Li Bangladeşê di navbera karkerên tekstîlê û karsazan de muzakereyên ji bo zêdekirina mûçeyan didomin, 17’ê Mijdarê roja sêşemê li paytext Dakkayê pevçûnên tund qewimîn.
Li gori şahidên ji Agence France-Presse (AFP) re axivîne, li herêma Gazipur a ku gelek febrîqe lê ne, bi hezaran karkeran rê girtin, wesayît dan ber agir û êrîşî polîsan kirin. Polîsan jî bi gaza îsotê û bombeyên deng mudaxile kir.
Hat ragihandin ku bi biryara rêveberên febrîqeyan roja sêşemê nêzî 500 febrîqe û atolye hatin girtin.
Karker daxwaz dikin ku ji sedî 140 mûçeyên wan bên zêdekirin.

