Tiştên li Rojava diqewimin, yekbûna gelê Kurd xurt dikin; di heman demê de di cîhana baweriya Kurd de jî ev êrîş wekî asteke dîrokî têne nirxandin ku ol ji bo desthilat, tundî û tunekirina Kurd tê bikaranîn. Li hemberî vê yekê ku zulmên li Rojava bi cil û bergê olê têne pêşandan, cîhana baweriya Kurd helwesteke eşkere nîşan dide û Rojava ne tenê axekê, wekî qadek jiyan û berxwedanê ya li ser bingeha edalet, exlaq û rûmeta mirovî dibîne.
‘PARASTINA ROJAVA ERKA ME YA OLÎ YE’
Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî yên Mezopotamyayê Abdullah Sagır got ku Kurdên bawermend nikarin li hemberî rewşa li Rojava bêdeng bimînin û wiha dewam kir:
“Her çiqas em fizîkî li wir nebin jî, ev rewş berpirsiyariya me ji holê ranake. Erka me ew e ku gelê xwe hişyar bikin, agahdar bikin û bibêjin ku piştgiriya gelê Rojava yek ji daxwazên Îslamê ye. Gelê Rojava îro canê xwe, namûsa xwe, malê xwe û rûmeta xwe diparêze. Yên ku di vê rê de jiyana xwe ji dest didin, li gorî baweriya me şehîd in. Tu gel nikare li hemberî êrîş, tacîz û hovîtiyê bêdeng bimîne. Zulma li mirovên bêguneh bi navê Îslamê rewa nabe.
Zihniyeta ku îro êrîşî Rojava dike, mîna dagirkeriya Mogolan tevdigere. Mogolan çawa li herêmên dagirkirî kevir li ser kevir nehîştin, îro jî heman hovîtî li Rojava tê ferzkirin. Ev zihniyet bi Îslamê, bawerî û exlaqê re tu têkiliya wê tune ye. Ev tenê zihniyeta talan û tunekirinê ye.
Di civaka Kurd de, bawermend be yan nebe, parastina can, namûs û malê, rêz li mirî û hurmet li baweriya kesên din nirxên bingehîn in. Îro piraniya Kurdan bawermendên Îslamê ne û em êdî li hemberî tiştên ku bi navê Îslamê li gelê me têne kirin helwest digirin. Em êrîşên li ser Rojava qebûl nakin. Yên ku dixwazin vê têkoşîna pak bifetisînin, zulmê dikin.
Li gorî Îslamê zalim bê nasname ye. Zalim ger misilman be jî zalim e. Cihê me eşkere ye: Em li hemberî zulmê ne û li cem gelê Rojava ne.”
‘ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA ZİHNIYETA YEZÎD E’
Serokê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen Hafız Ahmet Turhallî got ku divê başî û xerabiya gel li ser bingeha edaletê bê nirxandin û hemû pîvanên Îslamê divê li ser edaletê bên avakirin. Turhallî wiha got:
“Îro li Rojhilata Navîn têgeha ku bi navê Îslama sîyasî tê pêşandan, ol kiriye amûra desthilatê. Bi dirûşmeyên ‘Îslam rizgarker e, şerîet edalet e, şerîet azadî ye’ civak hatin motîvekirin; ev têgeh ji Afganîstanê heta Rojhilata Navîn wekî şêweyeke rêveberiyê hate ferzkirin. Demekê ev nêzîkatî bû amûra rant û kontrolê, îro jî li dijî Kurdan tê bikaranîn. Berê ev gotin li dijî hêzên derve dihatin bikaranîn, niha jî li hundir li dijî kesên ku wekî astengiya desthilatê têne dîtin tê bikaranîn û tekfîr tê kirin.
Gava civak bi motîvasyoneke olî tê teşwîqkirin, zulm bi hêsanî û bêşermtir tê kirin. Ev rewş di cîhana baweriya Kurd û mirovên dilpak de zirareke mezin çêdike. Mirov nikare vê pirsê nepirse: Ger ol desteserkirina mal, namûs û rûmeta miletekî rewa dibîne, pirsgirêk ne di olê de, lê di zihniyeta ku wê bi kar tîne de ye.
Hem dixwazin Kurdan ji olê sar bikin, hem jî bi van polîtîkayan xizmetê li berjewendiyên hin hêzan dikin. Lê di baweriya misilmanên Kurd de tu hilweşîn çênebûye. Pirs zêde bûne lê bawerî hilneweşiyaye. Alimên Kurd helwesteke zelal nîşan dane; bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ulemayê gotiye ku ev têgeh ne Îslama rast e.
Li pêşiya meşên ji bo Rojava rawestiyane û gel motîve kirine, gotine ev dîna Yezîd û Muawiye ye. Li Kerbelayê dema Hz. Huseyîn û malbata wî di bin dorpêçkirinê de bûn û zarokê şeş mehî ji tîbûnê dimir, gotin ‘ji Xwedê bitirsin’; tam wê demê tîr ket qirika zarokê. Ji wê rojê ve baweriya min ew e ku Îslam ket destê desthilatê. Îro li Kobanê jî heman zihniyet berdewam e. Ev rewş cîhana baweriya Kurd kûr bandor dike. Lê Kurd vê zihniyetê nas dikin û li hemberî encamên wê yên wêranker helwest digirin.
