Çalakî li qada Fener Alayi ya li qiraxa Gola Wanê pêk hat û dirûşmên “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” derketin pêş.
Girseya gel bi pankarta bi nivîsa “Jiyana azad wê bi Rêberê azad bê” kete qada pîrozbahiyê û li ber muzîkê govend gerand. Di pîrozbahiyê de yekîtiya neteweyî li pêş bû û piştgirî ji Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê re hate dayin. Çalakiya ku tim û tim dirûşma “Bijî Serok Apo” lê hate qîrîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Rozerîn Canpolat bi navê komîteya amadekar axivî, Salih Muslim bi bîr anî û qala têkoşîn û rêxistiniyê kir. Piştre hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê û hevşaredar axivîn.
Di axaftinan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Veysî Dîlekçî anî ziman ku gelê Kurd salên dûr û dirêj e têkoşînê dewam dike û ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê divê şert û merc ji Rêber Apo re bêne afirandin.
Dîlekçî got, “Niha li Îranê şer heye. Ji bo ev şer bê qedandin û gel bigihêjin mafên xwe divê paradîgmaya Birêz Ocalan bi cih bê anîn.”
Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli jî got, “Heta ku paradîgmaya Birêz Ocalan bi cih bê anîn em ê li gundan, li taxan bigerin û qalê bikin. Ji bo aştî bê vê xakê me têkoşîneke mezin meşand. Em ê aştiyê bînin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dundar jî got, “Bila azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tavilê pêk were. Em ê li çar parçeyên Kurdistanê aştiyê pêk bînin. Paradîgmaya me rêya me ye û em ê vê rêyê bimeşin.”
Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê dadan û hunermend Kasim Taşdogan derkete ser dikê. Pîrozbahiyê bi muzîk û govendê dewam kir.

