Mêrê bi navê Halîl Çaglar (47) li Dîlokê hevser, du birayên hevsera xwe qetil kir. Çaglar keça xwe û xwişka hevsera xwe jî birîndar kir.
Li gorî agahiyan, Yuksel Çaglar ku bi rêk û pêk lê dihate xistin, li taxa Belkis a navçeya Belkîsê çû mala malbata xwe.
Piştî rojekê jî Halîl Çaglar bi bahaneya ‘axaftinê’ çû mala Yuksel Çaglar lê bû û bi çekê êrîş kir.
Êrîşkar hevsera xwe Yuksel û du birayên wê Mehmet û Ahmet Oymak qetil kir.
Xwişka Yuksel Çaglar Adîle Oymak û keça wî Nîmet jî birîndar bû. Hate ragihandin ku rewşa birîndaran giran e.
Kujer Çaglar ku ji cihê bûyerê reviya, li navçeya Bêrecûk a Rihayê bi heman çekê dawî li jiyana xwe anî.