Platforma Saziyên Demokratîk êrîşên çeteyên berhemên DAÎŞ’ê yên HTŞ’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşek girseyî protesto kir.
Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tevli meşê bûn. Girseya ku li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê kom bû pankarta “Bila êrişan rawestînin, Rojava hêvî ye, berxwedan e, azadî ye” û dirûşmên “Her der berxwedan her der Rojava” , “Bijî berxwedana Rojava” , “Bijî berxwedana QSDê” , “Jin jiyan Azadî” , “Amed li ser pêyan e bi Rojava re ye” , “Rojava dê ji DAIŞê re bibe goristan” , “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” , “Şehîd namirin” , “Bijî Serok Apo” û “Silav silav ji Rojava re hezar silav “ û sirûdên “Rojava” û “Çerxa Şoreşê” berz kirin.
Girse da ji Parka Koşûyolûyê heta Qada Şêx Seîd bimeşe lê polîsan ragihand ku Wezareta Karên Hundir ferman daye ku meşê asteng bikin. Li ser vê yekê girseyê rê ji trafîkê re girt û demekî dirêj dirûşm berz kirin. Dû re girseyê barîkatên polîsan hilweşandin û li cade û kolanan belav bû û meşiya. Polîsên ku bi gaza îsotê êrişê girseyê kir, îşkence li gelek welatiyan kir û hin welatî bi îşkenceyê binçav kirin. Dema girse dimeşiya welatiyên derdorê bi îşareta serkeftinê û qorneyên wesayîtan piştgirî dan wan. Girse tevî mudaxileya polîsan jî meşiya û meşa xwe bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî kir.

