Li Eyaleta Wisconsin a DYE’yê di êrîşa çekdarî ya xwendekara 15 salî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. 6 kes jî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e. Rayedarên xwecihî têkildarî bûyerê daxuyanî dan û diyar kirin ku êrîşkarê xwe jî birîndar kir û dema birin nexweşxaneyê mir.
Di êrîşê de ku li Abundant Life Christian School a li bajarê Madisonê hate kirin, mamosteyek û ciwanekî jiyana xwe ji dest dan.
Nayê zanîn bê êrîş ji ber çi hatiye kirin.