În, 3 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Şoreşa Rojava ruhekî nû afirand’
Rojava

‘Şoreşa Rojava ruhekî nû afirand’

Mamosteyê Wêjeya Kurdî Salih Heydo da zanîn ku ger mirov bixwaze jiyaneke bi zanîn derbas bike, divê bi zimanê xwe bixwîne û got: "Şoreşa Rojava ruhek da ruhê me û niha em bi serfirazî bi zimanê xwe dinivîsîn."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Salih Heydo di sala 1956’an, li gundê Hesê Oso yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Zaroktiya xwe li gund derbas dike. Ji zaroktiya xwe ve mereq kiriye ku zimanê xwe baş nas bike û li ser binivîse. Salih Heydo di 12 saliya xwe de yekem helbesta xwe ya bi navê ‘Kêfetat’ nivîsandiye û ji wê demê ve dest bi nivîsandinê kiriye. Li ser wêjeya kurdî pirtûk û helbestên wî hene. Bi daxwaza ku mîrasa xwe di nav nifşên nû de belav bike, ew niha li Zanîngeha Rojava dersa Wêjeya Kurdî dide. Her wiha ew gihiştiye temenekî mezin jî lê hîn jî cil û bergên xwe yên gelêrî û çanda dapîr û bapîran diparêze û 86 pirtûkên wî hene.

Salih Heydo têkildarî serpêhatî û eleqeya xwe ya ji bo zimanî ji ajansa me ANF’ê re axivî. 

‘MALBATA MIN BI ZARAVEYÊN KURMANCÎ DEWLEMEND BÛN’ 

Salih Heydo di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku wî ji zaroktiya xwe ji zimanê Kurdî hez dikir û got: ‘’Ji zarokatiya xwe ve min her tim mereqa zimanê Kurdî dikir. Di wê demê de zimanê Kurdî qedexe bû. Lê belê tê bîra min ku wêdemê sê radiyoyên ku weşana xwe bi zimanê Kurdî jî dikin, hebûn ku ew jî radiyoyên Êrîvan, Bexda û Tehranê bûn. Ji ber ku zimanê wê hemû bi Kurdî bû, min herî zêde li ya Êrîvanê guhdar dikir. Di nava malbata min de devokên cuda hebûn. Dayika min ji Deşta Xerza bû. Bavê min ji Şengalê bû û em jî ji navçeya Amûdê bûn. Ji ber vê yekê di nava malbata me de devokên cuda dihatin xeberdan.  Ez dikarim bibêjim ku malbata me di warê devokên Kurmancî de pir dewlemend bû. ” 

GIRANÎ DA ZIMANÊ DAYIKÊ Û HUNERA KURDΠ

Salih di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dema wî pirtûkên Kurdî dîtin, ji xwe dipirsî ku çima ew bi zimanê xwe naxwînin û zimanê neteweyeke din bi darê zorê dixwînin û got: “Cara yekem me pirtûkên bi Kurdî yên Ehmedê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî bi dest xistin û piştre jî me pirtûkên Cegerxwîn û Osman Sebrî jî bi dest xistin. Ew jî bi awayekî veşartî dihatin belavkirin. Lê belê dema me dixwend me hemû aqilê xwe dida ser û bi balkêşî dixwend. Di sala 1966‘an de bandora ziman, çand û hunera Kurdî li min bû. Cara yekem min di sala 1971‘ê de dest bi nivîsandina zimanê Kurdî kir. Heya sala 1976‘an min 6 pirtûk nivîsandin. Her wiha min giranî dida mûzîk û awazên çada Kurdî jî.”  

JI BER ZEXTA REJÎMÊ GELEK CARAN HATE GIRTIN

Salih Heydo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi nivîsandina helbest û pirtûkan ew dikare  êş û rastiya civaka xwe bîne ser ziman û ev yek anîn ziman: ‘’Wê demê kovara Kurdî a ya bi navê “Gulîstan” a di sala 1968‘an de ji aliyê Seydayê Cergerxwîn ve dihat derxistin, hebû. Her wiha kovarên ‘‘Gelawêj”, “Stêr” û “Zanîn” jî hebûn. Min   nivîsên xwe di van kovaran de diweşandin. Heya niha 86 berhemên min hatine çapkirin. Ji wan jî 14 dîwan in. Ji ber qedexebûna zimanê Kurdî ez gelek caran  ji aliyê rêjîmê ve hatim girtin û ji mala xwe dihatim dûrxistin.” 

‘BI SAYA ŞOREŞA ROJAVA XEYALÊN ME PÊK HATIN’ 

Salih Heydo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser derfetên ku bi Şoreşa Rojava re peyda bûne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi Şoreşa Rojava re em ji zextên rejîmê rizgar bûn.  Em êdî bi serfirazî pirtûkên xwe di weşanxaneyên xwe de çap dikin. Yanî bi saya Şoreşa Rojava xeyalên me pêk hatin û şoreşê ruhê me zindî kir. Tevî ku ez bi gelek zimanan dizanim jî lê min ji bilî zimamê Kurdî bi zimanekî din nenivîsand. Ziman bingeha mirov û mirovahiyê ye, pêwîst e em mafê zimanê xwe bidin. Armanca min a sereke ew ku rojekê bi zimanê xwe bixwînim. Ez gihîştim armanca xwe û  a niha jî erka min e ku ez van nifşên nû jî fêr bikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HRE’yê şehadeta Rustem Efrîn ragihand
Nûçeya Pişt re 15 şaredariyên Kantona Firatê nerazîbûn nîşanî xespa li Bakurê Kurdistanê dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Em bejna xwe bi rêzdarî li ber nirx û bîranînên Seyît Riza ditewînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, pêşengê berxwedana Dersimê Seyît Riza û hevrêyên wî yên hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

Şaxê Berlînê yê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê ji bo teşwîqkirina nivîskarên ciwan pêşbirkeke çîrokan lidar…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaş bûye

Îran mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan asteng dike ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bûye.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Parêzgarê Hesekê û serokê Desteya Derî û Gumrikê serdana deriyê Nisêbînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bîlançoya teqîna li Şamê: 7 kuştî û 22 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şamê teqîn çêbû: 4 kes mir û 10 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelo Xabûr bypass dibe û korîdoreke bazirganiyê ya alternatîf tê avakirin?

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?