Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariyên Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo mezinkirina govenda azadiyê em bang dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Di vê Newrozê de em ê pêvajoyê bi ser bixînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê herî kêm 4 teqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Newroz 2026’an divê bibe Newroza azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Amedê civîn: Divê dewlet lingê kêm ê pêvajoyê temam bike
Rojane

Li Amedê civîn: Divê dewlet lingê kêm ê pêvajoyê temam bike

Pltaforma Saziyên Demokratîk, diyar kir ku lingê kêm ê pêvajoyê ew e ku dewlet sererastkirinên hiqûqî û zagonî naxe meriyetê û got: “Divê dewlet li ser bingeha hemwelatiya wekhev, sererastinên hiqûqî, zagonî û îdarî bixe meriyetê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêber Apo, hemû gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) ên li Tirkiyeyê vedikişînin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku ew pêvajoyê derbasî qonaxa duyemîn dikin.

Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî “biryara vekişînê” ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û geşedanên dawî, li Xana Îskender Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da. Pêkhateyên Platformê tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Her gavek ji bo aştiyê, her gavek ji bo civaka demokratîk, bi gavên yekalî çênabe çareserî” hate hilgirtin.

Di daxuyaniyê de Kurdiya metna hevpar endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mehmet Emîn Ay û ya Tirkî jî aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hulya Alokmenê xwend.

Ay, diyar kir ku ew Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo pêşerojê weke qonaxeke dîrokî dibînin. Ay, anî ziman ku di pêvajoya piştî silavdayîna Serokê Giştî yê MHP’ê ya li Meclisê dest pê kir de gelek geşedanên girîng qewimîn.

Ay, daxuyanî wiha domand: “Li gorî bangên rêzdar Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd îradeya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê eşkere ragihand; bi lidarxistina kongreya xwe, biryara fesixkirinê da û li dû vê biryarê merasîma şewitandina çekan lidar xist. Ev gav, ne tenê veguherîneke rêxistinî, di heman demê de deriyê serdemeke nû vekir ku tê de siyaseta demokratîk, çareseriya civakî û lihevhatina demokratîk pêş tê.

Hevdîtina Îmraliyê ya di 27’ê Sibatê de hat kirin û li dû wê jî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’, daxuyaniyeke dîrokî bû ku zimanê aştiyê û zemîna siyaseta demokratîk kûr kir. Gotina rêzdar Ocalan a ku di vê bangê de anî ziman, ‘Lihevhatina demokratîk rêbaza bingehîn e’, meyla rastirîn a ji bo paşerojê îfade dike.

Gotina rêzdar Ocalan a ku di daxuyaniya xwe ya bi dîmen (vîdeo) de ya di 9’ê Tîrmehê de anî ziman, ‘Ez ne bi hêza çekê, lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawer im’, ji bo gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê nexşerêya aştiyeke mayînde nîşan dide.

Bêguman yek ji gavên herî krîtîk û pêşketî yên vê pêvajoyê jî biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiya Kurd a ji axa Tirkiyeyê ye ku di demek nêz de, anku di 26’ê Cotmeha 2025’an de hate dayîn. Ev biryar, careke din jidilbûna pêvajoyê, baweriya bi aştî û çareseriya demokratîk derxistiye holê. Biryara vekişînê ji bo lezdayîna pêvajoyê û vekirina rêya siyaseta demokratîk û avakirina aştiya civakî xwedî girîngiyeke jiyanî û dîrokî ye.

Niha dor hatiye ku dewlet ji bo bidawîkirina pêvajoya pevçûnê ya 52 salî û di vê qonaxa derbasbûnê de entegrasyona li ser zemîna siyaseta demokratîk gengaz bike, qanûnên hemwelatiyên azad, civaka demokratîk û sivîl bîne cih. Gavên dîrokî yên ku hêzên Tevgera Azadiya Kurd heta niha avêtine, ji bo bicihanîna van hemûyan qadeke gelekî hêja vekirine.

