Gotin û fermana Emîr Hîbatullah Ahundzade li Kandaharê ku keleha Talîbanê ye û dikeve başûrê Efganîstanê, ji bo welatên Misliman weke qanûnê ne.
Talîban ev nêzî sê sal in li ser desthilatdariyê ye. Ji dema desthilatdarî bi dest xist û vir ve, ji bo mafên xebat û perwerdehiya jinan û zarokên keç gelek qedexe anîn.
Hîbatullah Ahundzade, ferman da ku karmendên saziyên dewletê li gorî qanûnên şerîatê di demên hatine diyar kirin de nimêja xwe bikin.
Karmendên ku ‘bêyî hincetek derbasdar’ wexta nimêja xwe derbas bikin, dê pêşî bên hişyarkirin û eger ev ‘sûc’ bê dubarekirin, wê bi awayekî munasîb bê cezakirin.