Pêncşem, 15 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokên DBP û DEM Partiyê beşdarî merasîma bîranîna Kaytan û Altûn bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ESP û SGDF’ê greva birçîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaz ‘rakirina kontrola edlî’ ya têkildarî 19 rojnamevanan hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozturk: Gelê Kurd banga têkoşîna hevpar li sosyalîstan kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş piştî 29 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KJK: Bi ruhê dema nû em zimanê dayikê li her qadê bi pêş ve bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Em ê li her derê sosyalîzma civakî ya demokratîk bi pêş bixînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemîl Bayik: Hevrê Fûat jiyanek bû ku ji bo Partî, gel û azadiyê hatibû fedakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Mexmûrê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozan Tekîn: Ruhê Apoyî wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî em têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rola rasteqîn a Parastin û Yekîneya Antî-Terorê -I
Kurdistan

Rola rasteqîn a Parastin û Yekîneya Antî-Terorê -I

Malbata Barzanî û PDK'ê ti carî azadî û serxwebûna Kurdistanê neparastin. Gotina xwe ya 'avakirina dewleta Kurd' jî derew e. Lewma her tim li hemberî PKK'ê bi hêrs bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Barzaniyan û rêveberiya PDK’ê dilê efendiyên xwe yên mêtinger ên Kurdistan dagir kirine her tim xweş kirine. Karakterê bingehîn ê têkiliyên xwe jî dijberiya li tevger û parçeyên din ên Kurdistanê ye.

Di vê gotara xwe de em ê li ser pratîka xiyanetê ya heyî ya malbata Barzanî, rêxistina xanedaniya dij bi Kurd Parastin û dûvikê wê Yekîtiya Antî-Terorê ya PDK’ê rawestin.

KURTE DÎROKA BARZANIYAN

Lêkolîneran hatina Barzaniyan a ji derve ve bi du rengî nirxandin. Ya yekemîn; ji Bakurê Kurdistanê hatine û li herêma Amediyê û Barzan bi cih bûne. Ya duyemîn jî îdîa dikin ku malbateke Yahûdî ne û di dema Nabûkadnazar de li herêma Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Li ser nasnameya malbatê îdîayên cuda yên lêkolîneran hebe jî aliyê hevpar ew e ku Barzanî piştre hatine Kurdistanê. Wê demê koka Barzan û gotina Barzanî ji ku tê?

BARZAN BERIYA MALBATÊ JÎ HEBÛ

Barzan navê herêmeke cografîk e. Ji konfederasyona eşîrên Kurd ên li vê derê (Mizurî, Dolemerî, Berojî û Şerwanî) yekîtiya eşîrên Barzanî ava bûye. Ev yekîtî ji Malbata Barzanî gelekî berê hebû.

Malbata Barzanî destpêkê hat herêma Zaxo/Dihok/Amediyê, piştre jî hat çiraxa emê Zê û li gundên Bilê û Durê bi cih bû. Bi rengê ‘Malbata ber Zê’ hate pênasekirin. Ne tenê ev malbat, hemû eşîrên li Barzanê ji berê ve bi vî navî hatin pênasekirin. Malbata Barzanî ku bi esasî têkiliyeke xwe ya eşîrî nîne, ji sala 1850’î û pê ve bi terîqeta Nakşibendî ya ku li Başûrê Kurdistanê bi bandor bû derkete pêş û li gorî xwe eşîreke çêkirî ava kir.

ÇAVKANIYÊN HÊZÊ YÊN MESÛD BARZANÎ

Mesûd Barzanî bi keça Mehemed Xalid re zewicî ku kurê Şêxê Barzan bû. Dayika xwe ji eşîra Zêbarî ye. Ev yek jî hem ji aliyê eşîrî hem jî ji aliyê olî ve hêzê dide wî. Ya ku wî ji kekê xwe Îdrîs Barzanî xurtir dike ev herdu çavkaniyên hêzê ye.

Destpêkê divê ev yek bê gotin; ev nivîs eşîra Barzanî û PDK’ê bi rengekî giştî bi vê ferasetê nanirxîne. Hem di nava malbata Barzanî de hem jî di nava PDK’ê de mirovên welatparêz hene. Ev nivîs van mirovên dilsozê gel û welatê xwe li derveyî vê mijarê dihêle. Armanc ji vê nivîsê ew e ku xeta xiyanetê ya Mesûd, Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi belgeyan raxe pêş çavan.

DESTÊ XWE AVÊTIBIN U DERÊ ZERAR DANE

Dîroka Barzanî û PDK’ê çavkaniya bingehîn a wî mejî ye ku zerarê dide Kurdistanê û çanda xiyanet û nokeriyê ye. Di dîroka gelan de xiyanet timî bûye. Lê belê mînakeke mîna ya Barzaniyan a ku rev û teslîmiyet bi cewherî pejirandiye nîne. Barzaniyan destê xwe avêtibin ku derê li wê devera Kurdistanê Kurd parçe bûne, Rêberê wan hatine tasfiyekirin. Welatparêz û pêşengên ji parçeyên din ên Kurdistanê yên ku xwe li ‘Herêma Kurdistanê ya rizgarkirî ya Iraqê girtin’ ji zilma PDK’ê gelekî kişandin. Mînak;

* Ji pêşengên Îran-PDK’ê Silêman Mûînî ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve hate qetilkirin û cesedê wê radestî SAVAK (Îstîxbarata Îranê) hate kirin.

