Di roja duyemîn a Rojên Çanda Jinên Kurd de, ligel pêşangeha li Berlînê, atolyeyeke afirîner hat organîzekirin. Di atolyeya Monoprintingê de ya ku bi serkêşiya hunermend Mahîn Xodayarî hat birêvebirin, kartonên Tetra Pak ên hatine veguherandin hatin bikaranîn û portreyên têgehî yên ku îlhama xwe ji jinan, hêza wan, berxwedana wan û çîrokên wan ên nehatine gotin digirin, hatin afirandin. Çalakiyê derfet da beşdaran ku li ser derbirîna kesane, nasname û piştgiriyê bifikirin.
Monoprinting, teknîkeke çapê ya pir-alî ye ku di her çapê de berhemeke bêhempa derdixe holê. Di vê teknîkê de boyax li ser plakayeke sûf û ne-mêjer tê sepandin û rasterast li ser kaxizê tê veguhastin.
Mahîn Xodayarî, ya ku ji bajarê Kirmaşanê yê Îranê tê, hunermenda grafîk û medyayê ye. Xebatên wê pêwendiya dîtbarî, hunera medya ya hevdem û muzîka kevneşopî tîne cem hev. Xodayarî ku hostaya amûra tembûrê ye, ji mîrateya muzîka herêma xwe xwedî dibe. Hunermenda ku niha li Berlînê dijî, waneyên huner û muzîkê dide û xebatên ku koka çandî û şêwazên nûjen û ezmûnî yên îfadekirinê digihînin hev, hildiberîne.
Rojên Çanda Jinên Kurd ji aliyê Meclîsa Jinan a Dest Dan e.V., Hunera Mizgîn, Jinên Koma Feraşîn û Delîl Çiyager, Jinên Ciwan Berlin, KJAR û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd – Cênî e.V. ve tê organîzekirin. Pêşangeh li Alte Munze berdewam dike û sibê dê ji aliyê Jinên Ciwan yên Berlînê ve atolyeyek were lidarxistin.
Salnameya çalakiyê wiha ye:
- 4’ê Adarê 18:30 – Nîşandana lîstikên gelêrî “Govenda Kurdî”
- 6’ê Adarê 18:30 – Şeva “Dengbêj û Siyaçemane Hewreman” ku dê şêwazên vokal ên kevneşopî yên Kurdî werin pêşkêşkirin
- 7’ê Adarê 18:30 – Şeva fîlman ku dê fîlmên Hêvî Nîmat Gatar û Bêrîvan Saruhan werin nîşandan
Amadekarên çalakiyê ragihandin ku ew ê bi van çalakiyan rojên çandê bi dawî bikin û pişt re bala xwe bidin ser Roja Jinan a Cîhanê. Hemû hûrgulî û zanînên bernameyê li ser malpera Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd – Cênî e.V. cih digirin.

