Serdozgeriya Komarê bi hinceta ku roja 8’ê Sibatê li Pira Celal Bayar a li navçeya Seyhan a Edeneyê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû daliqandin, lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan vê siharê bi rengekî hemwext bi ser hin malan de girt.
Di serdegirtinan de 2 kesên ku navê wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Emniyetê.