* Sekreterê Giştî yê heman partiyê Ahmed Tevfîk jî ji ber zilma giran neçar ma xwe li Bexdayê bigire û piştre sala 1972’an li Bexdayê ji aliyê sîxurên Baasê ve hate qetilkirin.

* Ji pêşengên Partiya Demokrat a Kurdistanê Tirkiye (TKDP) Saît Elçî û piştre Dr. Şivan (Saît Kirmizitoprak) bi fermana rêveberiya PDK’ê bi êşkenceyê hatin qetilkirin.

Partiyên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bi vî rengî hatin felçkirin. Ev rewş hem bi daxwaza SAVAK’ê hem jî bi daxwaza îstîxbarata Tirk (MÎT) hate kirin. Destwerdana rêveberiya PDK’ê li karên navxweyî yên tevgera Kurd a li Rojavayê Kurdistanê jî derbeke mezin li yekbûna hêzên li wê derê û têkoşîna hevpar xist. Ji xwe cudahiya nava tevgera Kurd a li Lubnanê jî bi destwerdana PDK’ê rû da. Bi kurtasî Barzaniyan û PDK’ê jihevxistin û belavkirina enerjiya herî hêja ya Kurdan ji xwe re kirin wezîfeya esasî. Navê xwe PDK (Partiya Demokrat a Kurdistanê) jî be ji aliyê karê xwe ve bi gotina gelê me ‘Partiya Xiyanetê ya Kurdistanê’ ye.

LI DIJÎ TEVGER Û PARÇEYÊ DIN KAR KIR

Barzaniyan û rêveberiya PDK’ê her tim dilê efendiyên xwe yên mêtinger ên Kurdistan dagir kirine xweş kiriye. Karakterê esasî yê têkiliyên xwe jî ew bû ku timî li dijî tevger û parçeyên din ên Kurdistanê ye. Ev yek nîşaneya karakterê dij bi Kurd û Kurdistanê ya Barzanî û PDK’ê ye. Barzaniyan ti carî berjewendiyên neteweyî yên Kurdan neparastin û yekîtiya Kurdistanê ji xwe re nekirin armanc.

TIMÎ XWE SPART HÊZÊN BIYANÎ

Barzaniyan ti carî îradeya Kurdan temsîl nekirin. Bi xwe nebûn îrade, her tim xwe spartin hêzên biyanî. Xwest civaka Kurd jî mehkûmî vê bê îrade, nokerî û teslîmiyetê bike. Nebaşiya herî mezin a ku Barzaniyan li gelê Kurd kir; nokerî, rev, teslîmiyet û xiyanet gihand asta çandekê. Bi vî rengî Barzanî bi rola dij bi şoreşê radibe. Bi êrîşa li ser şoreşên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê feraseta teslîmiyetê ye. Niha jî di şexsê PKK’ê de dixwaze şoreşa Bakurê Kurdistanê bifetisîne û ji bo vê jî li her derê bi dewleta Tirk re tifaqê dike. Lewma Barzanî û PDK celad û kujerê şoreş û şoreşgerên Kurdistanê ye.

ŞERÊ LI DIJÎ KURDÊN AZAD

Olîgarşiya malbata Barzanî her tim xwe weke xwedî û efendiyên Kurdistanê dîtine. Her rêxistineke şoreşgerî ya li Kurdistanê timî xwestiye bi xwe ve girê bide ku xizmetê jê re bike. Yê ku li ber vê yekê rabûn, bi rêya dagirkerên li Kurdistanê xwest tasfiye bike. Barzanî û PDk bi heman mejî nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bû. Hîn di dema komê de bi rêya rêxistina kontra ya bi navê Stêrka Sor û KUK’ê êrîş kir û xwest Tevgera Azadiyê ya Kurd bifetisîne. Piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Rojhilata Navîn belav bû û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû, di sala 1983’an de peymaneke polîtîk hate mohrkirin. Lê belê piştî ku têkoşîna çekdarî di 15’ê Tebaxa 1984’an de destpê kir, PDK kete nava panîkê û ji Rêber Apo xwest, şer rawestîne, naxwe wê li gorî soza da mêtingeran li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd têbikoşe. Her ku PKK’ê şerê gerîla yê li dijî dewleta Tirk a dagirker xurt dikir û derbên giran li dijmin xist, hîn xurt dibû û li çar parçeyên Kurdistanê dihate hezkirin. Barzaniyan û PDK’ê nekarîn ti carî xwe li vê rabigirin. Lewma jî li hemberî PKK’ê bû xwedî hêrseke mezin. Dijminatiya Barzaniyan a li PKK’ê ji dijminatiya dewleta Tirk a li PKK’ê hîn mezintir e. Gotina ‘PKK beriya we dijminê me ye’ ya Barzaniyan ku ji rayedarên Tirk re gotin, vê raxistiyê radixe pêş çavan.

