Endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de tevî Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan li paytexta Fransayê Parîsê hatibû qetilkirin, di 12’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Mêrsînê hat bibîranîn. Nûnerên rêxistinên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn. Beriya bîranînê meş hat lidarxistin û di meşê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Piştre jî li ser gora Leyla Şaylemez merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de ji şexsê Leyla Şaylemez, Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan de ji bo hemû jinên di têkoşîna jinên Kurd de jiyana xwe ji dest dayin deqeyek rêz hate girtin.
Piştre jî li ser navê Meclisa Jinan a DEM Partiyê Meral Gultekîn axivî û jinên di Komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin bi bîr anî. Meral Gultekîn, wiha got: “Em van jinên dilwêrek ên ji bo azadiya jinê û wekheviya gelan canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re careke din dubare dikin. Xeyalên wan di têkoşîna me de ye.”
Herî dawî jî Parlamenter Dîlan Kunt Ayan di bîranînê de axivî û jinên di Komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin bi bîr anî. Dîlan Kunt Ayan, wiha got: “Tetîkkêş Omer Guney e lê em hêzên li pişt wî baş nas dikin. Ew hêz jî dijminê jina ye. Divê ji bîr nekin ku ew çiqas bixwazin gelê Kurd, jinên Kurd tune bikin jî heta ku em hebin dê tu caran dev ji paradîgmaya xwe ya azadîxwaziya jinê bernedin.”
Bi domdarî Dîlan Kunt Ayan bi bîr xist ku dema her sê jinên şoreşger hatin qetilkirin, “pêvajoya çareseriyê” hebû û wiha pê de çû: “HDP’ê bi hêviya aştiyê hevdîtin dikir. Mutebeqeta Dolmabahçeyê dihat îmzekirin. Lê çi bû? Bi vê qetlîamê bersiv dan gelê Kurd. Lê çi dibe bila bibe dê gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernede û paşvegavê neavêje.”
Dîlan Kunt Ayan, di heman demê de bertek nîşanî astengkirina şandeya dixwest biçe cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji Herêma Federe ya Kurdistanê bigire lê li deriyê sînor hat astengkirin da. Dîlan Kunt Ayan, axaftina xwe wiha qedand: “Em li ser gora Leylayê careke din dibêjin ku dê têkoşîna me bidome.”
Di bîranînê de herî dawî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Leyla Şaylemez.