 32 mîlyonî, yek ji welatên herî xizan ên cîhanê ye. Ji sedî 80 gel bi dahatekî ku rojê ji 2,80 euroyî kêmtir e, li ber xwe dide. Di dîroka welat de gelek caran serhildanên girseyî û paşê jî rêveberiyên veguhêz ên leşkerî hatine dîtin.