Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu têkildarî hevsengiyên siyasî yên nû ku piştî vekişîna komên gerîla ji Tirkiyeyê ya qonaxa duyemîn a pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêber Apo ve hat destpêkirin, ji ANF’ê re nirxand.
Kurkçu destnîşan kir ku pêvajo ya ku dihat pêşbînîkirin ji demek dirêj re hatiye hiştin û anî ziman ku ev derengketin rê li ber nerazîbûnan vekir. Kurkçu got, “Pêvajo bi tevahî derbasî aliyê hikûmetê bûye.” Kurkçu bal kişand ser lezgîniya gavên berbiçav ên ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê û azadiya Rêber Apo bêne avêtin.
Kurkçu destnîşan kir ku deklarasyona 27’ê Sibatê hişt ku her kes bibe xwedî fikrên zelal û got, “Ez ji aliyê xwe ve bêjim ku heta ku min deklarasyon xwend di rewşa çevdêriyê de bûm, lê min fêm kir ku ev tenê ne pêvajoyek e. Beriya vê pêvajoyê serdemeke lihevkirinê. Yanî berî ku were eşkerekirin, heta beriya ku Abdullah Ocalan bi DEM Partî, şandeyê, yên din an bi parêzeran re têkilî dayne, tê famkirin ku serdemeke hevdîtinê hebû. Ez fêm dikim ku hin mijar hatine nirxandin û hin biryarên rêgezî hatine girtin. Divê em pêvajoyê bi vî rengî bixwînin.”
Kurkçu diyar kir ku bi xwendina pêvajoyê re rûberî du tiştan hatiye û destnîşan kir ku ya yekem ew e ku geşedanên dihat pêşbînîkirin ji demek dirêj re hatiye hiştin û wiha domand: “Piştî serdema salên 2013 û 2015’an yan jî heta sala 2025’an, serdema zilm û zoradariya 10 salan, di nava raya giştî de bendewariya başbûnek bileztir hebû.”
Kurkçu anî ziman ku derengketina pêvajoyê di nav raya giştî de bêhêvîbûn çêkiriye û diyar kir ku piraniya bar ketiye ser milê Tevgera Azadiya Kurd û wiha pêde çû: “Dema ku derengketin dest pê kir, bêhêvîbûn û dilşikestin jî pê re dest pê kir. Ji ber vê yekê dîsa berpirsyariya jiholêrakirina vê bêhêvîtî û dilşikestinê kete ser milê tevgera Kurd. Yanî xuya ye ku barê vê pêvajoyê gelê Kurd, şoreşgeran hilgirtine ser xwe.”
Kurkçu destnîşan kir ku bertekên piştî vê gavê erênî bûn lê qels bûn û got, “Heta ku tevahiya Tirkiyeyê bi pêşketinên ku nirx û çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo pêşerojeke baş bên bikaranîn neyê îqnakirin, wê ev gav lawaz bimîne. Ji ber vê yekê, ev pêvajoya demokratîkbûnê ya giştî wê wekî pirsgirêka sereke bimîne.”
HELWESTA ÎNÎSIYATÎFÊ Û SIYASIYA HEVPAR
Kurkçu beşdarbûna CHP’ê ya nava komîsyonê û ji bilî ÎYÎ Partiyê partiyên din bûne hevparê çareseriyê wekî “ji ber ku pêvajoya çareseriyê ya gelek hevkaran aniye rojevê, ev rewşeke erênî ye” bi nav kir. Kurkçu anî ziman ku tiştên esasî di destên Tifaqa Cûmhûr de ne û wiha domand: “Rola komîsyonê kêmtir e. AKP û MHP jixwe piraniya komîsyonê pêk tînin. Para mezin a van her du partiyan e. Ji ber vê yekê, heta ku her tişt ji hêla rayedarên MHP û AKP’ê ve nehatiye fikirîn, pêş amadekariya wê nehatibe kirin, divê were zanîn ku wê bi tena serê xwe ji komîsyonê derbas nebe. Ji ber vê yekê înîsiyatîfa rastîn di destê hikûmetê de ye. Em dixwazin gavên wan ên pratîkî bibînin.”
