Duşem, 2 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Koç krîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em bi Şoreşa Rojava re ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyama piştgiriya bi Rojava re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Holmes: Aşitiya mayînde bêyî mîsogeriya destûrî nayê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ya ji bo taziya şervanê QSD’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê encamnameya yekemîn konferansa xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşînek nû dimeye: Dema zêdekirina keziyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Amûdê bingehê perestgeheke Êzidiyan hat danîn
Rojava

Li Amûdê bingehê perestgeheke Êzidiyan hat danîn

Li gundê Dugir ê Amûdê bi boneya salvegera 11’emîn a Qirkirina Êzidiyan de çalakiyek bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bingehê perestgeheke Êzidiyan hat danîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li gundê Dugir ê Amûdê bi boneya salvegera 11’emîn a Qirkirina Êzidiyan de çalakiyek bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bingehê perestgeheke Êzidiyan hat danîn. Endamên civaka Êzidî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî, her wiha şandeyên Ewropî û ji başûrê Sûriyeyê jî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîman de endamê Meclîsa Rêveber a Yekîtiya Êzîdiyan a Sûriyeyê Fewzî Cûlî şehîdên Komkujiya Şengalê bi bîr anî û diyar kir ku armanca êrîşkaran ew bû ku nasname û dîroka civaka Êzîdî ji holê rakin.

Piştre, 2 endamên Meclîsa Rohanî yên ku ji Laleşa Nûranî ya Başûrê Kurdistanê hatine Bavê Çawîş û Pîşîmem, her wiha gelek rûspiyên saziyên olî, perde li ser kavirê bingehîn ê perestgehê vekir.

Piştre rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo axivî û got: “Perestgeh dê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û ji bo civaka Êzidî bibe çirayeke ronahiyê.”

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman diyar kir ku ew bi civaka Êzidî re di nav hevkariyê de ne û got: “Ev komkujiya li dijî civaka Êzidî dê neyê jibîrkirin, bidestxistina edaletê û parastina Êzidiyan, maf e.”

Endama rêveber a Yekîtiya Jinên Êzidî ya Sûriyeyê axivî û destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê hemî bi civaka êzidî re hevkar in.

Her wiha Diyaa Ebdullah ku ji bajarê Siwêdayê hat jî, kêfxweşiya xwe ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û got: “Civaka we civakek piralî ye, ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike. Em, ji Siwêdayê, mîna we ne. Em her kesî qebûl dikin û bi her kesî re dijîn.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî anî ziman ku perestgeha pîroz li ser axa pîroz tê avakirin ku bi hezaran salan berxwedan û têkoşîn li ser hatiye meşandin. Hiso destnîşan kir ku perestgeh, dê bibe nasnameya nifşê siberojê û dîrokeke zindî be.

Di merasîmê de peyamên pîrozkirinê hatin dayîn. Di bîranînê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û şêx Mûrşîd Xeznewî yên ku avakirina perestgehê ji bo parastina nasnameya olî û çandî ya civaka Êzidî û xurtkirina hebûna wan a dîrokî, bi gaveke pîroz û erkekê wesifandin.

Merasîm bi xwendina helbesteke li ser komkujiya Şengalê ji aliyê helbestvan Ferhad Mardî ve bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMÛDÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Komkujiya Şengalê divê di asta navneteweyî de wekî qirkirin bê naskirin’
Nûçeya Pişt re ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşa li Qudsê Tugeya El Qessam girt ser xwe

Tugeyên Izedîn El Qessam ragihandin ku wan êrîşa çekdarî ya li Qudsê kiriye ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Minbicê protestoya li dijî binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk

Bi sedan kes li dijî qetilkirina kesekî ya li Minbica dagirkirî daketin qadan û xwestin…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

Şêx Seîd û hevalên wî di sala 100’an a darvekirina xwe de li cihê hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Koordînasyona Jinan a Kobanê daxwaza rakirina dorpêçkirinê kir

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Fransî: Ji bo dengê Kurdan bigihînin aliyên peywendîdar li vir in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Civîna her du Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Dêrikê şehîdên berxwedana Rojava spartin axê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?