Îro şêniyên bajarê Çelebiyê yê Kobanê, bi cil û bergên Kurdî ji bo ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin, berê xwe da gundê Reqasê.
Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Bi ruhê yekitiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin” tê lidarxistin.
Li ser dika pîrozbahiyê wêneyên şehîdan hatine daliqandin.
Dê di pîrozbahiyê de agirê Newrozê were dadan û berhemên hunerî jî werin pêşandan.