Di warê zemîna sazîbûnê ya pêvajoyê de jî gavên girîng hatine avêtin; li Meclisê bi tevlîbûna hemû partiyan Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hate damezrandin û îradeyeke ku zemîna siyasî ya aştiya civakî xurt dike derxist holê. Lê belê heta niha komîsyona hatiye avakirin bi rêzdar Ocalan re ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, pêşengê avakirina Aştî û Civaka Demokratîk ku perspektîfa çareseriyê pêş xistiye, hevdîtin nekiribe, ji bo gelê Kurd û gelên din nayê qebûlkirin. Li ser vê bingehê; ji bo ku rêzdar Abdullah Ocalan bi hemû beşên civakê re li ser pêvajoyê nîqaşên saxlem bimeşîne û bi rêziknameyên hiqûqî yên ku dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî bêne derxistin, bigihîje azadiya xwe, hem ji bo me hem jî ji bo ku pêvajo veguhere entegrasyona demokratîk, şertek pêşîn e.

Di qonaxa îro de eşkere tê dîtin ku ligel hemû gavên dîrokî yên Tevgera Azadiya Kurd, lingê kêm ê ji bo pêşveçûna pêvajoyê, cihneanîna rêziknameyên hiqûqî û yasayî yên ku dikeve ser milê dewletê ye. Mayindebûna aştiyê, peydakirina entegrasyona demokratîk û xurtkirina baweriya civakî, ne tenê bi gavên yekalî, lê bi gavên dualî dê gengaz be.

Serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê serkeftina gelê Kurd e; wê bibe serkeftina hemû bawerî û nasnameyan, bi kurtasî hemû gelên herêmê. Bi vî awayî, pêvajo wê siberojeke ronî, li ser bingeheke rast a xwişk-biratiya gelan û jiyana hevpar mayînde bike. Ji bo qonaxa duyemîn û belkî jî qonaxa herî dijwar a pêvajoyê ye ku sazkirina aştiyê, xurtkirina siyaseta demokratîk û avakirina serdemeke nû ya li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev e, pêwîst e ku dewlet rêziknameyên pêwîst ên hiqûqî, yasayî û îdarî der bixe.

Em Weke Platforma Saziyên Demokratîk, di vê pêvajoyê de her gava ku heta niha hatiye avêtin bi qîmet, bi nirx û girîng dibînin û dubare dikin ku em ê piştgiriya gavên avaker ên ku dê ji niha û şûn ve werin avêtin, bikin. Di vê wateyê de, bikaranîna zimanekî pozîtîf ku li gorî ruhê pêvajoyê ye ji aliyê her beşê ve, ji bo ku pêvajoya heyî veguhere muzakere û entegrasyona demokratîk, gelekî girîng e.

Li gorî vê, em bang li hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, bawermendan, hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl, sendîka, odeyên pîşeyî, partiyên siyasî û beşên civakî dikin ku piştgirî bidin vê pêvajoyê û li vê derfeta dîrokî xwedî derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeya yek ji pêşengên jinan Hêvî Silêman hate veşartin
Nûçeya Pişt re Çeteyên dewleta Tirk ji bo desteserkirinê dikanan mohr dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE’yê pêkanîn danî ser “kes û komên nêzî Îranê” yên li Iraqê

Hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryar da ku li ser hin kes û komên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rihayê avahiya xisar ji erdhejê dîtibû, hilweşiya: 2 kes mirin

Li Rihayê avahiyek ku xisar ji erdheja 6'ê Sibatê dîtibû lê nehatibû hilweşandin, hilweşiya. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Apo ji saziyên navneteweyî re name şandin

Jody Williams a ku di sala 1997’an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt û Dr.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Çareseriya pirsgirêka Efrînê bi bidawî dagirkeriya Tirkiyeyê ve girêdayî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?