Kampanyaya ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) re name bişînin a ku ji hêla Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li Elmanyayê dewam dike.
Jin bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel li ber postexaneya navendî ya Dûîsbûrgê li hev civiyan û bi sedan nameyên amade kiribûn ji CPT’ê re şandin.
Jinan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku ew tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya gelê Kurd qebûl nakin û di her şert û mercî de ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê têbikoşin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.