Li gelek herêmên navçeya Elbakê ya Wanê weke “Herêma ewlekariya taybet a demkî” hat îlankirin û cara duyemîn 15 rojan têketin û derketina derve hat qedexekirin.
Herêmên ku di navbera 2 û 16’ê Mijdara 2024 de ji bo 15 rojan hatin qedexekirin ev in: Karsiz Tepe, Kanli Geçît, Beyazpûr Tepe, Sîvrî Tepe, Avcilar Tepe, Sîvrîtaş Tepe, Tozlû Tepe, Art Tepe, Uçdere û Bedî.
Ev herêm jî di navbera 18’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de hatibûn qedexekirin.