Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî tayînkirina qeyûm û desteserkirina şaredariyan li oteleke li bajêr civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsiyar Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonuk, Yeşîl Işik, Hevseroka Rêxistina Bajêr a Êlihê ya Dem Partiyê Songul Korkmaz, Mustafa Mesût Tekîk, Hevserokê Rêxistina bajêr a Êlihê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Resûl Çetin, aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz amade bûn.
Hevserokê rêxistina bajêr Mesût Tekîk ê di civînê de axivî û diyar kir ku îrada gel hatiye desteserkirin û got, “Divê ev mafa îradê dubare radestî gel bê kirin. Gelê me li dijî desteserkirina îrade, kaosê, olperestiyê û neteweperestiyê li ber xwe daye û li ber xwe dide.”
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk, bal kişand ser texrîbata ku desteserker pêk anîne û got, “Li hemberî têkoşîna mafdar a gelê me, qeyûm wê gavê paşve bavêje û wê ji avahiya şaredariyê ya ku dagirkiriye biçe.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsiyar Mehmet Ruştu Tiryakî, anî ziman ku tevî 11 roj di ser desteserkirinê re derbas bûye jî, ji bo dûr xistina hevşaredaran ji wezîfeyê heta niha ti teblîx nehatiye kirin.
Tiryakî, destnîşan kir ku yek ji sedemên darbeya qeyûm, dijminahiya li hemberî zimanê Kurdi ye.
JI BO MITÎNGÊ BANG HAT KIRIN
Hevseroka Rêxistina Bajêr a Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkmaz jî wiha got, “Em ê di 17’ê Mijdarê de li Qaçerêya Çapemeniyê (basin kavşagi) mîtîngekê lidar bixin. Mîtingeke ku hemû saziyên demokratîk beşdar dibine. Hevserokên Giştî yên DEM Partî, DBP, wekîl, saziyên demokratîk wê beşdar bibin. Em xebatên xwe yên ji bo mîtînga ku wê roja Yekşemê saet 13.00’an bê lidarxistin, didomînin. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê mîtîngê.”