Îro li Rojava çi diqewime eşkere ye; di qada baweriyê de yekbûna Kurdan divê li ser bingeha maf û edaletê be. Ji ber ku bingeha hemû vahiyê edalet e. Hemû vahiyên ku ji Mûsa, Îsa û Hz. Mihemed re hatine, mirov wekhev qebûl kirine. Mafê Tirk, Ereb û Faris hebe, mafê Kurd jî heye.
Misilmanên Kurd divê motîvasyona xwe li ser vê wekhevî û edaletê ava bikin. Divê bêjin: ‘Ya ku ji we re helal e, ji me re jî helal e; ya ku ji we re heq e, ji me re jî heq e.’ Li hemberî heram, zulm û neheqiyê divê helal, rast û edaletê biparêzin û têbikoşin. Hem rizgarkirina olê ji destê vê zihniyeta desthilatparêz û hem jî parastina welat erka bingehîn e.”
‘ÊRÎŞÊN LI SER GELÊ KURD BERDEWAMA ZİHNIYETA EMEWÎ YE’
Akademîsyen Dunyaser Dunayseri jî got ku tiştên li Rojava diqewimin êrîşeke sîstematîk li ser gelê Kurd e û cil û bergê olê li van êrîşan kirin wekî “berdewamiya zihniyeta Emewî” binav kir. Got ku êrîş û înkar li ser mafê Kurd rasterast înkara Xwedê ye.
Dunayseri wiha got: “ Yên ku li hemberî Kurdan ên ku pêşengiya medeniyeta Îslamê û fethê Qudusê kirine, bi navê ‘Enfal’ û ‘Fetih’ê talan dikin, ne misilman in ne jî mirov in. Ev zihniyet paradîgmaya Ebû Cehîl e ku bi cil û bergê Îslamê hatiye pêşandan û laneta Xwedê li ser wan e.”
Dunayseri kokên dîrokî yên DAIŞ û çeteyan gihand zihniyeta Emewî û got ku ew sûreya Enfal a piştî Şerê Bedirê ji bo talanê wekî amûrê îdeolojiyeke xelet bi kar tînin. Got: “Metafora serkeftina Bedirê ‘ganîmet’ e, îro jî ji bo desteserkirina mal, can û axa Kurdan tê bikaranîn. Ev zihniyet desthilatparêziyê ku her kesê din wekî meta dibîne ye.”
Dunayseri gotina dewletên navnetewî yên piştgiriya çeteyan dikin ku dibêjin ‘pisgirêka me bi Kurdan re tune’ wekî sextekarî û taktîka ‘Seferên Xaçparêzan’ ên Serdema Navîn binav kir û wiha domand:
“Xaçparêzên ku Qudus dagir kirin jî digotin ‘em ne bi misilmanan re, lê bi Sarazenan re şer dikin’; lê yên ku kuştin misilman bûn. Îro jî ev DAIŞ’ê bi navê ‘em bi QSD’ê re şer dikin’ axê dagir dike, rûmeta Kurdan dike hedef. Êdî ji bo nebîne divê mirov kor be. Hemû rûmet û hebûna Kurdan dikin hedef. Ji bo wan Kurdbûn bes e. Li hemberî vê yekê divê Kurd bi hemû cudahiyên xwe, di qadên bawerî û yên din de bibin yek û têbikoşin. Ger îro ev têkoşîn neyê meşandin, wê kengî bê meşandin?”
‘RUHÊ TARÎ YÊ SERDEMA NAVÎN LI ROJAVA QIRKIRINÊ DIKE’
Dunayseri li ser sûcên çeteyan ên li ser cenazeyan rawestiya û bi mînakeke dîrokî wiha got: “Ruhê tarî yê ku li Uhdê cenazeya Hz. Hamza wêran kir, îro li Rojava di çeteyên ku mirov ji bilindahiyê diavêjin, dilê wan derdixin û cenazeyan re bêrûmetî dikin de dijî. Hûn ji ku mirov in ku hûn misilman bin? Hûn bi xwe hovîtîya serdemê ne.”
Dunayseri bêdengiya cîhana Îslamê û rayagiştî li hemberî vê hovîtiyê rexne kir û got: “Dema Selahaddîn Qudus girt, ne mafê tu Xirîstiyanî ne jî yê Cihûyan dest nexist. Lê hûn mafê jiyanê yê herî mirovî yê xwîşk-birayên misilman nas nakin. Ev zihniyet wê bi berxwedana hevpar a Kurd û gelên din re bê avêtin çopê dîrokê.”
Dunayserî got ku têkoşîna li Rojava rûmeta gelê Kurd e û hemû Kurd li hemberî vê zulmê têkoşîna mafê dimeşînin û wiha bi dawî kir:
“Îro li Rojava ne tenê parastina axê tê kirin; di heman demê de rêgêzên edalet û wekheviyê yên di bingeha Îslamê de têne parastin. Li hemberî nexweşiya ‘xwe di şûna Xwedê de danîn’ a desthilatdaran, têgihiştina Îslamê ya Kurdan a navendî li ser exlaqê îro li Rojava berxwedaneke rast û manewî ye.”

