Şaredariya Êlihê ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, bi hinceta firehkirina rêyan, duh êvarî darên li ser Kolana Amedê dest bi qirkirina daran kiribû. Lê piştî bertekan dabû sekinandin. Qirkirina daran ku piştî berteka Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşil Işık ên ji peywirê hatibûn girtin û nûnerên rêxistinên civakî hatibû sekinandin, vê sibehê careke din dest pê kir.
Tîmên şaredariyê vê sibehê di bin çavdêriya polîsan de dest bi qirkirina daran kirin.