Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Berxwedana Girtîgeha li Amedê hate silavkirin
Rojane

Berxwedana Girtîgeha li Amedê hate silavkirin

Di daxuyaniyê de berxwedana li girtîgeha Amedê hate silavkirin û kesên bi êşkenceyê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Her wiha hate gotin, Girtîgeha bi Hejmara 5'an bibe Muzeya bîrê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koma Hewldana Muzeya Bîrê ya Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê (Zindana Amedê) li ber deriyê Zindana Amedê ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yan bi îşkenceyan hate nasîn û yek ji “20 girtîgehên herî xerab ên bi nav û deng” e daxuyanî hate dayîn. Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û kesên di wê serdemê de li girtîgehê de mane tev li bûn.

Endamê Hewldana Muzeya Bîrdariyê Refîk Karakoç daxuyanî bi kurdî, endamê hewldanê Halûk Yildizhan jî daxuyanî bi tirkî xwend.Karakoç bi bîr xist ku li Tirkîyeyê leşkeran, bi domandina tradisyona darbekar di 12’ê Îlona 1980’an da, bi destdanîna ser “rêveberîya sivîl”, derbeya leşkerî kir û wiha got: “Di encama vê derbeya leşkerî da, Tirkiye vegerîya zîndaneke bê sînor. Bi sed hezaran însan ketin ber lêpirsînê, hatin binçav kirinê, bi hezaran jî hatin girtin. Bi sedan însan li îşkencexane û zîndanan ji ber îşkence û muameleya xerab mirin û hatin kuştinê, bi hezaran kes seqet man. Bi hezaran însan bi cezayê îdamê hatin darizandin, 50 kes jî hatin îdam kirin.”

Karakoç, diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê veguheriyane qadên tetbîqkirinên taybet, her yek bûye navendeke îşkenceyê û ev tişt got: “Ancax cihek hebû ku ne bi tenê bû navendeke hesan a îşkenceyan; di heman demê da bû navendek ceribandinên sîyasî-civakî ji bo ji holê rakirina nasnameyên însanan, bû dibistaneke asîmîlasyonê ku li ser teslîmgirtina însanan hatîbû avakirin, bû laboratuwareke taybet a bê şexsîyetkirina însanan ku bi tundiyê xurt dibû. Ew der Zîndana Amedê ya Hejmara 5’an bû. Di lêkolînek ku hatiye kirin da hatiye dîtin ku ev zîndan yek ji ‘Deh zîndanên herî xerab ên li ser rûyê dinyayê’ ye; bi cerbandinên xwe yên taybet û îşkenceyên xwe jî ya herî navdar e. Vê zîndana Hejmara 5’an ku di jiyana bi hezaran însanan de şop û êşên kûr hiştibû, li gorî biryara hikûmeta niha, di 20’ê Cotmeha 2022’yan da hat valakirin, ji Wezareta Dadê hat girtin, dewrî Wezareta Çand û Turîzmê hat kirin. Bi daxuyaniyekê jî hat gotin ku ‘dê zindan bibe muze.’”

Karakoç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek şahid û mexdûrên serdema vê hovîtîya ku li Hejmara 5’an, di salên 1980-84an da hatibû jiyîn, dixwazin di biryarên li ser muzebûna zîndanê da muxateb bêne dîtin û di vê pêvajoyê da jî mudaxil bibin.

Bi vê armancê em dibêjin ku pêwîst e weka mînakên dinyayê: Malaterorê ya Macarîstanê,  Emna Sor a Silêmanîyê û mînaka Tirkîyeyê ya Sînop-Ulucanlarê, Zîndana Hejmara 5’an jî bi awayekî minasibê eslê xwe ji nû ve bê dizayn kirin; divê dîtin û pêşnîyazê kesên li wê zîndanê mane û wan rojan jîyane mutleqa li ber çavan bê girtin.”

Karakoç daxwazên xwe wiha rêz kirin:

1- Bila avahiya zîndanê, bêyî guherîna fizîkî, bibe minasibê rewşa salên 80-84an.

2- Nivîs û wêneyên li ser dîwarên zîndanê li gor atmosfera wan rojan, bi efektên dîtbarî û bihîstbarî bêne şênberkirin.

3- Navê kesên di zîndanê da bi îşkence hatine kuştin, tarîx û cihê mirina wan bi nivîskî bê tesbîtkirin, li cihê wan bên nivîsîn.

4- Di komkirina materyalên muzeyê da, divê Wezareta Dadê û Wezareta Çand û Turîzmê xebatê bi hevkarîya me bimeşînin.”

Karakoç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê munasebetê em careke din ji raya giştî ra, ji parêzvanên heq û hiqûqê ra, ji alîgirên aştî û mafê mirovan re bang dikin ku ji bo Zîndana Hejmara 5’an bibe Navenda Bîrê baldar bin, li daxwazên me yên mafdar ên di vê mijarê da xwedî derkevin û piştgiriyê bidin.  Em ji herkesê ku piştgirî didin van daxwazên me re, ji hemû kesayet û sazîyan re spas dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Efrîn a dagirkirî 3 kesên din hatin revandin
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk careke din êrîşî Silêmaniyeyê kir: 3 kes hatin qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kobanê 14 roj in di bin dorpêçê de ye

Bajarê Kobanê ku 600 hezar mirov lê dimînin, ji 20'ê Çileyê û vir ve di…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran: Dibe ku bûyer hatibe girtin

Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşa li ser Îsraîlê got, "Dibe…

Ji aliyê Stêrk TV

Iraq: Banga Ocalan gavekî girîng e

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo wiha got, “Ev…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?