În, 9 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji 90 saziyên Kurdistanî daxuyanî: Êrişên li Helebê ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heya ku berpirsên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê daxwaza hevdîtina bi Erdogan re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gotina aştiyê divê bi pratîka li qadê bê nirxandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Li Sûriyê polîtîkaya diyalogê bişopînin, ne ya rageşiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berpirsyarê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK’ê: Kurd destaneke din dinivîsînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ji bo Helebê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Malterre: Dema darazê işaret bi MÎT’ê kir dosya weke sira dewletê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Rojhilatî ji ber greva giştî spasiya gel kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger aştî bibe em ê karibin gundê xwe jinûve ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahîn: Gava destpêkê ya entegrasyona demokratîk qanûnên derbasbûna demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li hemberî êrîşên li ser jin û gel ên li Helebê bêdeng nemînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Li dijî êrîşên dagirkerî û hevkariyê divê ciwanên Başûr tevlî nava refên gerîla bibin’
Kurdistan

‘Li dijî êrîşên dagirkerî û hevkariyê divê ciwanên Başûr tevlî nava refên gerîla bibin’

Gerîla Serhildan Pêncewîn, li dijî êrîşên dagirkerî ya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê beşdarî nava refên gerîla bû û banga heman helwestê li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gerîla Serhildan Pêncewîn a ku li dijî polîtîkayên dagirkerî ya dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ji Pêncewîn tevlî nava refên gerîla bû, li hemberî êrîşa berfireh a li dijî Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe anî ziman û got, “Dijminê bav û kalan ji axaftinê fêm nakin, pêwîste em çek hilînin û li dijî wan li ber xwe bidin.”

‘EV HEVKARÎ Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN’

Gerîla Serhildan Pencewîn destnîşan kir ku hevkariya PDK û artêşa dagirker a dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bi taybetî yên li ser heremên Behdînanê nayê qebûl kirin û wiha got, “Ez weke ciwaneke Başûrê Kurdistan, weke jinek û weke gerîlayek YJA Starê vê hevkariya PDK’ê bi artêşa dagirker û dewleta faşîst a Tirk re qebûl nakim. Her dîmenek ji Behdînanê ku ez dibim şahid, hêrsa min a tolhildanê bilindtir dike. Bi şerê dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk a li ser Kurdistanê, hevkariya PDK’ê û rastiya wê hîn zelaltir xwe da ber çavan. Ji aliyê herkesî ve hat dîtin ku PDK bi van helwestên xwe ve yekemîn hêz e ku pêşiya artêşa dagirker ji bo dagirkirina axa Başûr vedike. Me çend roj berê jî dîtin, peşmergeyekî ku dixwest li gundê xwe, di nava zêviyên xwe de, di nava axa xwe de bijî, ji aliyê hêzên hevkar PDK û artêşa dagirker ve hat qetilkirin. Bombe bi ser wî de barandin, di heman demê de li gel wî welatiyekî din jî hebû. Ew jî şehîd bû. Gelê li ser vê xakê dijîn, xwediyê vê xakê ne, dibin hedefa artêşa dagirker a Tirk. Lê divê herkes vê rastiyê bibîne yê pêşiya vê vedike PDK ye. Armanca PDK û artêşa dagirker ew e ku gelê Başûr ji axa wî derxîne, mal û canê wan talan û tine bike.”

‘PDK PÊL XWÎNA ŞEHÎDAN DIKE’

Gerîla Serhildan Pêncewîn, anî ziman ku axa Başûrê Kurdistanê bi berdêlên giran hatine rizgarkirin û wiha domand, “Bi hezaran ciwan di bin vê axê de, di oxira Kurdistanekî azad de radizên. Di vê ev rastî bi taybetî ji aliyê ciwanên Başûrê Kurdistanê ve bê dîtin û helwestekî herî tund bê raberkirin. Ev şehîd ji bo ku dewleta faşîst a Tirk bikeve ser axa Başûrê Kurdistanê nehatin dayin. Li ser her bihûstekî axa Kurdistanê xwîn hatiye rijandin, em ê destûr nedin dagirkeran.” 

