Berdevkê Otorîteya Rêveberiya Afetê Mohammed Hamad daxuyanî da AFP’ê û diyar kir ku piraniya qurbaniyan li wîlayeta Kunarê jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku lêgerîna li binê enqazan dewam dike û dibe ku bîlanço giran bibe.
Erdheja ku şeva Yekşemê qewimî bandor li wîlayetên Nangarhar, Kunar û Laghmanê jî kir.
Tîmên rizgarkirinê bi zehmetî xwe digihînin gundên li çiyê ku veguherîne enqazê. Ji roja Duşemê ve helîkopterên leşkerî alîkariyê digihînin herêmê û birîndaran dibin.
Bîlançoya herî giran li wîlayeta Kunarê bû. Li gorî rayedarên xwecihî li vê wîlayetê zêdeyî 800 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûn. Her wiha li wîlayetên Nangarhar û Laghmanê jî gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn.
Ajansên Neteweyên Yekbûyî dest bi kampanyayên alîkariya lezgîn kirin. Ji Fona Destwerdana Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî 5 milyon dolar hate veteqandin. Îngilistanê jî soza dayina alîkariya ji milyonek sterlînî da.
Efganistan li rêzeçiyayên Hindukuş e ku plakayên tektonîk ên Avrasya û Hint lê digihêjin hev, lewma gelek caran erd lê diheje. Sala 2023’an li wîlayeta Heratê di erdheja bi 6.3 pileyî de hezar û 500 kes miribûn, 63 hezar xanî hilweşiya bûn.