Divê mirov biçe herêmên Başûrê Kurdistanê yên ku dibin êrîşên dagirkeriyê de ne û bi biryardariyeke mezin berfirehiya dagirkeriyê ji raya giştî re ragihîne.
Beriya her tiştî, derbasbûna di noqteyên di bin kontrola Parastin û MÎT’ê de metirsiyeke mezin bi xwe re tîne. Bûyerên ku hatin serê rojnamevanên wek Silêman Ehmed hê jî di rojevê de ne. Rojnamevanên ji ber sînor derbaskirine hewl didin wan winda bikin, dema ku hewl didin werin herêmê bê çi bi serê wan de were, hûn bifikirin.
Di vê wateyê de girîngiya rojnameveniyê careke din tê dîtin.
Ji bo tiştên bi serê rojnamevanên ku çend roj berê hewl didan xwe bigihînin herêma dagirkirî hatibû, bi serê me de jî neyên em pir bi baldarî tevdigeriyan. Ji ber ku nahêlin nûçeyên li ser vê derê bên çêkirin. Her nûçeya ku ji herêmê tê çêkirin, rastiya rûyê PDK’ê ya di bin rêveberiya malbata Barzanî de zêdetir derdikeve holê. Ji ber vê yekê tedbîrên mezin girtine. Înternet pir giran e û mirov ji vê rewşê bêzar in. Ew wateya qutkirina rêyan û bisînorkirina çavkaniyên ragihandinê dizanin.
Ev hemû ji bo ku êrîşên qirkirinê yên mezin ji aliyê ti kesî ve neyên zanîn û neyên bihistin tên kirin.
Ev çavdêriyên me yên yekem in. Li gundên hatine şewitandin astengiya çûnûhatinê heye. Ji ber ku balafirên şer ên F-16 gelek cihên li ser rê bombebaran kirine, ne pêkan e ku mirov bi wesayîtê di vir de derbas bibe. Ji ber vê yekê divû hûn bimeşin, lê li hin deverên rêya we bi çalan hatine birîn.
Sedema çalên mezin ên li nîvê rê hatine vekirin, balafirên şer ên Tirk in.
Li ser esasê polîtîkayeke bi zanebûn rê bi awayekî sîstematîk hatine bombebarankirin. Tişta ku ewil bala me kişand ew e ku cihên gulêr (menfez) û wekî wê hatine bombebarankirin. Ev yek ji bo pêşîlêgirtina çalakiyên sabotajê yên gerîlayan ku di dema sewqiyata leşkerî de bikin, hatiye kirin . Li aliyê din ji bo gel van rêyan bi kar neyne bombebaran kirine.
Her çend demsala havînê ye jî kesên ku sebze û fêkî diçînin nikarin wesayîtên xwe di van rêyên bi çal re derbas bikin, ji ber vê yekê fêkî û sebze li baxçeyan ji rizandinê re hiştine. Ji bo gerîla ji van baxçeyan sûd wernegirin, bax û darên fêkî hatine bombebarankirin û şewitandin.
Ji neçarî em li dora rêyan re dizîvirin û ev jî rêya me dirêj dike. Rêyên ku heta niha sivîlan ji bo pêdiviyên xwe bi cih bînin bi kar dianîn niha bûne yên leşkerî. Li vir dibe ku mirov her gavê were qetilkirin. Agahiyek belav dibe ku eger mirov van rêyan bikar bînin ew ji tiştên ku bi serê wan de were berpirsiyar in. Di rastiyê de ev ne tenê agahî ne, gelek kes dibêjin ku PDK vekişiyane noqteyên xwe û rasterast ji aliyê MÎT û Parastin ve tên tehdîtkirin.
Em dibin şahid ku her roj bi kamyonan kelûpelên leşkerî û sewqiyata leşkerî tên kirin. Dîsa yekem tiştê ku bala me dikişîne dûmana ku wek ewrekî reş û tarî asîman dipêçe ye. Ev şopên şewatên ku heta niha nehatine vemirandin û vemirandina wan ji aliyê rayedarên herêmê ve nehatine fikirîn. Balafirên keşfê yên bê navber difirin rê nadin ku gel bi xwe van şewatan vemirîne. Kesên ku ji bo vemirandina agir nêzîk dibin, bi balafirên keşfê rastî tacîza psîkolojîk tên. Ji nişka ve, balafira keşfê mîna ku dê her kêliyê lêbixe nêzîk dibe û bi derxistina dengekî bilind hewl dide zexta psîkolojîk çêbike. Her çiqas kesên agir vedimirînin guh nadin vê yekê jî lê dîsa jî ev zexta çewisandinê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker tê domandin.
