Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de di encama êrîşa dewleta Tirk de a bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Bi rojan malbatên wan ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe hewldan. Lê tevî hemû hewldanan desthilatdariya AKP-MHP’ê destûr neda ku cenaze derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Li dijî vê her ku diçe nerazîbûn berfireh dibin.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban ji ANF’ê re axivî. Kuçukbalaban, destnîşan kir ku hem bêhurmetiya li cenazeyên rojnamevanan hem jî hewldanên darbeyê yên qeyûm ên li hemberî şaredariyên DEM Partiyê, li dijî sekna gelê Kurd cihêkarî û nîjadperestiye û got ku divê ev helwest beriya her tiştî bê guhertin.
‘QETILKIRINA ROJNAMEVANAN SÛCÊ ŞER E!’
Huseyîn Kuçukbalaban, anî ziman ku îdîaya qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk, ji aliyê rayedaran ve heta niha nehatiye derewandin û behsa nedana cenazeyên rojnamevanan ji bo malbatên wan kir. Kuçukbalaban, bibîr xist ku qetilkirina rojnamevanan li herêmên şer û pevçûnê sûcekî şer e û destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê êrîşa li dijî astengkirina xwegihandina nûçeyên rast e, di heman demê de êrîşeke bi armanca înkarkirina statuya Kurdan a li Rojava û tasfiyekirina wan e.”
‘ÊŞKENCE Û BÊHURMETIYA LI HEMBERÎ CENAZEYAN WEKE AQLÊ DEWLETÊ DEWAM DIKE’
Kuçukbalaban, da zanîn ku di salên 1990’î de jî êrîşên bi heman rengî bi awayekî dijwar li hemberî çapemeniya Kurd pêk hatine û anî ziman ku qetilkirina rojnamevan Daştan û Cîhan Bîlgîn, weke berdewama êrîşên li ser malperên çapemeniya azad û binçavkirin û girtine rojnamevanan a li derveyî hiqûqê ye. Kuçukbalaban, da xuyakirin ku di nava 10 salên dawî de êrîş û bêhurmetiya li hemberî cenazeyên Kurdan zêde bûne. Kuçukbalaban, anî ziman ku ji bo cenazeyên rojnamevanan bê derbaskirin weke ÎHD’ê ketine nava hewldanan û got ku tevî serî li Wezareta Karên Derve û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê dane jî, lê heta niha ti bersiv wernegirtine.
‘DIVÊ BERIYA HER TIŞTÎ DEV JI VÊ HELWESTA XWE BERDIN’
Kuçukbalaban, behsa pêvajoya nû kir û destnîşan kir ku qetilkirin û astengkirina derbasbûna cenazeyên rojnamevanan, her wiha darbeya qeyûm a li dijî şaredariyên DEM Partiyê nîşan dide ku dewlet hê jî di polîtîkayên xwe yên ‘ewlehiyê’ de israr dike. Kuçukbalan, da xuyakirin ku ev dudilî nîşan dide ku aqlê dewletê hê ji bo çareseriyê ne amade ye û got, “Aştî hebe yan jî nebe, ma qey ne mafê herî bingehîn e ku hurmetê nîşanî cenazeyan bide? Hem bêhurmetiya li cenazeyên rojnamevanan hem jî hewldanên darbeyê yên qeyûm ên li hemberî şaredariyên DEM Partiyê, li dijî sekna gelê Kurd cihêkarî û nîjadperestiye. Ev yek nîşan dide ku dewlet di mijara pirsgirêka Kurd de xwedî ajandeyeke cidî nîne. Beriya her tiştî lazim e ev helwest biguhere.”