Şemî, 24 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îdrîs Balûken: Tirkiye ji bo destketiyên demkurt rêyek xeternak dişopîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êşkenceya sîstematîk didome: Koç ê ku ji nexweşxaneyê derxistin girtin! 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Garrigos: Kurd careke din rastî xiyanetê tên, em rê nedin vê yekê! 

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Rojava li ser piyan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Wê li Sûriyeyê hêza parastina Kurd hebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî protestoyên Rojava, li Amed, Êlih û Dersimê 10 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê ji bo Rojava di çalakiyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya girseyî ya li Silêmaniyê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Kurd li çar aliyan li ser piyan e: Gever, Bazîd, Amed, Êlih, Erzîrom

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji rêxistinên Femînîstên Antîkapîtalîst ji bo Rojava peyam

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Wê kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bê hesab nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yalayê ji bo parastina Rojava bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Greva Jinan a Swîsre: Jin bi tenê nînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Li Bendava Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî tê meşandin’
Rojava

‘Li Bendava Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî tê meşandin’

Endama Koodînasyona kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên, destnîşan kir ku li Bendava Tişrînê Şerê Gel ê Şoreşgerî tê meşandin û got ku ew ê heta dawî xwedî li destektî, ax, av û elektrîka xwe derkevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8’ê Çileyê ve li dijî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê ku ji bo siberoja gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e, didome. Li hemberî êrîşên giran ê dagirkeriyê şervanên QSD/YPJ’ê li eniyan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dora Bendava Tişrînê berxwedaneke bêhempa raber dikin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên a ku tevlî çalakiya nobetê ji bo parastina bendava Tişrînê bû û bû şahidê sekn û ruhê berxwedanê ji ANF’ê re axivî.

 

‘DAGIRKER BI AWAYEKÎ HOVANE ÊRÎŞ DIKIN’

Jiyan Hisên, da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û got, “Bi taybetî piştî Minbicê bê navber êrîşê Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê dikin. Li hemberî van êrîşan şervanên QSD û YPJ’ê li eniyan berxwedaneke bêhempa raber dikin. Gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgirî bidin şervanên xwe bêhtirî 20 roj in li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê dane destpêkirin û bi awayekî dorveger ev çalakî didome. Gel ji bo parastina xak, av û elektrîka xwe sekneke ku mînaka wê nîne raber dikin.”

‘ARMANCA ÊRÎŞAN ASTENGKIRINA GEL E’

Jiyan Hisên, diyar kir ku gelên li herêmê ji bajarên cuda tevlî çalakiyê dibin û wiha domand, “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo pêşî li çalakiya gel bigirin, her roj êrîşê sivîlan dikin. Di encama van êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Bi top, balafirên şer û balafirên bêmirov ên bombebarkirî bi awayekî eşkere êrîşê sivîlan dike. Armanca wan pêşî girtina gel e. Lê belê gel bi sekna xwe ya berxwedêr bersiveke xurt dide dagirkeran.”

Jiyan Hisên, behsa hevgirtina gel a ji bo parastina herêmên xwe kir û anî ziman ku tevî êrîşên dijwar û berdêlên tên dayîn jî gel di çalakiya xwe de bi israr e. Jiyan Hisên got, “Îradeyeke xurt raber dikin. Dibêjin eger wesayît nebin jî em ê bi meşê xwe bigihînin Bendavê û parastina wê bikin. Ev sekn û peyameke xurt e. Di têkoşîn û berxwedanê de israrek mezin heye.”

‘BERXWEDANA GEL HÊZ DIDE ŞERVANÊN LI ENIYAN’

Jiyan Hisên, bal kişand ser berxwedana şervanên QSD/YPJ’ê ya dîrokî û wiha got, “Şervanên QSD û YPJ’ê di wan eniyan de ev zêdetirî du meh in li hemberî her cure êrîş berxwedanek dîrokî raber dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her cure çek li hemberî şervanên me bikar tîne. Ne şerek ji rêzê ye. Li Bendava Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî bi hevgirtin û xwedî derketina gel pêk tê.”

Jiyan Hisên, destnîşan kir ku sekn û berxwedana gel ya li hemberî êrîşan jî hêzeke xurt dide şervanên li eniyan şer dikin û wiha dewam kir, “Li Bendava Tişrînê li dijî êrîşan gel bi gerandina govenda azadiyê û berzkirina dirûşmeyan bersiv didin. Dewleta Tirk top dibarîne lê dayikên me bi tilîliyên xwe bersiv didin wan.”

Jiyan Hisên, destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li destketiyên xwe derkevin û wiha dawî li gotina xwe anî, “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanên li eniyan bi yek rihê peyama xwe ya berxwedanê raber kirin. 13 sal in têkoşîneke dijwar tê meşandin. Çawa Kobanê di sala 2014’an de di cîhanê de deng veda, wê di sala 2025’an de Bendava Tişrînê bi berxwedan, sekn û hebûna gelê xwe û şervanên xwe dîsa li Bakur û Rojhilata Sûriyê ji bo parastina ax, av û elektrîka xwe berxwedaneke dîrokî raber bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Bi ruh û biryardariya Viyanan em ê bigihîjin serketinê’
Nûçeya Pişt re Mele Omer: Ev berxwedanî ji bo me yan hebûne yan nebûne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Şengalê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin

Bi sedan jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşek li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Botan û Zapê çalakî: 7 dagirker hatin cezakirin

Di encama çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Botan û Zapê de 7 leşkerên dewlata…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Artêşa Tirk bi çekên qedexekirî, fosfor û çekên kîmyewî êrîş dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker tevî agirbestê jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Em ji gel û şervanên xwe bawer in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava gel bi koçberiyê tê ferzkirin, dixwazin herêmê bikin Erebî!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komên çete Til Hedîd ê Siwêdayê topbaran kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Girkê Legê alîkarî ji koçberan re hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?