Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê, ji bo Gulistan Doku ya ku di 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê hat windakirin û careke din agahî jê nehat girtin û Rojîn Kabaîş a ku di 27’ê Îlona 2024’an de li peravê Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê hat windakirin, li kampusa zanîngehê meşiyan. Xwendekaran wêneyên Rojîn Kabaîş û Gulistan Dokû hilgirtin û pankarta “Jin jiyan azadî” hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Gulistan li ku ye? û “Bibe dengê Rojînê” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û li ser navê xwendekaran Rûken Ecer metna daxuyaniyê xwend.
Rûken Ecer anî ziman ku Gulistan Dokû 5 sal berê di encama polîtîkayên rejîma şer û sîstematîk de hat windakirin û wiha got: “Rejîma şerê taybet bi hemû sazî û polîtîkayên xwe yên qirêj tiştên bi serê Gulistanê de hatiye ronî nake. Gumanbarê sereke Zaynal Abakarov nayê darizandin. Her wiha bi hemû delîlan diyar dibe ku Rojîn Kabaîş a di bin navê întîxarê de hatiye qetilkirin, întîxar nekiriye. Kuştina Rojînê jî mîna windakirina Gulistanê ye. Ji polîtîkayên hişmendî û sîstematîk ên rejîma şerê taybet û îdeolojîk e.
Li Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ku tijî kamera ye ji bilî wêneyekî Rojîn Kabaîşê tu wêne nehat parvekirin, ji ber hewldana alozkirina bûyerê û veşartina wê ye. Rejîma şerê taybet a ku bi tevdîrên xwe yên ewlekariyê kampûsan bê mirov dike, mixabin li ser kuştina Rojîn yek delîlekî jî nabîne. Em dizanin ku ev yek ne tesaduf e, encama polîtîkayên qirkirina jinê yên rejîma şerê taybet e.
Bi hişmendiya ku wê edaleta civakî bi pêşengiya jinan pêş bikeve, em dibêjin edalet ji bo Rojîn û Gulîstanê, edalet ji bo her kesî. Em ê rê nedin van polîtîkayên zîhniyeta serdest a mêr. Bi mezinkirina têkoşîna xwe ji kampusan heta kolanan, em ê polîtîkayên şerê taybet têk bibin. Em ê hesabê hemû hevalên xwe yên hatin qetilkirin û windakirin bipirsin.”