Li hin cihan dûmana spî bilind dibe. Her ku em hinekî nêz dibin, em dibînin ku ev dûman ne ew dûmana ku em dizanin ne. Weke nûçegihanên şer ên ku bi salan e li Herêmên Parastinê yên Medyayê xebatên xwe dimeşînin û di nava gerîla de cih digirin, em yekser fêm dikin ku ev dûman madeyên kîmyewî yên fosforê ne. Hema hema li ser her girên ku tê bombebarankirin ev dîmenên tên dîtin. Dûman pêşî li erdê belav dibe û li qadeke berfireh bi bandor dibe. Paşê hêdî hêdî ber bi ezmanan ve hildikişe.
Bi vî awayî bikaranîna gazên jehrî yên ku fosfor tê de hene qedexe ye. Lê dema ku mijar dibe gerîla û erdnîgariya Kurdistanê ya ku di bin dagirkeriyê de ye, ti kes dengê xwe dernaxe. Yên herî zêde ji van dûmanên ku hêdî hêdî belav dibin û ber bi ezmanan ve bilind dibin bi bandor dibin ax, av, daristan û jîngehên zindî yên li wir dijîn in.
Dema ku em ji deverên ku nû hatine bombebarankirin re derbas dibin, ji ber dûman bi qirika me dizeliqe em nikarin bêhnê bikşînin. Qada erdê li piraniya cihan reng guheriye. Gelek zindiyê ku hewl dane birevin, mirine. Kêzikên ku bi kîmyewî re rû bi rû mane kom bi kom dikevin erdê. Kulî û mêşên hingiv di serî de tên. Ji ber madeyên kîmyewî bi pelan ve zeliqîne, piştî demekê ew drar hişk dibe. Û gava ku hûn dest madeyên kîmyewî didin, çermê we dixure.
Li van hemû cihên ku me behsa wan kir heta mehek berê jî bi deh hezaran mirov lê dijiyan. Lê rejima Tirk a faşist a tirsa ‘girtina kilîtê’ pê re çûbêye, ev yek derbasî PDK’ê jî bû û lez dane xebatên xwe. Di nava mehekê de bi dehan gund hatin valakirin. Li erdnîgariya ku her roj tê bombebarankirin, li ser navê jiyanê her tişt hatiye tinekirin.
Li herêma Başûr a ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, artêşa Tirk tehemûlî dengekî herî biçûk û jîndarekî biçûk jî nake.
Di vê wateyê de qabiliyetên leşkerî yên ku gerîla li hewa, bejahî û binê erdê pêşxistiye, para wê tê de heye. Bi tirsa ku dibe li pişt her darekê gerîlayek hebe, qirkirina dar û daristanan rewa dike. Çavkaniyên ava paqij ji ber ku dibêjin ji aliyê gerîlayan ve dikare bê vexwarin jehrî dikin. Leşkerên Tirk ên dagirker ku diçin operasyonên hawirdorê, her çiqîna ku dibihîzin bi tirsa ku dibe gerîla be, qadên mezin dişewitînin. Ji leşkerên bi çanda talan û tecawizê hatiye ma mirov çi hêvî bike? Ev rewş me şaş û metal nake. Têkoşîna gerîla ya 40 salan beriya niha gelek caran rastiya artêşa Tirk derxistibû holê. Dara ku gerîla bi sedan caran lêborîn xwest çiqilên wê jêkir, ji bo wan ti wateya wê tineye.
Bi rastî erdnîgariya Kurdistanê li ber wêraniyeke mezin e. Yên ku li hemberî vê rewşê bêdeng dimînin, divê bizanibin ku siberoja xwe dişewitînin. Erdnîgariya Kurdistanê a ku bi nirxên têkoşînê yên mezin hatiye afirandin ewqas bi qîmet e ku nabe mirov bi taybetî axa Başûr ji damarên xayîntî û dagirkeriya dewleta Tirk re bihêle. Gerîlayên Kurdistanê heke giyanê xwe jî li ser bide wê di parastina van xakan de israr bike. Şehîdên ku her roj tên dayîn nîşaneya vê yekê ne. Lê kesên ku hewl didin dagirkeriyê rawestinin û bêyî ku li pey xilaskirina giyanê xwe bike wê gotinên dawî bibêjin.