Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ceylan Akça Copula: Divê Birêz Ocalan azad be
Rojane

Ceylan Akça Copula: Divê Birêz Ocalan azad be

Parlamentera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça Copula diyar kir ku desthilatdarî divê ji bo bidawîkirina tecrîdê gavên şênber biavêje û got, “Tecrîda li ser Birêz Ocalan û şert û mercên girtîna wî ne li gorî zemîna aştiyê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Rêber Apo re du hevdîtinên cuda pêk anîn. Tevî ku bi Rêber Apo re du hevdîtinên cuda hatin pêkanîn jî polîtîkayên tecrîdê ku 25 sal in li Îmraliyê tên sepandin, bêyî navber dewam dikin. Hîna jî destûr nayê dayîn ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike.

 

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Copula têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Berî her tiştî em ji nû ve destpêkirina hevdîtinan baş dinirxînin. Ji ber ku em wekî DEM Partiyê gelek caran diyar dikin ku divê pirsgirêka Kurd di zemînekî siyasî de were çareser kirin. Em vê li her derê dibêjin. Dema em qala çareseriya pirsgirêka Kurd a di zemîna siyasî de dikin jî, di heman demê de qala aktoran jî dikin û dibêjin ku aktorê sereke Birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan hem bi rola xwe ya siyasî û hem jî bi rola xwe ya civakî teqez ne kesekî ku ji derveyî mijarê bê hiştin e. Ji ber vê yekê tecrîda ku li ser wî tê dewamkirin û şert û mercên girtina wî ji bo zemîna aştiyê bizerar in. Em dibêjin ku divê ev şert û mercên bizerar werin bidawîkirin. Eger Tirkiye tenê yasayan jî pêk bîne divê Birêz Abdullah Ocalan îro azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ne tenê rewşeke ku yasayan pêşbînî dike ye, azadiya wî ya fîzîkî ji bo bi encamkirina aştiyane ya vê pêvajoyê şert e. Ji bo ku pêvajoya muzakereyê bi tendurist were meşandin divê tecrîd bidawî bibe û Girtîgeha Îmraliyê demildest were girtin.”

‘BIRÊZ OCALAN AKTOREKÎ SIYASÎ YE’

Ceylan Akça Copula destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo tê sepandin, belavî hemû qadên jiyanê bûye û wiha got: “Di rastiyê de eger hûn bala xwe bidin aliyên têkildarî siyasî, civakî û hiqûqî ya tecrîdê heye. Eger hûn tevî yasayan jî tecrîdê li kesekî pêk tînin, hûn nikarin rê li ber bigirin ku heman sepandin li ser kesên din nayê pêkanîn. Hin sepandinên bêhiqûq hene ku gelek caran li ser Birêz Abdullah Ocalan û Kurdan tên kirin. Ji ber ku li hemberî van sepandinan bêdengî çêbû, li dijî kesên di protestoyên Geziyê de cih girtin an jî li dijî kesên ku bi tevlîbûna protestoyên Geziyê tên sûcdarkirin kiryarên dişibin hev hatin kirin. Ez qala kî dikim? Qala Osman Kaval dikim. Ger desthilat pê re dakeve, tirsê biafirîne, xwedî amûrên manîpulasyonê ya ku şert û mercên Osman Kavala û birêz Ocalan bike mîna hev e. Aliyê ku hiqûqê bi awayekî xirab bi kar tîne diyar e. Ji bo pêla tundî û tirsa ku li ser civakê tê meşandin bi dawî bibe, divê em tirsên ku afirandiye qebûl nekin. Birêz Abdullah Ocalan kesayetek siyasî û aktorê sereke ye. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de kesayetekî girîng e.”

‘JI BO AŞTIYEKE MAYÎNDE DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’

Ceylan Akça Copulo diyar kir ku heta tecrîd bi awayekî mayînde neyê rakirin mirov nikare qala aştiyê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû beşên Tirkiyeyê ev 15 sal in dibin şahidê van polîtîkayên desthilatê. Lê em baş dizanin ku sed sal in ev polîtîka berdewam dike. Bêdengiya muxalefetê hişt ku ev polîtîka xirab bibe. Ji ber ku muxalefet li hemberî rewşa birêz Abdullah Ocalan dengê xwe dernexist, îro pêlên cuda yên zextan li ser hemû beşên civakê dimeşîne. Muxalefeta ku dema rêberê tevgera siyasî hedef dihat girtin bêdeng bû, îro ji ber pêla tirsê li ser wê tê meşandin dengê xwe derdixe. Lê belê helwesta wan bû sedema parçebûna dengê yekgirtî. Ne dereng e, divê muxalefet bibêje ew li aliyê hêza demokratîk û û yekgirtî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Divê her kesên xwedî wijdan li dijî polîtîkayên HTŞ’ê rabe’
Nûçeya Pişt re Me di dawî de xwe gihand bendavê, vê çemê şîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

1’ê Gulanê: Her der berxwedan!

Rêxistinên kedê û sosyalîst li kolanên Okmeydani li hev kom bûn û ber bi Taksîmê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Abdullah Ocalan meşiya

Di çarçoveya pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Bozan: Em ê bi serketinê bersivê bidin fen û fûtan

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan got, bi serketinê, bi qezençkirina şaredariyan ew ê bersivê bidin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?