Sêşem, 15 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Êlihê deklarasyon hate eşkerekirin: Navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e
Kurdistan

Li Êlihê deklarasyon hate eşkerekirin: Navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e

Li Êlihê deklarasyona mîtînga 17'ê Mijdarê hate eşkerekirin. Di deklarasyonê de hate ragihandin ku yekane navnîşana çareseriyê Rêber Apo ye û divê Rêber Apo azad bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk ji bo mitînga 17’ê mijdarê ya li Êlihê, deklarasyona “Demokrasî û Azadiyê” ragihand. Daxuyanî, li eywana Sendîkaya Petrol Îşê hate xwendni. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo welatekî demokratîk em meşa xwe ya azadiyê mezin dikin” hate hilgirtin.

Kurdiya deklarasyonê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Havva Can ve hate xwendin.

Deklarasyona “Demokrasî û Azadiyê” wiha ye: “Di van demên dawî de li erdnîgariya me û cîhanê pêşketinên girîng ên siyasî pêk tên. Netew-dewletên herêmî û hêzên hegemon dixwazin li gorî berjewendiyên xwe erdnîgariya Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Qeyran û aloziya ku ji aliyê sîstema Modernîteya Kapîtalîst ve hatiye afirandin bandorek kûr li ser Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Çerxa tundî û kedxwariyê ya pergalê gihiştiye asta têkbirina civak, xweza û tevahiya jiyanê. Di vê sedsalê de pergala netew-dewletan bi hemû sazî û pîvanên xwe îflas kiriye. Eşkere bûye ku qeyranên vê pergalê wek 3’yemîn Şerê Cîhanê li herêma me û cîhanê belav dibe. Modernîteya Kapîtalîst bi tundî, bi zext û qetlîaman bersivê dide daxwaza azadiyê ya gelan. Lê, tevî hewldanên vê pergalê bi tenê qeyranan kûr dike, tu encamên çareseriyê nade.

Îro Rojhilata Navîn ji ber nirxên xwe yên dîrokî, çandî û civakî bûye navenda şerê pergala Modernîteya Kapîtalîst. Hişmendiya netew-dewletî gelên ku bi hazar salane li ser vê erdnigariyê bi hev re dijîn aniye beranberi hev. Çerxa şer û îstîsmarê ya pergalê carek din nîşan daye ku tekane rêya çareseriyê ew e ku, gel pirsgirêkên xwe bi destê xwe çareser bikin. Di vê çarçoveyê de paradîgmaya Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê şansekî mezin pêşkêş dike.

3’yemîn Şerê Cîhanê îro gihiştiye qonaxeke nû. Li aliyekê şerê Rûsya-Ukraynayê û li aliyê din şerê Îsraîl û Filistînê wekî encamên şênber ên 3’yemîn Şerê Cîhanê derketine holê. Bandorên şerê ku li ser xeta Îsraîl, Filîstîn û Lubnanê diqewime bandorek mezin li hemû hêzên herêmî û kûrewî dike. Polîtîkayên ret û înkarê yên netew-dewletên despotîk ji bo berjewendiyên siyasî ji hêzên hegemon re derfetan diafirîne. Meşrûiyeta van desthilatdarên despotîk êdî nemaye. Tevî îktîdarên vê pergalê êdî nikarin li ser piyan bisekinin.

Yek ji netew-dewletên ku ji ber polîtîkayên red û înkarê edî nikare pirsgirêkên xwe çareser bike jî Tirkiye ye. Pirsgirêka kurd di encama polîtîkayên red û înkarê de îro derketiye asteke kûrewî û çareseriyê li ser hemû hêzên herêmî û hegemon ferz dike. Êdî kes nikare meseleya kurd û Kurdistanê ji paşguh bike. Ji bo pirgirêka kurda bi rêya muzakereyan bigihîje çareseriyê, birêz Ocalan heya niha gelek caran îrade nîşan da. Lê, her car ev şens û derfet ji hêla dewletê ve vala hatin derxistin. Ji şûna çareseriyê polîtîkayên înkarê qeyranên heyî kûr kirin. Asta ku hatî heqîqeta meseleya kurd ligel hemû red, înkar, zext û komkujiyan îro car din pêwistiya çareseriyê aniye rojevê.

