Sêşem, 13 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê hatin bibîranîn: Ya ku dikeve ser milê me pêkanîna aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hayatî Kaytan: Em ê heta dawiyê bi we re bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê kadroyên damezrîner ên PKK’ê Kaytan û Altûn hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Em amade ne ku piştgiriya pêvajoyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Du kadroyên pêşeng li Tûzlûçayirê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubat Talebanî: PKK’ê derî li pêş qonaxeke nû vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Encamstandin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên Kongreya 12’emîn a PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemîl Bayik: Eger careke din bême dinyayê ez ê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Lêgerîna edaletê ya xizmên windayan dewam dike
Rojane

Lêgerîna edaletê ya xizmên windayan dewam dike

ÎHD û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin bipirsin, vê hefteyê jî çalakiya xwe domandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 808’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de beşdaran wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayin û dema binçavkirî hatin windakirin hilgirtin.

Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Tahir Saçakli di daxuyaniyê de axivî û Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr xist. Saçakli, wiha got: “Sesala ye li vê xakê komkujî tên kirin. Lê hesaba wan nayê dayin. Sedema hatine me ya vê derê jî hesabpirsîna van komkujiyan e. Di 73 Fermanan de bi dehhezaran êzidî hatin qetilkirin. Hêj îro jî civaka êzidî li ser xaka xwe tê qirkirin.”  

Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Suzan Mehmetoglû jî piştre axivî û serpêhatiya Muhyettîn Taştekîn a li gorî şahidiya kurê wî Nîhat Taştekîn xwend ku di 5’ê tebaxa sala 1993’yan de li bajarokê Anzarê yê Mûşê ji hêka kontrayan ve hate qetilkirin. Serpêhatî wiha ye: “Komeke di destê wan de çek hebûn, di 5’ê tebaxa 1993’yan de hatin gundê me û kesek ji wan kete mala me. Yên din jî li ber derî bûn. Vî kesî bavê min ê 60 salî mela Muhyettîn Taştekîn ji malê derxist û bir baxçeyê malê. Ji bilî bavê min nehiştin tu kes derkeve. Demekî kin piştre dengê gelek çekan hat. Li ser vê yekê em çûn baxçeyê û bavê min di nava xwinê de hiştibûn. Min dît ku koma çekdar ber bi Fermandariya Lîwayê ya Cendirmeyan ve baz didin.

Beriya vê bûyerê, bavê min ji hêla polîsên sivîl ve dihat şopandin. Bavê min kesayetekî naskirî bû. Di sala 1990’an de çûbû Ewropayê û di nava siyaseta kurd a demokratîk de bi awayeke çalak cih digirt. Dema vegeriyayî gund jî hate înfazkirin. Du roj piştî kuştina bavê min, TRT’ê nûçe derbas kir û got ku PKK’ê înfaz kiriye. PKK’ê jî bi daxuyaniyekê got ku eleqeya wan bi bûyerê re tune ye. Piştî kuştina bavê min, tu pêvajoyeke baş a darizandinê nehat meşandin.”

ÊLIH

Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 644’an de li pêşiya Bîdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate hilgirtin. Li gel parastvanên mafên mirovan, her wiha rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin (MEBYA-DER) jî tevlî bûn. Di çalakiyê de serpêhatiya Resûl Saçan hate xwendin ku di 9’ê tebaxa 1994’an de li Taxa Aydinlikê ya Êlihê ji hêla kesekî ve hate revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.

Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî got ku dema Resûl Saçan dikana xwe girtî û ji bo biçe malê li duçerxeya xwe siwar dibû, ji hêla kesekî ve hate revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Bi domdarî Elçî ev tişt anî ziman: “Hefteyek beriya were revandin, du polîsên sivîl hatin mala wî û pirsên ‘tu çi kar dikî, bi çi ve mijûlî’ jê kilrin. Jê re gotiye ku qesabtiyê dike. Polîsekî jê re gotiye; ‘Tu qesabê mirovanî yan yê heywanan?’ Wî jê gotiye ku qesabê heywanan e. Hefteyek piştre jî hate revandin.”

Elçî, bi domdarî şahidya Fahrettîn Tan vegot ku ji hêla hîzbîkontrayê ve hatibû revandin û piştre hatbû berdan. Elçî, wiha domand: “Li gundê Zorava yê Êlihê, di stargeha di bin mala Azîz Onluk de bi Resûl Saçan, Zeynel Kursep, Mahmût Demîrer, Îsmaîl Agaya û kurê Haci Selîm re hatine ragirtin. Ev stargeh, di sala 1998’an de ji hêla dewletê ve hate derxistin lê tu agahî ji Resûl Saçan nehatin girtin.”  

Elçî, diyar kir ku tevî belgeyan jî hemû serlêdan bêencam man û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bê lêkolînkirin, faîlên wan bên darizandin û tavilê ev rûreşiya heyî ji holê were rakirin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan ên Colemêrgê jî di hefteya 134’an de li Kolana Hunerê ya Geverê hatin gel hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Sîbel Şedal a 7 salî hate pirsîn ku di 26’ê nîsana 200’ê de dema li Geverê ji xwe re dilîst bombe teqiya bû û jiyana xwe ji dest dabû. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, wêneyên kesên hatine qetilkirin û yên di bin çavan de hatin windakirin hatin hilgirtin.  

Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) ên Geverê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî jî tevlî çalakiyê bûn.

Sekretera Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Şen Zengîn serpêhatiya Sîbel Şedal xwend. Zengîn, da zanîn ku dema Şedal ber bi taxê ve dimeşiya di teqînê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Di dema teqînê de Îsmaîl Şedal û Velat Şedal li cihê bûyerê, Sîbel Şedal jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jiyana xwe ji dest da. Li cihê bûyerê nîqaş derketin û 2 saetan destûr nehat dayin ku ambulans bê cihê bûyerê. Ji ber ku ambulans hate astengkirin, zaroka bi giranî birîndar xistin qasaya pîqapekê û wisa birin nexweşxaneyê. Rojek piştre jî cenaze radestî malbatê hatin kirin. Cenazeyên Sîbel Şedal, Velat Şedal û Îsmaîl Şedal li Geverê hatin definkirin. Waliyê demê bi malbatê re kete nava peywendiyan û jê xwest ku gilî nekin. Di encama têkoşîna biisrar a malbata Şedal de biryara dozgeriya Geverê ya ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hate betalkirin.”

Zengîn, diyar kir ku cureyê bombeya bûye sedema mirina Şedal û agahiya bê ka ji hêla kîjan hêzê ewlekariyê ve hatiye avêtin tu caran nehat eşkerekirin. Zengîn, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê dev ji ji pirsîna aqûbeta Sîbel Şedal û têkoşîna xwe ya maf bernedin. Heta klu aqûbeta windakiriyên me tevekan tên eşkerekirin dê têkoşîna me bidome.”  

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ku her du hefteyan carekê li dar dixe, li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê li dar xist. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hatin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a ÎzmÎrê Caner Canli serpêhatiya nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe vegot ku di sala 1993’yan de hatibû qetilkirin.  

Canli, da zanîn ku rojek piştî revandina Tepe, kesekê nasnameya wî nediyar li bavê Tepe Îshak Tepe geriyaye û jê re got ku kurê wî ji hêla Tûgaya Tolhildanê ya Tirk ve hatiye revandin. Canli, wiha dom kir: “Îshak Tepe di heman rojê de daxwazname ji Midûriyeta Emniyetê ya Bedlisê, Serdozgeriya Komarê, Walîtiya OHAL’ê, Wezareta Karên Hundir û Serokwezîrtiyê re şand û ji bo xelaskirina kurê xwe alîkarî xwest. Di telefonên piştre de kesê li Tepe geriyayî got ku haya wan ji tevahiya geşedanan heye heta haya wî ji nîqaşa di navbera Tepe û General Tagma de jî heye. Di 4’ê tebaxa 1993’yan de cenazeyê Ferhat Tepe li qeraxê Gola Hazarê hate dîtin. Di heman rojê de dozger û tipa edlî got ku ji ber xeniqînê miiriye û hewcehî bi lêkolînkrinê nîne. Cenaze, li Goristana Bêkesan a Xarpêtê hate veşartin.”

Di berdewamê de Canli got ku tevahiya serlêdanên bav Tepe ji bo rayedaran kirin bêencam man û wiha bi dawî kir: “Demekî kin piştre jî parêzerê Ferhat Tepe, Şevket Epozdemîr hate kuştin. Di kuştina wî de navê Kokrmaz Tagma derbas bû lê derheqê her du bûyeran de jî lêpirsîn nehat destpêkirin. Tagma, di navbera salên 1994-1996’an de tayinî Serokatiya Daîreya Biçekbûn, Parastin û Lêkolînê ya Serfermandariya Giştî ya Atêşê hate kirin. Di sala 1996’an de ji ber bêkadrotiyê teqawid bû. Weke parastvanên mafên mirovan em dixwazin ku kesên Ferhat Tepe qetil kirin bên cezakirin. Bila polîtîkaya necezakirina sûcdaran bê bidawîkirin û faîl bên darizandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervanê QSD’ê Xalid Xebrawî hate veşartin
Nûçeya Pişt re Alpay: Redkirina Kurdî tê wateya redkirina rastiyê!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rûsyayê karesata lehiyê berdewam dike

Rayedarên herêma Kurgan a Ûralê ya Rûsyayê, ji ber lehiyên dîrokî bang li welatiyan kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bruksel û Grazê meşên şeva 8’ê Adarê

Bi wesîleyê 8’ê Adarê bi hezaran jin li kolanên Brukselê meşiyan, bi deng, muzîk û…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran: Dibe ku bûyer hatibe girtin

Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşa li ser Îsraîlê got, "Dibe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê hatin bibîranîn: Ya ku dikeve ser milê me pêkanîna aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hayatî Kaytan: Em ê heta dawiyê bi we re bin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Edeneyê kadroyên damezrîner ên PKK’ê Kaytan û Altûn hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?