Li Dersimê danê sibehê di serdegirtina malan de 4 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Welatiyên bi navê Şiyar Ataş, Aynûr Can, Velî Akyol û endamê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) yê Dersimê Enes Boran bi hinceta beşdarî çalakiya şermezarkirina destserkirina vînê bûne hatibûnn binçavkirin, derxistin Edliyeya Dersimê.
4 binçavkiriyên ku îfadeya wan li dozgeriyê hatin girtin, bi hincetên “Li hemberî polîsan li ber xwe dane”, “Zerar dane mal û milkên cemaweriyê” û “Li dijî qanûna bi hejmara 2911 a xwepêşandan û meşê derketine” sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê yê Nobedar hatin kirin.” Her çar kes piştî îfadeya li dadgeriyê bi heman hincetê hatin girtin.
JI BER ÊŞKENCEYÊ WÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN
Hat zanîn ku Enes Boran ê ku hat girtin, di çalakiyên şermezarkirinê de bi guleyên plastîk ên polîsên Tirk ji bin çavê xwe û ji milê xwe birîndar bûye û li nexweşxaneyê hatiye dermankirin.
Serokê Baroya Dersimê Dogukan Kudat ku parêzerê girtiyan e jî got, “Polîsan li hemberî kesên ku mafê xwe yê civîn û xwepêşandanê ya aştiyane bi kar anîne, hêzeke bêpîvan bi kar anîn û wan binçav kirin. Li vir maf û azadiyên herî bingehîn ên welatiyan tên binpêkirin. Em ê der barê rayedarên ku di dema binçavkirinê de êşkence kirin û yên çavên xwe jê re girtine serlêdana sûc bikin.”