DÎPLOMASIYA BI DEWLETA TIRK RE

Ji bo PKK li qada navneteweyî weke ‘rêxistina terorê’ bê pênasekirin û li ‘Lîsteya Terorê’ bê bicihkirin Barzaniyan û PDK’ê li gel dewleta Tirk karekî berfireh ê dîplomasiyê kir. Di encamê de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd li qada navneteweyî weke ‘rêxistina terorê’ hate pênasekirin û karên wê hatin qedexekirin. Di komploya navneteweyî de ku Rêber Ocalan radestî dewleta Tirk hate kirin rola PDK’ê gelekî mezin e. Piştî ku Tevgera Azadiyê di 1’ê Hezîrana 2004’an de ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî kir, dewleta Tirk şok bû, PDK jî kete nava fikarên mezin.

LI GEL DEWLETA TIRK CIH GIRT

Dewleta Tirk a mêtinger di çarçoveya polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan de nedixwest Başûrê Kurdistanê bi fermî nas bike. Dixwest sîstema heyî ya federal ji holê rake. Lê belê piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî kir, hesabên dewleta Tirk xera bûn. Dewleta Tirk di 21’ê Sibata 2008’an de li Zapê êrîşeke nû ya ‘derveyî sînor’ da destpêkirin û xwest hêza xwe û ya tevgerê biceribîne. Di vî şerî de ku hefteyekê dewam kir helîkoptereke bi tîpa Kobra hate xistin, bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin. Lewma artêşa Tirk neçar ma di 28’ê Sibata 2008’an de xwe vekişîne.

Dewleta Tirk a dagirker piştî vê têkçûnê naskirina statuya Başûrê Kurdistanê û danîna têkiliyeke fermî xiste rojeva xwe. Bêguman ev naskirin wê di berdêla wê yekê de bûya ku PDK careke din li gel dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şer bike. Bi taybetî sala 2012’an piştî ku Şoreşa Rojava û şerê gerîla hîn xurt bû, PDK’ê xwe danî aliyê dewleta Tirk û refê xwe diyar kir. Sala 2014’an li pêşberî DAÎŞ’ê û sala 2017’an piştî referandûma serxwebûnê li pêşberî dewleta Iraqê gelekî tengav bû û xwe careke din avêt hembêza dewleta Tirk ku jê re digot ‘Em ê deriyan bigirin û we birçî bihêlin’. Ji ber vê jî PDK li Başûr, Rojava û Şengalê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd li gel dewleta Tirk a dagirker bi rengekî xayin şer kir. Ev şer destpêkê bi giranî îstîxbaratî û îdeolojîk bû, lê belê sala 2020’î li Zînê Wertê û sala 2021’ê li Garê bi êrîşên leşkerî re, di salên 2022-23-24’an de PDK êdî veguherî parçeyekî girîng ê şerê aktîf ê dewleta Tirk ê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê.

ERDOGAN ÇIMA SPASIYA BARZANIYAN DIKE?

PDK bersivê dide pêwîstiyên binesazî û îstîxbaratî yên dewleta Tirk a dagirker. Di êrîşên li dijî gerîla de alên dewleta Tirk û PDK’ê li kêleka hev li ba dibin. PDK’ê bajar heta dawiyê pêşkêşî artêşa Tirk a dagirker kiriye. Rê çêdike, çeperan çêdike, li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şer dike. Bi hezaran welatparêz, kadro û gerîla ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê şefê qirker ê Tirk Erdogan spasiya PDK’ê dike. Dijminekî faşîst ê ku dixwaze koka Kurdan ji holê rake, çima spasiya Barzaniyan dike? Erdogan ê kujer ku her roj li Rojava û Başûr zarok, jinên Kurd qetil dike, çima spasiya Barzaniyan dike? Divê her welatparêzên Kurd ên bi wijdan li vê yekê bifikire û li gorî vê helwestê nîşan bide. Pîvana sereke ya welatparêziyê nîşandana helwesta şênber a li dijî xiyaneta Barzanî û PDK’ê ye.

Wê dewam bike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Şerê me hebûna me îfade kir’
Nûçeya Pişt re Şervana esîl a Botanê: Destîna Botan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Lubnanê bîlanço giran dibe

Artêşa Îsraîlê banliyoyên başûr ên Beyrûdê tevahiya şevê bi rengekî giran bombe kir. Di nava…

Ji aliyê Stêrk TV

Tê îdîakirin ku li dijî Esad hewla darbeyê çêbûye

Tê îdîakirin ku li Şamê bi rêveberiya Tumgeneral Husam Loqa ku serokê midûriyeta ewlehiya giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Înîsiyatîfa Zarokên Agir 4 febrîqe dan ber agir

Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li 3 bajaran 4 febrîqe û wesayît dan ber agir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KJK: Bi ruhê dema nû em zimanê dayikê li her qadê bi pêş ve bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Em ê li her derê sosyalîzma civakî ya demokratîk bi pêş bixînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cemîl Bayik: Hevrê Fûat jiyanek bû ku ji bo Partî, gel û azadiyê hatibû fedakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şandeya Mexmûrê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?