Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin.
Li dijî tayînkirina qeyûm, bi pêşengtiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl çalakî tê lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, şandeya Partiya Gel a Komarê (CHP) û gelek rêxistinên civaka sivîl tevlî bûn.
Piştî daxuyaniyê, tê payin ku girseya gel ber bi avahiya şaredariyê ve bimeşe ku hatiye desteserkirin.