Yekşem, 12 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak ê beşdarî merasîma şewitandina çekan bû: Ji bo rêveçûna pêvajoyê qanûna çarçoveyê divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî tevlî danişînê nebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK’ê Cejna Noelê pîroz kir
Rojane

KCK’ê Cejna Noelê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi daxuyaniyekê Cejna Noelê ya gelên Xiristiyan pîroz kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cejna Noelê ya gelên Xiristiyan pîroz kir û ji bo modela jiyana bi hev re, wekhev, xwişk û biratiyê, aştî û hezkirina gelan di avakirina Sûriyeya Demokratîk de bê hûnandin û îradeya vê yekê bê nîşandan, bang li her kesî kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

Gelên Xiristiyan cejneke nû ya Noelê pîroz dike û mirovahî jî xwe amade dike ku dest bi saleke nû ya mîladî bike.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku ji dema destpêkê ya têkoşînê û vir ve xwişk û biratî, wekhevî û yekîtiya bawerÎ û gelan ji xwe re kiriye pîvan û heta roja îro jî ji bo pêkanîna vê yekê têdikoşe, di şexsê Xiristiyanên Kurdistanî de em cejna Noelê li tevahiya alema Xiristiyan pîroz dikin. Em hêvîdar in ku di sala 2025’an a mîladî de di serî de li Rojhilata Navîn li her devera cîhanê şer bi dawî bibe, mirovahî bibe xwedî jiyaneke aştiyane, aram, xwişk û biratiyê, jiyaneke wekhev, demokratîk û azad. Em sersaxiyê ji malbatên wan kesan re dixwazin ku çend roj beriya cejna Noelê li bajarê Magdeburg ê Elmanyayê li bazara Noelê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û şîfa lezgîn ji Xiristiyanên birîndar re dixwazin.

Li gel şer, hilweşîn û trajediyên mezin ên li herêmê, em sala 2024’an her wiha bi têkoşîn û berxwedana demokrasî û azadiyê bi dawî dikin ku rûmeta mirovahiyê bilind dikin. Pîrozkirina cejnê û bîranîna pîrozmendiyên civakî di nava rewşeke bi vî rengî de, ya bi wate ew e ku cejnê bikin wesîle ji çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê re. Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn hemû bi bilindkirina têkoşîna azadiyê, bi yekîtiya gel û baweriyan, bi xurtkirina hevgirtin, wekhevî û hestên xwişk û biratiyê dikarin bêne çareserkirin. Em têkoşîna xwe jî dispêrin vê yekê.

Sala 2024’an di şerê hêzên serwer ên kapîtalîst de yê li Rojhilata Navîn gelan êşeke mezin kişandin û hilweşînên gelekî giran bi serê wan ve hatin ku sererastkirina wê zehmet e. Di vê pêvajoya şer de ya li Rojhilata Navîn di serî de gelên Xiristiyan hemû gelên li herêmê di bin metirsiyeke mezin de ji bo jiyanê têkoşiyan û vê têkoşînê hîn jî dewam dikin. Rejîma qirker a Tirk di serî de gelên Sûriyeyê li ser jiyana gelên herêmê hemûyan metirsiyeke mezin û vê metirsiya xwe bi şer dewam dike. Rejîma qirker a AKP-MHP’ê bi rêya çeteyên xwe ku bi navê SMO hewl dide veşêre, êrîşên xwe yên li ser Rojava giran dike. Di serî de gelên Suryan û Ermen ên li herêmê gefê li hemû çand, bawerî û gelên cuda yên li herêmê dixe. Rejîma Tirk a faşîst qirker dixwaze coşa cejnê ya gelên me biherimîne, bi êrîşan gefê li gelên me dixwe. Dewleta Tirk a qirker mêtinger li herêmê ne tenê dijminatiyê li bawermendên Xiristiyan dike, di heman demê de dijminatiyê li Elewiyan, Êzidiyan, Misilmanên Demokratîk dike û bêsînor êrîşan dike. Li hemberî vê êrîşkariya faşîst û qirker, helwesta herî rast a ku divê bê nîşandan xurtkirina yekîtiya li ser xeta neteweya demokratîk a gel û baweriyan e, rabûna bi rola xwe ya di avakirina Sûriyeya nû de ye. Weke tevger em hêvî dikin ku cejna Noelê ya îsal bibe wesîleya avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser xeta neteweya demokratîk, demokratîk, azad, azadiya gel û baweriyan lê tê naskirin û jiyaneke wekhev, yekîtî û hevgirtî lê serwer e. Em di wê baweriyê de ne ku her gelên ji her baweriyê yên li Sûriyeyê û Rojava wê  pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin.

Bi vê wesîleyê em bang li gelan dikin ku di sala 2025’an de li dijî dewlet û desthilatdarên faşîst, qirker, mêtinger ên li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û her devera cîhanê hîn bi rêxistin, piştevan û yek bin. Bi vê hest û vî fikrî di serî de gelên me yên Ermen, Asûr, Suryan, Keldanî yên Kurdistanî em cejna Noelê li hemû alema Xiristiyan pîroz dikin û hêvî dikin ku di sala 2025’an de dawî li hemû nebaşiyan bê ku cihê xwe di wijdan û exlaqê mirovahiyê de nîne. Ji bo modela jiyana bi hev re, wekhev, xwişk û biratiyê, aştî û hezkirina gelan di avakirina Sûriyeya Demokratîk de bê hûnandin û îradeya vê yekê bê nîşandan, bang li her kesî kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Em hêvî dikin ku sala bê li Rojava û Sûriyeyê bibe sala serketina mezin a têkoşîna neteweya demokratîk.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 24’Ê KANÛNA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Li febrîqeyeke Balikesîrê teqîn: 12 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPS’ê li Mêrsînê çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Şervan Botan a YPS’ê li Mêrsînê kargehek da ber agir.

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan li 4 bajaran bang kirin

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakî lidar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gorî Îsraîlê ji sedî 60 şervanên Hamasê hatine kuştin an jî birîndar bûne

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant îdia kir ku di şerê Xezeyê de ji sedî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çakmak ê beşdarî merasîma şewitandina çekan bû: Ji bo rêveçûna pêvajoyê qanûna çarçoveyê divê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?