Di vê çarçoveyê de ev demek e, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi awayek yek alî behsa meseleya kurd dike. Ji ber çi sedemê be bila bibe, nîqaşên ku li ser çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin erênî û girîng in. Divê tevî hêzên siyasî û civakî bi awayek erênî nêzî vê nîqaşê bibin û piştgirî bidin. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de rola rêzdar Abdullah Ocalan bingehîn û esasî ye. Bi vê armancê daxuyaniya Rêzdar Ocalan a ‘Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc çê bibin; ez xwedî wê hezê me ku pêvajoyê ji zemîna tundî û şer derbasî zemîna siyasî û hiqûkî bikim’ xwedî wateyek mezin û dîrokî ye. Wekî ku tê zanîn, di pêvajoyên beriya niha yên agirbest, diyalog û muzakereyan de birêz Ocalan roleke mezin lîst û bandora ewe ya li ser çareseriyê nîşan da. Îro jî gelê kurd xwe dispêre siyaset û teorîya birêz Ocalan û dibêje ‘Birêz Ocalan muxatabê çareserî û aştiyê ye.’ Her niha siyaseta kurd bi hemû pêkhateyên xwe diyar kir ku ji bo çareseriya mayînde muxatab birêz Ocalan e û divê her hêzên siyasî berpirsyariya xwe ya civakî bi cih binin.

Li hemberî helwesta gelê kurd divê desthilatdarî nîşan bide de ku di warê çareseriya pirsgirêka kurd de çiqas jidil e. Û heke jidil be divê gavên şênber bavêje. Weke ku di mînakên cîhanê de jî tê dîtin; ji bo çareseriyê bawerî û piştgiriya gelan xwedî roleke mezin e. Lê belê hikûmet li aliyekî ve qala aştiya navxweyî û biratiyê dike; li aliyê din jî polîtîkayên şer û înkarê dimeşîne.

Ev helwesta hikûmetê ji aliyê gelê Kurd û derdorên civakî ve wek rewşeke ne jidil tê pêşwazîkirin. Li aliyekê êrîşê hemû perçeyên Kurdistanê dike, li aliyê din bi polîtîkên qeyûman, bi polîtîkayên ret, înkar û îmhayê îradeya gelê kurd tune hesab dike. Bi van pratîkan hikûmet ne dikare gelê kurd û ne jî dikare civaka Tirkiyeyê qaneh bike. Bi înkarkirina îradeya gelê kurd, çareserî pek nayê. Divê neyê jibîrkirin ku; gelê Kurd jî li hemberî van polîtîkayan tu caran serî natewîne. Ji ber vê yekê jî divê desthilatdarî demildest ji van polîtîkayên qeyûm û şîdetê berde.

Em baş dizanin ku; qeyranên civakî, siyasî û aborî yên bi polîtîkayên ewlekariyê wê teqez dawî li desthilatdariyê bîne. Îro gelê kurd û gelên Tirkiyeyê; li bendê ne ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser nîqaşên pirsgirêka kurd jidil û zelal be. Rêya vê yekê jî ew e ku hikûmet li gorî destûra bingehîn û normên hiqûqî yên gerdûnî tecrîda îmraliyê rake, şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên birêz Ocalan misoger bike. Her wiha divê derfet bên avakirin ku birêz Ocalan ji çareseriya demokratik bikeve nav liv û tevgerê. 

Li ser vê esasê, bi armanca pêşxistina rê û rêbazên çareseriya demokratîk em ê di 17’ê Mijdarê de li Êlihê mitîngekê lidar bixin. Li hemberî siyaseta qeyûman, li hemberî pergala ku aştî û demokrasiyê dîl digre, li hemberî polîtîkayên monîst roj roja mezinkirina têkoşîna azadiyê ye. Bi vê mebestê em tevî jin, ciwan, kedkar û gelên bindest vedixwînin Mitînga Demokrasî û Azadiyê. Werin em bi hev re li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna azadiyê geş bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji MAK’ê li Amedê çalakiya sabotajê
Nûçeya Pişt re KJK: Em li dijî biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê têkoşîna hevpar mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tirbespiyê qurbaniyên Sêfo hatin bibîranîn

Suryaniyên li bajarê Tirbespiyê bang kir ku komkujiyên Sêfo ya li ser gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî wekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li tunelên berxwedanê 8’ê Adarê: Gerîlayên YJA Starê bi coş pîroz kirin

Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tunelên berxwedanê bi coş…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Xezeyê: 77 kesên din hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Înê ragihand ku di şerê Xezeyê de ku ketiye meha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?