‘PDK KURDISTAN JI DAGIRKERÎ, QIRKERÎ Û TALANKERIYÊ RE VEKIRIYE’

Gerîla Serhildan Pêncewîn, rista sereke ya PDK’ê di vê şerê qirkirinê de jî nirxand û wiha axivî, “‘Di salên 1990’an de li Bakurê Kurdistanê gund hatin vala kirin û şewitandin. Gelê Bakur ji cih warê xwe hatin koçber kirin. Qetlîamên pir mezin li hember gelê Bakur hatin meşandin. Yê vê kir dijmînekî bû, dijminê Kurdan bû. Tirkên faşîst bûn. Lê em dinêrin, di roja me de heman şêwaz ji aliyê partiyekî ku dibê ’Ez Kurd im’ û di bin navê Kurdayetiyê de polîtîka dide meşandin de tê kirin. Bi destê partiyekî Kurd Kurdistan ji dagirkerî, qirkerî û talankeriyê re hatiye vekirin. PDK Kurdistanê bi destê xwe teslîmê dewleta faşîst ya Tirk kiriye. 

Gerîla Serhildan Pêncewîn diyar kir Amediyê bûye baregeheke sereke ya artêşa dagirker a Tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di serî de Amediyê giştî xetên Behdînanê û sînorên Iraqê di bin kontrola artêşa dagirker a Tirk de ye. Her roj li ser rêyên Amediyê qamyonên alavên leşkerî ji bo artêşa dagirker diçin. Dîsa lojîstîk jî yekser ji aliyê PDK’ê ve ji artêşa dagirker a Tirk re tê temînkirin. Li herêmê alên Başûrê Kurdistanê tên rakirin û li şûna wê yê Tirkan tên danîn. Pêwîste li hember vê kes bêdeng nebe û helwest bên raber kirin. Gelê Başûr bi taybetî jî ciwan divê vê rewşê bi ti awayî qebul nekin.’’

‘DÎSA DEMA RAPERÎNÊ YE’

Serhildan Pêncewîn, raperînên gelê Başûr ên li dijî rejîma Baas’ê jî bibîr xist û ev bang kirin, “Di dîrokê de ji bo parastina hebûn û nasnameya Kurdbûnê welatparêzên Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Baas’ê rabûn serhildanê. Çawa ku di wê demê de ciwan û gel li hember rejîma BAAS rabûn serhildanê, divê îro jî wê helwestê ji bo parastina rûmetê raber bikin. Ji ber ku rewşa heyî ji wê demê cudatir nîne. Weke jinek a Başûrê Kurdistanê min helwesta xwe nîşan da û ji bo parastinê çek rakir. Tenê bi hindek daxuyaniyan ango axaftinan em nikarin vê dagirkeriyê bidin sekinandin. Dijminê dagirker ji zimanê nerm fêm nake. Rêya çareser kirin û sekinandina vê dagirkeriyê çek e. Di vê ciwanên Başûr jî vê rêyê esas bigirin û berê xwe bidin rêya tekoşînê. Divê ciwanên Başûr şehîdên Enfalê, yen li Silêmanî li hember PDK serî rakirin û sekînin ji bîr nekin. Li şehîdên vê xaka pîroz xwedî derketin, erka ciwanên Başûr e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozer: Li dijî çand û zimanê me polîtîkayên qirêj têne meşandin
Nûçeya Pişt re KBDH: Em piştevaniya bi xelkê Êzidî re xurt bikin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê piştgiriyê bidin têkoşîna QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê’

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Çiya Firat anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk û vekirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê heta niha 42 hezar û 438 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezeyê ragihand ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve di…

Ji aliyê Stêrk TV

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê bên bîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li gelek bajaran bêne…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Berpirsyarê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK’ê: Kurd destaneke din dinivîsînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Alimên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ji bo Helebê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Parêzer Malterre: Dema darazê işaret bi MÎT’ê kir dosya weke sira dewletê hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Partiyên Rojhilatî ji ber greva giştî spasiya gel kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?