Kurkçu bi bîr xist ku di navbera Tifaqa Cûmhûr û Tevgera Azadiyê de diyalog heye, lê ji bo partiyên din beşdar bibin, divê ji pêşketinên erênî sûd werbigirin. Kurkçu diyar kir ku muxalefeta sereke CHP di bin êrîşeke neheq de ye û got: “Wekî ku tevgerê gotî, di rastiyê de hikûmet bi tevahî li dijî pêvajoya aştiyê rêyekê dişopîne. Ji ber ku hikûmet an jî qesr li ser hevsengiya ewlehiyê nêzîkî hevsengiya azadiyê dibin. Ew ne piralî û hemûgir in, lê ji aliyê yekane û teng lêdinêrin. Ev yek nahêle ku pêvajo bibe pêngava azadiyê, ev yek pêşiya pevajoyê digire û mirovan dûr dixe.”
PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ NEBE NABE
Kurkçu anî ziman ku ji bo pêkanîna daxwazên Kurdan di pratîkê de nîşaneyek piçûk jî tineye. Kurkçu bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û wiha berdewam kir: “Her çiqasî hemû daxwazên din werin misogerkirin jî, perwerdehiya bi zimanê dayikê, azadiya zimanê dayikê ji bo Kurdan di asta nebe nabe de ye. Ji ber ku heta perwerdehiya bi zimanê dayikê nebe û zimanê dayikê neyê misogerkirin, ne pêkan e ku nasname û hebûna xwe biparêze. Mînak ji dibistanan seretayî heta pola dawî ya dibistana amadeyî bêyî şert û mercan divê li her derê rê li ber zimanê Kurdî were vekirin û şert e ku divê bêpere be.”
Kurkçu diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya weşana bi zimanê zikmakî werin rakirin û di rêveberiyên xwecihî de bi zimanê Kurdî xizmetê bikin. Kurkçu bi bîr xist ku ew li bendê ne ku hemû mafên ku beriya 2016’an hatine bidestxistin û di dema rewşa awarte de hatine betalkirin divê ji hêla hikûmetê ve paşve bên vegerandin. Kurkçu got ku DEM Partî divê rê li ber seferberiya zimanê zikmakî veke da ku van pirsgirêkan bîne rojeva raya giştî.
POZÎSYON Û AZADIYA RÊBER APO
Kurkçu destnîşan kir ku daxwaza azadiya Rêber Apo ji bo gelê Kurd bi qasî “daxwaza hemû gelên cîhanê ya azadiya rêberê xwe xwezayî ye” û bingeha mirovî û siyasî ya vê daxwazê jî wiha nirxand: “Ger xalek werçerxê hatibe, girîng e ku ew kesên ku bedelên herî giran dane kefaretê bidin wan, yanî şert e ku azadiya wan bidin wan. Mirovahî vê yekê ji me hêvî dike. Divê bihêlin ku Ocalan bi civakê, cîhanê û rûspiyên civakê re têkiliyê deyne.”
Kurkçu da zanîn ku bidawîbûna şerê çekdarî pêşketineke girîng e û divê hêza ku vê yekê kiriye wekî rêberê siyasî were qebûlkirin û got, “Ocalan di vê pêvajoyê de, piştî kesên ku dewletê birêve dibin, lîderî siyasî yê herî girîng ê Tirkiyeyê ye. Wê gavê wê hewceyî bi muzakerekirina Komîsyona meclisê ku gelo em bi Ocalan re hevdîtinê bikin an nekin, namîne. Berevajî vê, ew ê hewce bike ku beşdarî hewldan û rewatiya Ocalan bibe.”
GIRÎNGIYA MEŞA LI KOLNÊ
Kurkçu banga beşdarbûna meş û mîtînga 8’ê Mijdarê ya ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Kolnê were lidarxistin, li her kesî kir.
Kurkçu axaftina xwe wiha domand: “Heta ku bindest xwe rizgar neke wê ti kes nikaribe wan rizgar bike. Lê destnîşankirina rêya vê yekê mafê wan bû. Gelê Kurd wê mafê xwe yê rewa yê civîn û xwepêşandanan, li gorî daxwazên civakê û di rêya aştiyane, diyalog û civaka demokratîk de bîne ziman.”
Kurkçu bal kişand ser pêwîstiya ragihandina daxwazên ku di meşa Kolnê de hatine raberkirin ragihînin du platformên siyasî yên girîng, Parlamentoya Ewropayê û Konseya Ewropayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em derbarê girtiyên nexweş de ti xebatê nabînin. Em derbarê şewitandin cezayan de jî ti xebatê nabînin. Azadiya Ocalan li ku ma? Ji ber vê yekê, gel di vê mijarê de înîsiyatîfê bigire hem maf û hem jî erka wê ye. Ji wan pêvtir ti kes nikare vê yekê bi cih bîne.”

