Li çalakiyan di daxuyaniyan de hate gotin, “Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye; nabe ku bi şer, mezhebî, ewlekarî yan jî hinceta kevneşopiyê bê astengkirin.”
LI AMEDÊ BAFIROK HATIN FIRANDIN
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP), bi boneya 8’ê Adarê li Çiyayê Kirklarê çalakiya firandina bafirokan lidar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û dîmenên rengîn derketin holê. Li cihê çalakiyê jinan tililî avêtin û govend gerand. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana jinan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a DÎSK Genel – Îş’ê Hazal Anahtar Kaya, diyar kir ku 8’ê Adarê ne tenê roja bîranînê lê di heman demê de roja berxwedana hevpar a jinan a li dijî kedxwarî, tundî, şer û serdestiya mêr e. Bi domdarî Hazal Anahtar Kayayê anî ziman ku 8’ê Adarê ji bo jinên Kurd li dijî înkarê têkoşîn, li dijî şer aştî, li dijî serdestiya mêr jî roja parastina jiyana azad e. Hazal Anahtar Kayayê wiha domand: “Em îro firfirokên xwe ber bi asîman ve difirînin. Ji ber ku sembola derbaskirina sînoran, li dijî qedexeyan sembola hêviyê û mezinkirina azadiyê ye. Êrişên ji bo biçûkxistina tên kirin, di berxwedana jinan de vediguhere azadiyê. Ji Amedê heta Rojava û Rojhilat jin sînoran nas nakin. Asîman ê me ye, jiyan a me ye. Pêşeroj di destê jinan de ye.”
Piştî daxuyaniyê bafirokên ku keziyên jinan li ser hatibûn xêzkirin hatin firandin û çalakî bi dawî bû.
LI RIHAYÊ BAROYÊ DAXUYANÎ DA
Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li daxuyaniya li Baroya Rihayê bûn.
Seroka Navenda Mafên Jinên Zeliha Ozen Muduroglûyê diyar kir ku ew hemû jinên li dijî tundiyê û newekheviyê li ber xwe dane bibîr tînin. Zeliha Ozen Mudroglûyê got: “Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye; bêyî hincetên wekî şer, mezhebp û ewlehiyê bi tu awayî nayê sînordarkirin. Wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, li ku derê cîhanê dibe bila bibe, em ê li dijî tundî, şer û bêcezatiyê bitêkoşin.”
LI STENBOLÊ QERT JI JINÊN GIRTÎ RE HATE ŞANDIN
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Stenbolê ji bo piştgiriyê ji jinên girtî re qert şandin. Dayikên Aştiyê li pêşiyê PTT a Beyoglûyê kom bûn û berî qertan bişînin daxuyanî dan.
Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz di daxuyaniyê de bi bîr xist ku ew bal kişand ser girîngiya piştevaniya ji bo jinan û got: “Em îro ji bo jinên piştevaniya jinên girtî li vir in û dê ji wan re qertan bişinîn. Em aştiyê dixwazin.”
Dayik piştî daxuyaniyê ji jinên girtî yên siyasî re qert şandin.
LI MERSÎNÊ ÇALAKIYA LI BER GIRTÎGEHÊ
Li Mersînê TUAY-DER Çûkûrova û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Girtîgeha Kampusa Tarsûsê daxuyanî dan. Gelek jinên ji Edene û Mersînê tevlî çalakiyê bûn.
Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca diyar kir ku girtiyên siyasî ji ber daxwazên xwe yên wekhevî, demokrasî û aştiyê girtî ne û xwest, bêne berdan.

